Endama RAF’ê piştî 30 salan li Berlînê hat girtin

Endama Fraksiyona Artêşa Sor, Daniela Klette piştî 30 salan li Berlinê hate girtin. Endama RAF’ê Daniela Klette ya hatî girtin şandin girtîgehê.

Navenda Nûçeyan – Endama berê ya Rêxistina radîkal ya Fraksiyona Artêşa Şor (RAF) ku li Almanya di sala 1970’an hatî avakirin û heta sala 1998’an xebata dayî meşandin, ku zêdeyî 30 salan lê digeriyan Daniela Klette li Berlînê hate binçavkirin û girtin. Daniela Klette, li taxa Kreuzberg ku weke ‘kaleya çep’ ku giranî penaberin lê ya Berlînê hate binçavkirin.

Rêxistinê di sala 1991’an de, li seferetxaneya DYE ya li bajarê Bonn ya Elmanya êrîşa bi çek pêkanîbû. DNA ya Daniela Klette li cihê bûyerê hatibû tesbît kirin. Ji wê dîrokê heta niha bi awayek çalak li Daniela Klette digeriyan.

RAF’ê ji salên 1970’an heta 1998’an xebat da meşandin

Piştî şerê cîhanê yê dûyemîn li rojavayê Elmanya rêxistina herî çalak û ya dihat zanîn bû û xwe weke ‘gerîlayên bajar’ bi nav kiribûn. RAF ji sala 1970’an heta 1998’an xebat da meşandin. Bi taybet di sala 1877’an de gelek çalakiyên ku weke Payîza Elman dihat zanîn û rê li ber qeyrana netewî vekirîn pêkanîn. Di sala 1998’an xwe belav kir.