Yekemîn Konferansa Ekolojiyê li Qamişlo dest pê kir

Bi dirûşma "Bi paradîgmaya ekolojîk Rêber Apo bi awayekî fîzîkî azad bikin û doza Kurd çareser bikin" li Qamişlo Yekemîn Konferansa Ekolojî dest pê kir.

Qamişlo – Desteya Jîngehê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê konferansa xwe ya yekemîn bi dirûşma "Bi paradîgmaya ekolojîk Rêber Apo bi awayekî fîzîkî azad bikin û doza Kurd çareser bikin" li Zanîngeha Rojava ya Qamişlo dest pê kir. 120 delege, nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, partî, rêxistinên civakî, rêxistinên sivîl tev li konferansê bûne.

Çaverê ye ku cîgirê hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Hesen Koçer biaxive û dûre sînevîzyonek têkildarî ekolojiyê were pêşandan, piştre perspektîfên Rêber Abdullah Ocalan ên der barê ekolojiyê de bên xwendin.

Dê konferans dû rojan bidome

Di bernameyê de mijarên "Ekolojî di modernîteya demokratîk de", "Meşandina têkoşîna ekolojîk li kêleka têkoşîna li dijî mêtingerî û kapîtalîzmê", "Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wekî parçeyekî bidawîkirina dagirkeriyê pêşxistina çandiniya ekolojîk" û "Hevkariya di navbera rêxistin û tevgerên li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de" dê bên nîqaşkirin.

Li gorî komîteya amadekar, konferans dê 2 rojan dewam bike.