Rojnamegerên binçavkirî derxistin edliyeyê

Rojnamegerên ku di serdegirtinên malan de hatin binçavkirin, ji bo îfadeya dozgeriyê sewqî Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê hatin kirin.

Navenda Nûçeyan- Di serdegirtinên malan ên di 23’yê Nîsanê de li Stenbolê nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê (MA) Esra Solîn Dal, xebatkarê Rojnameya Yenî Yaşamê Enes Sezgîn, kedkarên Çapemeniya Azad Saliha Aras, Yeşîm Alici, Beste Argat Balci, Şîrîn Ermîş û rojnameger Erdogan Alayûmat, li Enqereyê nûçegihanê MA’yê Mehmet Aslan û li Rihayê jî nûçegihanê MA’yê yê berê Dogan Kaynak hatin binçavkirin.

Hat hînbûn ku rojnamegerên li Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê dihatin girtin, ji bo îfadeya dozgeriyê sewqî Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê hatin kirin. nûçegihanê MA’yê Mehmet Aslan ê li emniyeta Enqereyê tê girtin jî anîn Edliyeya Enqereyê. Hat zanîn ku Mehmet Aslan dê bi riya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) îfade bide.

Nûçegihanê MA’yê yê berê Dogan Kaynak ê li Rihayê hat binçavkirin jî ji bo îfadeyê birin Edliyeya Rihayê.