Gel li dijî darvekirinan daket qadan

Piştî îro di doza “Mala Esfehanê” de 3 girtiyên siyasî hatin darvekirin, gelê Belûcê ji bo şermezarkirina darvekirina sê girtiyên siyasî dirûşme berz kirin malbatên girtiyên hatin darvekirin hatin girtin û li taxên cuda yên Tahranê gel dirûşme berz dikin.

Navenda Nûçeyan- Piştî ku sê girtiyên siyasî yên bi navê Salih Mîrhaşimî, Mecîd Kazimî û Seîd Yakubî ji ber doza “Mala Esfahane” de hatin darvekirin, xwepêşanderên Zahîdanê piştî nimêja înê daketin qadan û dirûşmeyan berz kirin. Piştî nûçeya bidarvekirina sê xwepêşanderên ku li Îsfehanê hatin girtin welat ket rewşeke aloz û nebaş.

Gelê Belûcê bi tundî darvekirina 3 girtiyên siyasî yê di doza Mala Esfehanê de şermezar kirin û careke din nerazîbûna xwe ya li dijî hikûmeta Îranê bi qîrîna dirûşmên “Em komarek hatiye darvekirin naxwazin” berz kirin.

Xwepêşanderên dirûşmeyên "Birayê min ê şehîd ez xwîna te digrim" li kolanên Zahedanê hilgirtina wêneyên 3 girtiyên hatin darvekirin li hev kom bûn.

Malbatên girtiyên hatin darvekirin hatin binçav kirin

Hikûmeta Komara Îslamî bi girtina beşek ji malbatên girtiyên hatin darvekirin hewl dide rê li kombûnên nerazîbûnê û şopandina xelkê bigire û dengê wan qut bike. Li gorî daxuyaniya çapemeniyê, dezgehên ewlehiyê ji xizmên din re gotine ku girtina wan dê dirêjtir bibe û ger agahdar bin dê rewş dijwartir bibe.

Ji aliyê din ve piştî belavbûna nûçeya bidarvekirina van girtiyan, xelkê hêrsbûyî li navçe û taxên curbicur ên Tahranê dirûşmên dijî hikûmetê berz kirin.

Xelkê bajarokê Negîn, Şahzabe, Tahransar û Ekbatanê dirûşemeyên, “Bimre Xamineyî”, “Bimre dîktator”, “Bimre komara darvekirî” berz kirin.