Gurbet Ceylan a ku înfaza wê hat betalkirin hat berdan

Gurbet Ceylan a li Girtîgeha Girtî ya Tîpa M a Bayburtê hat înfazkirin, piştî 7 sal û 6 mehan hat berdan.

Navenda Nûçeyan – Gurbet Ceylan a li Girtîgeha Girtî ya Tîpa M a Bayburtê dihat girtin û ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve înfaza wê hatibû şewitandin piştî 7 sal û 6 mehan hat berdan.

 Gurbet Ceylan ku duh ji Girtîgeha Girtî ya Tîpa M a Bayburtê derket, danê sibehê li navçeya Nisêbînê ya bajarê xwe Mêrdînê bi coşeke mezin hat pêşwazîkirin.

Gurbet Ceylan piştî ku di 19'ê Tîrmeha 2016'an de li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê hat binçavkirin, bi îdiaya "endamtiya rêxistiê" hat girtin û şandin Girtîgeha Girtî ya Tîpa E ya Mêrdînê.  Gurbet Ceylan a ku 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a ku ji ber îdiaya "endamtiya rêxistinê" 7 sal û 6 meh cezayê gîrtîgehê lê bîrî,  di Çileya 2017’an de sirgûnî Girtîgeha Tîpa M a Bayburtê hat kirin. Înfaza Gurbet Ceylanê di Gulana 2022’an de tevî gelek girtiyên jin ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve hate şewitandin.

Gurbet Ceylan piştî ku înfaza xwe qedand duh ji Girtîgeha Girtî ya Tîpa M a Bayburtê hat berdan.