Ji Meclîsa Îştar Songul Guler: Em ê peyamên aştî û demokrasiyê mezin bikin
Endama Koordînasyona Meclîsa Îştar a wargeha penaberan a Mexmûrê Songul Guler li ser girîngî û wateya Newrozê axivî û diyar kir ku ew ê bi germahiya banga Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan Newrozê pêşwazî bikin.

BERJÎN KARA
Mexmûr – Newroz, sembola têkoşîna gelê Kurd a li hember zilm û zordariyê ye. Newroz, ew roj e ku Kawayên Hemdem bi çakûçên têkoşînê mejiyê Dehaqên zalim rijandine û dawî li desthilatdariya wan aniye. Agirê Newrozê yê ku Kawayan pêxistî îro li her deverê Kurdistanê geş dibe û pêla berxwedanê dike vejîna azadiyê.
Gelê Kurd yê ku mohra xwe bi berxwedanê li dîrokê dayî, bi nêzbûna Newrozê re li her derê, li Kurdistan û derveyî welat amedekariyên pîrozbahiyê dike û bi coşek pir mezin Newrozê pêşwazî dike. Li wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) jî her sal roja vejînê bi coş û kelecanek mezin tê pîrozkirin. Xelkê Mexmûrê di 30 salên xwe yên penaberiyê de tevî hemu zehmetî, êrîş, ambargo û astengiyan jî hertim cejnên xwe yên netewî pîroz kirine û bi wî rihî têkoşîna xwe mezin kirine. Wekî her sal îsal jî beriya mehekê dest bi amedekariyên pêşwazîkirina Newrozê kirine û li benda pîrozkirina cejna vejînê ne.
Endama Koordînasyona Meclîsa Îştar a wargeha penaberan a Mexmûrê Songul Guler têkildarî girîngî û wateya Newrozê û pêşwazîkirina xelkê wargehê ya Newrozê ji ajansa me re axivî.
‘Newroz ji bo me gelê Kurd sembola azadî û berxwedanê ye’
Songul Guler bi van gotinan qala wateya Newrozê ya ji bo gelê Kurd kir: “Em ketine meha berxwedanê ango meha Adarê. Hem bi xwezayî hem bi civakî meha zindîbûnê ye. Bi taybetî ji bo me gelê Kurd zindîbûnek dîrokî ye. Bi têkoşîna Kawayê Hemdem ev têkoşîn careke din ji binê axa mirinê derket ku îro bi milyonan kes pîroz dikin. Ango ji bo me gelê Kurd sembola azadî û berxwedanê ye.”
‘Pêwîst e bi germahiya banga Rêber Apo em Newrozê pêşwazî bikin’
Songul Guler di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya ji bo jinan û wiha got: “Banga Rêber Apo ya di 8’ê Adarê de ji bo jinan zanabûn ava kir ku ewê jin pêşengtiya vê pêvajoyê bikin. Em wek jinên wargehê û jinên Kurd bi vê yekê keyfxweş in. Pêwîst e bi germahiya banga Rêber Apo em Newrozê pêşwazî bikin. Em di wê baweriyê de ne ku wê Newroza îsal mohra xwe li dîrokê bide û bi pêşengtiya Rêber Apo wê riyên çareseriyê werin avakirin.”
‘Emê peyamên azadî, aştî û biratiyê mezin bikin’
Songul Guler diyar kir ku wê Newroza îsal ji yên salên din pir cudatir were pêşwazîkirin û ev tişt anîn ziman: “Wek gelê wargehê jî em di nava vê pêvajoyê de ne. Wek wargeh emê di vê Newrozê de daxwazên xwe yên siyasî ku beriya 30 salan me kirine, cardin bînin ser ziman. Emê daxwaza azadiya jinê cardin li qadan bînin ziman. Emê peyamên azadî, aştî û xwuşk-biratiyê mezin bikin. Bi taybetî jî em ê daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bi şêweyek herî mezin bînin ser ziman.”
‘Em ê bi bilindkirina rihê Newrozê xwe bighînin azadiya fîzîkî ya Rêbertî’
Songul Guler da zanîn ku amedekariyên me yên ji bo Newrozê hene û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Wê di 17’ê mehê de meşeke meşaleyî were lidarxistin û di 18’ê mehê de jî şahiyek were lidarxistin. Pêwîst e em di van rojên taybet de hemu gelên azadîxwaz dakevin qadan, wek jin, ciwan û gel dengê xwe bilind bikin û têkoşîna xwe mezin bikin ku em xwe bighînin azadiya fîzîkî ya Rêber Apo.”