Gel bi berxwedanê li dijî dorpêçê jiyanê didomîne

Li Şehbayê ji ber dorpêça hikumeta Şamê jiyan hatiye rawestandin lê gel li dijî her cure tunekirin û îmhakirinê berxwedana xwe berdewam dike.

HESNA MIHEMED

Şehba- Bi hatina demsala zivistanê re li herêma Şehbayê hikumeta Şamê rêgiriya xwe ya li ser herêmê dijwartir kiriye. Pêdiviyên jiyanî jî di nav de sotemenî qedexe kiriye nahêle derbasî herêmê bibin. Zêdetirî 15 roj in koçberên Efrîn û gelê Şehbayê di nava tarîtiyê de dijîn. Her wiha saziyên xizmetguzariyê yên weke av û firinê li ber xeterê ne. Li Şehbayê jiyan hatiye rawestandin lê berxwedan û têkoşîna gel jiyanê ji nû ve diafirîne. Gel bi îsrar e ku wê teslîmî şert û mercên herêmê nebe û berxwedana xwe bi derfetên kêm berdewam bike.

Der barê dorpêç û rêgiriya hikumeta Şamê ya li ser herêma Şehbayê de endama Şaredariya Gel û jinên Efrînê nêrînên xwe ji ajansa me re anîn ziman.

'Berdewamkirina dorpêçê dê bibe sedema felaketên mezin'

Endama Komîteya Avê ya Şaredariya Ehdasa Şehbayê Emîna Reşîd behsa xetereya dorpêçê ya li ser qutbûna avê kir û diyar ku ev yek dê bi xwe re karesetek bîne û wiha got: "Niha herêm di rewşeke dijwar de derbas dibe, bi tunebûna mazotê jiyan tê rawestandin. Em neçar man elektrîkê ji ser gel bi temamî qut bikin, tenê em hewl didin, bi derfetên heyî wisa bikin ku av û nan kêm nemînin. Ji ber ku ew bingehên jiyanê ne. Di heman demê de av û nanê ku tên belavkirin, ger rewşa dorpêçê berdewam bike wê bi demê re ew jî qut bibin ev jî felaketek mezin çêdike. Jiyana bi sed hezaran sivîlan di xeterê de ye divê bi lezgînî çareserî bê dîtin û dorpêça li ser gel bê rakirin.

'Em ê tevî dorpêçê hewl bidin debara xwe bikin'

Hiyam Mihemed diyar kir ku ruxmî dorpêç û rêgiriya li ser wan tê meşandin dê berxwedana xwe bi îsrar berdewam bikin û axaftina xwe wiha domand: "Em 6 sal in bênavber berxwedana xwe di hemû şert û mercên dijwar ên koçberiyê de berdewam dikin. Di van çend salên koçberiyê de em di dorpêçek giran de dijîn. Ne derman ne jî mazotê didin herêmê. Zarokên me ji sermayê jiyana xwe ji dest didin. Ruxmî  zivistana sar jî zarokên me li ber sermayê xwendina xwe bi derfetên kêm didomînin. Em bi dorpêçê tune nabin, em Kurd in, bi salan e em li ber xwe didin. Siyaseta wan tu carî bandorê li ser berxwedan û têkoşîna me nake. Ger mazotê derbas nekin wê nan û av jî ji ser me bên qutkirin. Em ê bi derfetên herî kêm dîsa debara xwe bikin û dev ji doza berxwedanê bernedin."

'Zarokên me li ber sermayê dixwînin'

Hemîda Henan jî teqez kir ku wê li hemberî hemû şertên dorpêçê li ber xwe bidin û jiyanê li Şehbayê bi berxwedanê bidomînin û got: "Ji ber nexweşxane hatine rawestandin û hikumeta Şamê nahêle derman derbasî herêmê bibin zarokên me nexweş dikevin û em nikarin derman ji wan re peyda bikin. Ev dorpêç bi destên hemû dewletan hatiye kirin. Zarokên me li ber sermayê di dibistanan de dixwînin, ev jî serkeftineke herî mezin e. Daxwaza me tenê ew e ku rêgiriya li ser me were rakirin û em hinek be jî bi rehetî bikaribin bijîn."