Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar di roja 77’an de ye

Emîne Şenyaşarê ya li ber wezareta dadê li edeletê digere tevî hemû astengiyan çalakiya Nobeta Edeletê didomîne.

Enqere – Parastvan û xizmên parlamenterê AKP’ê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê êrişî dikana malbata Şenyaşar kir. Di êrişê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar hatibûn qetikirin. Emîne Şenyaşar û kurê wê Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (DEM Partî) yê Rihayê Ferît Şenyaşar ku ji êrişê bi birîndarî xelas bûbû, Nobeta Edeletê veguhestibûn pêşiya Wezareta Dadê. Nobet, di roja 77’an de berdewam kir. Emîne Şenyaşar ku bi kurê xwe Ferît Şenyaşar ku parlamenterê DEM partiyê yê Rihayê ye, çû ber wezaretê, polîsan astengî derxist û ber wezaretê bi bariyetan girt. Lê piştî berxwedana Emîneyê bariyer hatin rakirin.

Emîne Şenyaşar piştre çû ber meclîsê û daxwaza ji bo berdana kurê xwe dubare kir û got heta kurê wê neyê berdan wê têkoşîn bidome. 

Parlmaneterê DEM Partiyê Kocaeliyê Omer Faruk Gergeroglu jî çû serdana malbata Şenyaşar û da zanîn ku got Ferît Şenyaşar ev dijhiqûqî bi dehan carî li meclîsê aniye ziman lê parlamenterên AKP’ê hewl dane wî bêden bikin.  

Malbat piştre derbasî meclîsê bûn.