Esengûl Demir: Em ê ji kesên ku bûne sedema vê yekê hesab bipirsin
Hevberdevka HDK'ê Esengul Demîr di roja 40'emîn a erdhejê de li Hatayê axivî û diyar kir ku dema wextê wê hat gel wê hesabê ji hikûmetê bipirse.
Navenda Nûçeyan - Li Hatayê ya ku erdhej hema hema hemû hilweşand, kesên di roja 40. de jiyana xwe ji dest dane hatin bîranîn.
Di çarçoveya bernameya roja 40. de, Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDP) Esengul Demîr, Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar, Hevberdevka Partiya Keskan û Pêşerojê ya Çep (Partiya Çep a Kesk) Çîgdem Kiliçargûn. Hevseroka Giştî ya Partiya Ji nû ve Avakirina Sosyalîst (SYKP) Canan Yuce, Hevserokên Giştî yên HDP'ê Nacî Sonmez, Tulay Hatimogullari, endama VQA ya HDP'ê Elîf Bulut û parlamenter Oya Ersoy ewil çûn ser gora Xizrê ya li bajarokê Samandag. Heyet piştre çûn Mizgefta Hebîb-î Neccar a Antakyayê.
Hevberdevka HDK'ê Esengûl Demîr li vir axivî û diyar kir ku ew di nava xemgîniyeke mezin de ne û got, “Gelên me yên li vî welatî ne şîna xwe û ne jî êşa xwe kişandine. Tevî ku roja çil e jî, em di wêraniyeke mezin de ne. Em çil rojan li Antakyayê pir ji nêz ve bi çavên xwe jiyan kir, îro em dibînin ku tiştek neguheriye. Helbet wêranbûn ji ber karesateke xwezayî pêk hatiye, Em baş dizanin ku sedema sereke ya vê wêraniyê encama nêzîkatiyên îdarî yên şaş e, siyaseteke ku pêwîstî û berjewendiyên gel li ber çavan nayê girtin e û Encama polîtîkaya ku ji derxistina efûya herêman derketiye holê ye.
'Pêdivî nayên bicihanîn'
Esengül Demir di berdewama axaftina xwe de diyar kir ku tiştên hatine jiyankirin qeder e û wiha gotunê xwe domand:
“Em îro ji bîr nekin. Em dibêjin ku tiştên ku werin jiyankirin di nava hevgirtina civakî û rêxistinbûyîna civakî de rawestin. Em duh li Enqereyê bûn. Şevê saet di 22’an de çirayên kuliyenê û pirtûkxaneya kuliyenê şewitîn. Desthilatdar dema ku di nava sefahatek ewqas mezin de dijiyan, ji gel re ava vexwarinê, îmkanên şert û mercên paqijiyê û konek ku serê xwe têxin tê de nedîtin. Mûmek nedîtin ku pêbixin. Mehek jî pêwîstiyek gel ya herî biçûk jî pêkneanîn. Em hemû di wê baweriyê de ne ku ger pereyên ku ji vergiyên gel tên komkirin li gorî pêdiviyên gel neyê bikaranîn, dema ku dem hat wê ev gel jî vê hikûmetê hesap bipirse.”
'Em ê hesabê we bipirsin'
Esengul Demîr di dawiya axaftina xwe got:
“ji me hemûyan re derbasbûyî be, em baş dizanin ku avakirina rojên ronahî, qutreta xwe, hestê me yên hevgirtinê û hêza me heye. Helbet dê ev gel jî biryardariya xwe nîşan bidin ku rêveberên ku xizmeta rûmet, pêdiviyên xwe û pêşeroja xwe bikin hilbijêrin. Di vî warî de hilbijartinên Gulanê hem ji aliyê raya giştî ya li hember erkên ku hikûmetê pêk neaniye û hem jî ji aliyê biryarên ku dê ji bo avakirina paşeroja xwe bigire gelekî girîng e. Em careke din bi bîr tînin ku em ê birînên xwe bipêçin, lê ji kesên ku bûne sedema wê jî em ê hesab bipirsin. Dubarê serê gelê me sax be."