Li Silêmaniyê bîranîn komkujiya Helebce

Li Silêmaniyê ji aliyê Komeleya Hunera Milî ya Kurdistanê ve bi dirûşmeya ‘Şehîdên xwe ji bîr nakin’ Komkojiya Helebce bi merasîmekê hate bîranîn.

Navenda Nûçeyan – Beriya 37 salan di 16’ê Adara sala 1988’an de rejîma Baasê bi gazên kîmyawî Helebceyê bombebaran kir. Di encama êrîşa hovane de zarok, jin kal û ciwan di nav de zêdetirî 5 hezar kesan jiyana xwe ji dest danî û bi deh hezaran kes birîndar û winda bûn. Bi vê boneyê her sal merasîmên bîranînê tên lidarxistin.

Bi boneya 37’emîn salvegera komkujiya Helebceyê, li ber Deriyê Sera yê Silêmaniyê bi pêşengtiya Komeleya Hunera Milî ya Kurdistanê merasîma bîranînê hat lidarxistin.

Merasîmê bi meşa ji bazara mûzîkjenan heta ber Deriyê Sera Silêmaniyê bi lêdana def û daholê û sirûdan destpêkir.

Piştre şanoyek li ser komkujiya Helebceyê hat nîşandan û çend srûdek hatin gotin.