‘Banga Birêz Ocalan derfeteke dîrokî ye’

Siyasetmedara Kurd Leyla Zana da zanîn ku êşa komkujiya Halepçeyê hîna tezeye û wiha got: “Ji bo dawî li komkujiyên li Rojhilata Navîn û Kurdistanê bê anîn, banga Birêz Ocalan derfeteke dîrokî ye.”

 Navenda Nûçeyan – Siyasetmedara Kurd Leyla Zana, der barê 37’emîn salvegera Komkujiya Halepçeyê de daxuyaniyek da.  Leyla Zana li ser hesabê xwe yê çapemeniya civakî got: “37 sal berê Komkujiya Halepçeyê li ber çavê hemû cîhanê hat jiyîn. Êşa komkujiyê hîna tezeye.”

Leyla Zana di berdewamiyê de wiha got: “Di salvegera birîna Helebce ya nayê pêçan de, ji bo komkujî li ser erdnîgariya Kurdistanê û Rojhilata Navîn bi dawî bibin, banga Birêz Ocalan fersendekî dîrokî ye. Ji bo ev bang pêk were, di pêşengtiya wî de ketina meryetê xwedî girîngiyeke dîrokî ye. Çawa ku Kurdan li ber qirkirin, mirin, zorî, zext û gefan çok nedanî, hê jî ji bo aştiyeke mayînde û bi rûmet biryardariya xwe nîşan dide. Qurbaniyên Helebceyê bi rêz û minet bibîr tînim.

Ji bo careke din ev êş pêk neyên, divê ji erk û berpirsyarî xwe nedin alî. Ji bo ya nû bê avakirin çiqasî zehmet jî be, rêya herî rast e. Hewldan, xîret, cesaret û biryardarî dixwaze. Ji desthilatê heta muxalefetê pêwîstiya me û heta her kesê ji banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ heye. Hêviya me ew e ku; ne xeyidîn, xweragirî, ji bo çareseriyeke nedemkî herdemî di serî de Birêz Serokkomar û Birêz Bahçelî her kesê di vê dema dîrokî de ji bo ‘ne mirinê, jiyanê’ însiyatîf bigire û erka dikeve ser milan bi biryardarî bi cih bîne, ye. Ev berpirsyariya me ya hevpar e. Aştî bereket û jiyîn e.”