Dewleta Tirk li Kobanê 9 kesan qetil kir
Dewleta Tirk a dagirker li Kobanê ji heman malbatê 9 kes qetil kirin û 2 kes jî birîndar kirin.

Kobanê – Balafireke bê mirov û bi çek a dewleta Tirk a dagirker şevê din saet 00.40’an de li gundê Berxbotan ê Kobanê mala malbatek bombebaran kir. Her wiha bi çekên giran jî gund topbaran kir.
Di encama êrişê de ji heman malbatê piraniya wan zarok 9 kes hatin qetilkirin, 2 kes jî birîndar bûn.
Navên kesên hatine qetilkirin ev in: Ahîn Osman Ebdo, Dijle Osman Ebdo, Dilovan Osman Ebdo, Yasîr Osman Ebdo, Ezîz Osman Ebdo, Saliha Osman Ebdo, Avesta Osman Ebdo, Osman Berkel Ebdo (Bav), Xezal Osman Ebdo (Dayik).
Di heman demê de Ronîda Osman Ebdo û Narîn Osman Ebdo jî birîndar bûn.