Aktîvîst Julia Parsî hêjayî Xelata Mafên Mirovan hat dîtin

Aktîvîsta mafên jinan û Seroka Tevgera Protestoyê ya Jixweber a Jinên Efganistanê Julia Parsî, ji bo Xelata Mafên Mirovan a Martin Ennals wek namzed hat nîşandan.

Navenda Nûçeyan - Navenda Xelata Mafên Mirovan a Martin Ennals, ragihand ku aktîvîsta mafên mirovan a Efgan Julia Parsî ya beriya demek kurt ji girtîgeha Talîbanê derket, ji bo wergirtina xelata mafên mirovan hatiye hilbijartin.

Xelata Martin Ennals a navê xwe ji aktîvîstek pêşeng ê mafên mirovan û Sekreterê Giştî ya Rêxistina Afûyê girt, her sal ji bo kesê ku di têkoşîna li dijî binpêkirinên mafên mirovan de helwestek wêrektî û nûjên nîşan dide tê dayîn.

Xwediyên xelatê ji aliyê jûriya ku ji Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî, Rêxistina Şopandinê ya Mafên mirovan, Federasyona Navneteweyî ya Mafên Mirovan, Rêxistina Cîhanî ya Dijî Îşkenceyê, Komîsyona Navneteweyî ya Hiqûqnasan û yên din jî di nav de piranî ji nûnerên rêxistinan mafên mirovan ve pêktê, tên hilbijartin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku piştî Talîbanê di dîroka Tebaxa 2021’ê de ji nû ve rêveberiya Efganistanê bi dest xist, tevî astengkirina xwepêşandanan jî Julia Parsî zêdetirî du salan ji bo bidestxistina mafên xwe û jinan beşdarî xwepêşandanan bû.

Di encama van xwepêşandanan de, di 7’ê Cotmehê de Julia Parsî û keça wê ji aliyê îstîxbarata Talîbanê ve hat girtin û birin cihekî nediyar.