Hestên di Quncikê ‘Bîranînên Bendavê’ de diherikin pêşerojê
Gotinên ku wek nîşaneya hestên hesret, dilsozî û welatparêziyê ne, di quncikê ‘Bîranînên Bendavê’ de kom bûne. Di vî quncikê watedar de peyamên hevrêyan ji bo hev dane, dayîkan ji bo zarokên xwe dane, hene.

SORGUL ŞÊXO
Tişrîn – Bendava Tişrînê ya ku di Rojhilata Navîn de piştî çemê Firatê duyemîn bendava herî girîng e, îro di xeterê de ye. Sedem jî êrîşên bênavber ên hewayî û bejahî yên dewleta Tirk a dagirker e ku zêdetirî 3 meh in didome. Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo bendav neyê hilweşandin û were parastin, wek mertalên zindî li ser wê bendavê bi şev û roj bêyî westan, nobetê digrin.
Gelê ku ji bo av û cereyana xwe Bendava Tişrînê ji 8’ê Çileyê ve diparêzin, di oxira wê de zêdetirî 24 kesan ku di nav wan de jin jî hebûn, di encama êrîşên balafirên dewleta Tirk a dagirker de jiyana xwe ji dest dan. Her wiha zêdetirî 270 kes jî birîndar bûn. Piştî şehadetên ku çêbûn, malbat û hevriyên wan bêdeng neman û xwe nedan goşeyek, biryar dan ku li cihê hevriyên wan şehîd bûne, soza domandina armanc û hêviyên wan nû bikin. Berxwedaniyeke ku hêja ye her kêliya wê were belgekirin niha heye. Divê em baş bizanibin ku li vir, li Bendava Tişrînê kî derbas bûye û di berxwedaniya wê ya dîrokî de cîh girtiye.
‘Bîranînên Bendavê’
Di qoncikeke Bendava Tişrînê de, pêşangehek bi navê ‘Bîranînên Bendavê’ hatiye vekirin. Li vir, peyameke kurt bi nav û paşnav û dîrokek tê nivîsandin. Di vî quncikî de bi sedan peyam hatine nivîsandin û her karwaneke ku tê jî bi gotinek li ser vî dîwarî nivîsek dinivîse. Ev ne nivîsên ji rêzê ne, nivîsên ku wê ji dîrokê re bimînin, nîşan bidin kî ji vir derbas bûne. Ji lewre ev nivîs tên xwendin û ji wan hêz tê girtin ku her kes bîranîneke xwe binivîse û li wî quncikî bihêle.
‘Em ji mirinê mezintir in’
Ji wan sedan nivîsên ku li ser qoncik hatine nivîsandin, gotina jineke ji Kobanê ya heta roja îro tê ziman û berxwedanî pê mezin dibe, ev e: “Em ji mirinê mezintir in.” Dayîkek Kobanî ya ku ji roja yekemîn ve di nobedariya Bendava Tişrînê de cîh digre, bi vê gotinê êrîşên hewayî û bejahî yên dewleta Tirk li dijî sivîlên bêçek ên li ser bendavê vala derdixe û ji dagirkeran re nîşan dide ku îradeya gel ji mirinê mezintir e. Ji ber ku ger gotineke nerast û ne di cîhê xwe de bûya, heta îro berxwedana li Bendava Tişrînê berdewam nedikir û bendav nedihat parastin. Ya ku pêşengiya berxwedana Bendava Tişrînê jî dike dîsa jin e, xwe di felsefeya Jin Jiyan Azadî kûr kiriye.
‘Roj bi berxwedana Bendava Tişrînê dest pê dike’
Nivîseke din jî wiha dibêje; “Roj bi berxwedana Bendava Tişrînê dest pê dike.” Ev ne gotinek wisa ji rêzê ye. Ji ber ku ev gelê ku li ser bendavê li ber xwe dide bi êrîşên dijwar re rûbirû maye, di gotina ku roj bi berxwedanê dest pê dike, ev tê wateya rojeke nû bi berdewamkirina riya berxwedanê bendav tê parastin û rojeke nû hiltê. Rojên wan bi berxwedanê tijî ne.
Gotinên hêz, bawerî û dilsoziya bi lehengên xwe re
“Evîna azadiyê evîna jiyana azad e”, “Em li Bendava Şehîdan dîrokê dinivîsînin û dibêjin em li pişt hêzên xwe ne, serkeftin her dem para me ye”, “Her birînek çîrokek vedibêje, berxwedan jiyan e”, “Li bendava Tişrînê kêlî bi kêlî berxwedan heye, QSD hebûn e” jî çend ji gotinên ku evîn, hesret, bawerî, hêz, dilsozî û sondxwarinê tînin ziman in.
