Qeyûm Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê 3 milyar 345 milyon TL deyndar hişt

Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, diyar kirin ku deynê giştî û yê DÎSKÎ’yê yê girêdayî şaredariyê bi giştî 3 milyar û 345 milyon TL ye. Hat diyarkirin ku xebatên têkildarî tesbîtkirina deynan didomin.

Navenda Nûçeyan – Hevşaredarên Bajarê Mezin a Amedê yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Serra Bucak û Dogan Hatun, li Sumer Parkê bi rojnamegeran re hatin gel hev.  Hevşaredar Serra Bucak di bernameyê de axivî û got ku hejmartina envanteran û neguhêzbaran didome.

Serra Bucak, da zanîn ku xebatên wan ên têkildarî pêvajoya hiqûqî didomin û wiha domand: “Di pêvajoya 8 salan a qeyûm de avahiya xizmetê ya şaredariya me û hemû xebatên me di serî de çapemenî, ji hemû dînamîkan re girtî bûn. Em ê vê rewşê biguherînin. Em ê hemû deriyên şaredariyê di serî de çapemenî, ji her kesê re vekin.” Serra Bucak, diyar kir ku dê li gel konseyên bajar û meclisên şêwrê yên bajar li hemû qadan bi hev re xebatan bimeşînin.

Deynê giştî û yê DÎSKÎ’yê 3 milyar û 345 milyon e

 Serra Bucak, da zanîn ku deynê qeyûm li pey xwe hiştiye û yê ku wan tesbît kirine 2 milyar û 438 milyon TL ye. Serra Bucak, got ku deynê îhaleya wê hatiye kirin û li yekîneyên muhasebeyê qeydkirî jî 3 milyar û 640 milyon TL ye. Serra Bucak, got ku li 4 daîreyan îhale hatine kirin û ev hê li muhasebeyê nehatine qeydkirin û xebatên wan ên têkildarî vê mijarê didomin.

Serra Bucak, diyar kir ku deynê Midûriyeta Giştî ya Îdareya Av û Kanalîzasyonê (DÎSKÎ) 907 milyon TL ye û axaftina xwe wiha domand: “Di navbera 31’ê Adarê û 8’ê Nîsanê de 411 milyon TL hat xerckirin. Piştî hilbijartinên 31’ê Adarê, bi awayekî derhiqûqî 411 milyon TL pere hatiye dayîn. Budçeya diyar a Serokatiya Daîreya Weşan û Têkiliyên bi Gel re 75 milyon û 126 hezar TL ye lê vê daîreyê ji 25’ê Adarê ve ji bûdçeyê 46 milyon û 64 hezar TL pere xerc kiriye. Ev yek ji sedî 61.32’ê bûdçeyê ye. Ev bû du hefte me mazbateyên xwe girtine lê van ewqas ji bûdçeya çapemenî weşanê xerc kirine. Dayîna hinek deynan jî ji bo piştî hilbijartinê hatine hiştin.”

44 neguhêzbar hatine texsîskirin

 Hevşaredar Dogan Hatun jî têkildarî hinek neguhêzbaran agahî da. Hatun, diyar kir ku qeyûm 44 neguhêzbar dewrî miftîtiyê, Midûriyeta Tenduristiyê ya Bajar, Midûriyeta Ciwan û Sporê, Midûriyeta Çand û Turîzmê ya Bajar û Qeymeqamtiya Çinarê kiriye. Hatun, da zanîn ku 13 neguhêzbar hatine firotin û wiha pê de çû: “Li Peyasê 97 donimên erdê weke qada vîlayan hatiye firotin. Xebatên ji bo tesbîtkirina dahatan didomin. 15 neguhêzbar jî bi protokolê hatine dewrkirin.”

Dogan Hatun, daxuyand ku ji 15 neguhêzbaran 12 jê di 28’ê Adarê de bi protokolê hatine dewrkirin û wiha domand: “Têkildarî hemû neguhêzbaran, parêzerên me biryarên meclisê vedikolin. Dê kiryarên îdarî û hiqûqî dest pê bikin. Armanca me ew e ku hemû neguhêzbar ji bo careke din ji xizmeta gel re bên bikaranîn birêve bibin. Di heman demê de bûdçeya şaredariyê ya 2024’an jî 12 milyar TL ye.”

‘70 otobusên me xerabe ne’

Hevşaredar Serra Bucak piştre pirsên rojnamegeran bersivand. Serra Bucak, anî ziman ku li beşa agirkujiyê tu wesayîdên ku bixebitin nehatine hiştin.

Têkildarî pirseke der heqê veguhestinê de Serra Bucak wiha got: “70 otobusên me xerabe ne. Gelek otobusên me jî hîbeyî cihên cuda hatine kirin. Hema hema tu klîmayên me naxebitin.”

‘Me gotibû ku dema me şaredarî bi dest xist em ê xizmeteke wekhev bikin’

Dogan Hatun jî ji bo pirsa “Gelo hûn ê ji bo bernameya Platforma Hezkiriyên Pêxember wesayîdan bidin an na?” wiha bersiv da: “Têkildarî wesayîdan pirsgirêk heye. 70 wesayîdên me xerabe ne. Mimkin nîn e mirov vê daxwazê pêk bîne. Li navenda bajar ku derê bixwazin em dikarin wesayîdan bidin. Di rewşa heyî de dê me bikaribûya vê mijarê çareser bikira. Cihên ajokarên otobusan jî guherî ye. 200 ajokar li yekîneyên cuda hatine peywirdarkirin. Me gotibû ku dema me şaredarî bi dest xist em ê xizmeteke wekhev bikin. Rewşeke ku weke di çapemeniyê de tê belavkirin tune ye.”

Bersiva Dossi Dossi

Dogan Hatun, ji bo konsera Dossi Dossi dixwaze organîze bike jî wiha bersiv da: “Protokoleke beriya erdheja 2023’yan heye. Di vê dîrokê de şaredariyê jê re gotiye ‘guncav e.’ Bûdçeya ji me dihat xwestin zêde bû. Di vê krîza aboriyê de nabe ku pereyê gel ji bo wan tiştan were xerckirin. Serokatiya me ya çandê pêkhateyeke tiştekî wiha nîn e.”