“Her koma ku jin pêşengiya wê bikin wê bibe komek azad”

Rêxistina Jinên Azadiya Kurdistan (RJAK) ji bo şermezirkirina rejîma Îranê û tundîtûjiya ku li hemberî jinan tê kirin daxuyaniyek nivîskî weşand.

Naveda Nûçeyan – Rêxistina Jinên Azadiya Kurdistanê (RJAK) bi armanca şermezarkirina rejîma Îranê û tundîtûjiya li hemberî jinan ku çend sal in tê kirin daxuyaniyek nivîskî da.

Daxuyaniyê RJAK’ê wiha ye:

“Her koma ku jin tê de pêşeng bin, dê bibe koma azadiyê, ev çend roj in em şahidiya serhildana seranserê gelê Kurd û gelê Îranê bi pêşengiya jinan dikin.

Ev serhildan encama nerazîbûnên gelê Îranê yên di van salên dawî de ye. Ji ber ku desthilatdariya Îranê hikumetek mêrsalarî ye û îradeya jinan paşguh dike.

Hinek caran bi navê namûsê, hinek caran bi navê zagonê jinan dikujin yan jî neçarî xwekuştinê dikin. Di nava nav çend mehan de bi navê desthilatdariyê ji ber hikumet mêrsalarî ye û siyaseta xwe li dijî jinan pesend kiriye, rastî gelek pirs û pirsgirêkan hatiye.

Gelek jin bi awayekî dirindane bi navê namûsê hatine kuştin, gelek jin jî hatine girtin, weke Zeyneb Celaliyan ku ev demek dirêj e der barê wê de tu agahî tune ne. Li Îranê hê jî jin ji ber gotina stranan rastî pirsgirêk û astegiyan tên, me gelek caran dîtiye çawa sîstema hîcaba bi zorê li ser jinan tê sepandin. Di rastiyê de sîstem vê peyamê dide zordest be li ser fikrên jinan be û mudaxeleyî hemû karûbarên jiyanê bike.

Di nava çend rojên borî de du jinên Kurd ên bi navê Şilêr Resûlî û Jîna Emînî kirin hedef. Şilêr Resûlî li dijî êrîşkarê bi navê Guran ku dixwest destdirêjiyê lê bike ji bo xwe biparêze xwe ji pencereya malê avêt xwarê û hê ev rewş ronî nebûye. Dema ku Jîna Emînî ji aliyê sîstema destdirêjîkar ve rastî êrîşî hat, bi vê yekê hikumetê nîşan da ku cihek zêde cuda nîn e, bi vî aqilî çi di mal de be çi li qadan be û çi li Kurdistan û Îranê be, êrîşî jinan dike.

“Tevî zext û êrîşên rejîma Îranê jî jin bêdeng neman û kolanên bajarên Îranê hejandin”

Pêşîlêgirtinên vê dawiyê rû dan nîşan didin ku hikumet hewl dide dengê jinan qut bike, jin li hemberî vê yekê bêdeng neman lê belê pirsa herî bingehîn di vê derê de ew e ku çawa heta vê astê jin hatine bêdengkirin û xwe bêdeng kirine? Her çendî hikumetê bi kiryarên xwe yên di nava van çend salan de diyar kir ku hemû qadên siyasî, civakî ji bo jînan sînordar kiriye jî lê belê bi beşdarbûna jinan pêşengiya vê serhildana li seranserî Îranê hat kirin. Jinan careke din nîşan da ku ew ne tenê qurban in, bi pêşengiya xwe dikarin bibin hêzek ji bo civakê. Ev serhildan di rastiyê de bersivek mezin bû ji bo hikumeta niha.

Wek hat dîtin jin li tevahî Îranê bi dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’ qêriyan, vê dirûşmê hemû jinan bi hev re kir yek. Ev jî diyar dike ku jin li her cihê li bin, armancek wan a hevbeş a bi navê azadiyê heye. Wateya vê dirûşmê digihîje xebata rizgarîxwaziya jinên Kurd e ku zêdetirî çaryeka sedsalê ye xebat dikin ne tenê li Kurdistanê ye. Bi vê serhildanê jinan nîşan dan ku çawa pişta xwe bi îradeya xwe germ dikin û xebatên xwe didomînin.

Her wiha di rojên borî de me şahidiya piştgiriya jinan kir, ew piştgiriya ku heye peyam û wateya wê li her cihê me dît ku li dijî aqilê mêrsalarî têkoşîn didome û pêwîstiya me bi yekitî û xebatên berfirehtir û têkoşînê heye. Ji bo wê em jî weke Rêxistina Jinên Azadiya Kurdistanê RJAK piştgiriya xwe ji bo serhildanên jinên Rojhilatê Kurdistanê diyar dikin û dibêjin bi pêşengiya jinan dê azadiya civakê misoger bibe.”