‘Di vê derê re derbas bûn’
“Ji vê derê derbas bûn û şopa dîrokeke mezin li pey xwe hiştin Ş. Mahir”, gotinek ku ji bo pêşerojê dê bibe pûsulayek e. Ev gotin kî dizane ku piştî çend salan ewê ji aliyê çend hezkiriyên wî ve bê xwendin. Dîrok, dê bi dilgermî behsa van pakrewanan bike.
Peyama zarokek 12 salî: Emê biserkevin
Her wiha zarokekî 12 salî di 12’ê Adarê de bi dilê xwe yê biçûk, baweriya xwe ya mezin û hestên xwe yên nazik, peyama “Em ê biserkevin” aniye ziman. Ev hêviyên mezin di bedenek biçûk û dilekî mezin de kom dibin û wiha pê re mezin dibin, heta ku bi rastî jî ew bi xwe bibin şahidên serkeftina ku di oxira wê de bi deh hezaran can û giyan hatin dayîn.
Gotinên dawî: ‘Here, ez têm’
Rojnamevanên ku berxwedana Bendava Tişrînê dişopandin, bûn hedefa êrîşên hewayî yên dagirkeriyê. Di 15’ê Sibatê de Rojnamevan Egîd Roj bi êrîşeke hewayî hat hedefgirtin û gihîşt asta şehadetê. Li vir, hevriya wî ya rojnamevan Ciwana Cûma li ser gotin û hevdîtina wan a ku nizanibûn a dawî ye, wiha nivîsîbû: “Here, ez têm em bi hev re xwarinê bixwin, bi van gotinan Egîd xatir ji min xwest û ez bi tenê hiştim, xwezî neçûbûya. Barê min giran kir.”
Kurê Menîce Heyder: Emê li pey şopa te bin
Kurê dayîka Menîce Heyder a di êrîşa dewleta Tirk a dagirker de jiyana xwe ji dest dabû jî hestên xwe li vî quncikî aniye ziman. Kurê dayîka Menîce bi gotinên “Delala min, hevala min û diya min, em ê li pey gerîlayên xwe û şervanên xwe bin, em weke malbat (Haco) soz didin, heta dilopeke xwîn di bedena me de hebe, em ê li pey şopa te bin” soz dide dayîka xwe û hevrêyên wê. Di nivîseke din de jî Yûsif Heyder dibêje “Ez hatim bendavê yadê”, her wekî ji dayîka xwe re dibêje cihê ku tu li wir şehîd bûyî ez hatime wê derê, ji bo ku soza ku min bi te re daye nû bikim. Hevriyeke wê jî dibêje; “Em soz didin giyanê te, em ê şopdarên riya te bin” û wê nemir dike.
Hunermend jî di vir de derbas bûne
Hunermend Nisrîn Botan a ku di vê berxwedanê de cîh girtiye, di nivîsa xwe ya li vî quncikî de bêje ku “Wê ev roj bimînin di bîrdanka min de, rojên li bendavê, ciyê şerefê nin ji bo min. Em li vir dibînin ku hunermend jî di vir de derbas bûne û di berxwedanê de bi hunera ku pêşkêş kirine, ji stran, şano û helbestan, cîh girtine.”
Bavek wêneyê kurê xwe datîne quncikê bîranînan
Bavekî ku merasîma xiyabî ji kurê xwe yê di berxwedana Bendava Tişrînê de şehîd bûbû çêkiribû, wêneyekî wî ji Qamişloyê bi xwe re girtiye û heta bendavê aniye. Bav wêneyê kurê xwe maç dike û di quncikê bîranînan de bicîh dike.
Kevirên bîranînan
Li aliyê din di heman quncikê de kevirên bîranînan ku li ser wan jî nivîsên “Jin Jiyan Azadî”, “Berxwedan Jiyan e”, “Bijî şerê gelê şoreşgerî”, “Em hemû QSD ne”, “Jiyana azad riya Tişrînê ye” û gelek nivîsên kurt li ser nivîsandi bûne, li gelê nobedar hatin belavkirin. Kongra Star bi diyarîkirina kevirên bîranînan, spasiya nobedaran kiriye.