Hejmara kesên li Xezayê jiyana xwe ji dest dane bû 37 hezar û 658

Hejmara Filistîniyên di êrişên Îsraîlê yên li ser Zîvala Xezayê berdewam dikin de jiyana xwe ji dest dane bû 37 hezar û 658, hejmara birîndaran jî bû 86 hezar 237.

Navenda Nûçeyan- Wezareta Tendirustiyê ya Filistînê der barê êrişên Îsraîlê yên li ser Zîvala Xezayê berdewam dike de daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku artêşa Îsraîlê di nava 24 saetan de li herêmên cuda yên Xezayê 3 komkujî pêk anî. Di komkujiyên mijara gotinê de 32 Filistîniyên din jiyana xwe ji dest dan, 139 Filistînî jî birîndar bûne.

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku hejmara kesên di êrişên Îsraîlê de de jiyana xwe ji dest dane bûye 37 hezar û 658 kesan, hejmara birîndaran jî bû 86 hezar 237 kesan. Her wiha hat dubarekirin ku hê jî di bin xirbeyan de û li kêleka riyan cenaze hene.