Li Hesekê pêşhilbijartina ji bo namzedê hevşaredariyê dest pê kir

Bi armanca avakirina şaredariyên demokratîk partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê û Kongra Star dest bi pêşhilbijatinên namzetên hevşaredariya bajarê Hesekê kir.

Hesekê – Komisyona Bilind a Hilbijartinan a Bakûr û Rojhilatê Sûrî da diyarkirin ku di 30’ê gulana 2024’an de dê hilbijartinên şaredariyan pêk werin. Di 17’ê Nîsanê de Rêxistina Kongra Star, Kombûna Jinan a Zenûbiya û Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) tifaqa xwe ji bo hilbijartinên şaredariyan bi daxuyaniyekê raghandin.

24’ê Nîsanê Kongra Star a Hesekê pêşhilbijartinên namzeta hevşaredariya bajarê Hesekê pêk anîn û namzeya jin ên hilbijartinên şaredariyan diyar kirin. Îro bi armanca diyarkirina namzetê mêr PYD û Kongra Star dest bi pêşhilbijatinên hevşaredariya bajarê Hesekê kir.

Hilbijartin li 3’ê navendên li taxa Salihê li dibistana Can Hecar, li taxa Kelasê li Komîngeha wê û li taxa Giwêran li navenda Hêza Parastina Civakî pêk tê.

Namzetên mêr ên namzeta hevşaredariyê ku beşdarî pêşhilbijartina li Hesekê bûn wiha ne: Luqman Xelef Hesen, Emar Ehmed El wega, Macid Dewas Îsmayîl, Mihmed Sewûd xilêf Ebdulah, Mihemed Ehmed El Ehmed û Ebid Ezîz Silêman Elî.

Pêşhilbijatina ku di seat 9:00’an de destpêkir, seat 17:00’an dê bi dawî bibe. Endamên Kongra Star, Meclisa Malbatê Şehîdan, Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê û Hêza Parastina Civakî berê xwe dan navendên hilbijartinan û dengê xwe didin.

Hilbijartin bi rengekî demokratîk dewam dike  û di seat 18:00’an de ecnamê pêşhilbijartinan were diyar kirin.