‘Em ê carek dinbi Erdogan bidin windakirin’

Ji bo hilbijartina tura dûyemîn ya serokkomariyê Wekila Partiya Çepên Kesk ya Amedê Ceylan Akça bang li gel kir ku biçin ser sindoqan dengê xwe bikar bînin û got: “Em ê carek din bidin windakirin.”

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed- Di hilbijartina serokkomariyê ku di 14’ê Gulanê de pêkahat namzetên serokkomariyê dengên têrker heta ji sedan 50 negirtin, hilbijartin ma tura dûyem. Di hilbijartina ku wê di 28’ê Gulanê de pêk were, partî bê navber xebatên xwe berdewam dikin, Kurdistanî di hilbijartina yekem de dengê xwe dan Kiliçdaroglu. Gelê ku di hilbijartina serokkomariyê de dengê xwe nedan Erdoxan daxwazên xwe yê guherîn û demokrasiyê carek din nû kirin û wê bi heman daxwazê di 28’ê Gulanê de biçin ser sindoqan.

Wekila Partiya Çepên Kesk a Amedê Ceylan Akça di 14’ê Gulanê de hate hilbijartin, da zanîn derbarê hilbijartina tura dûyem de li qadan dest bi xebatan kirin û diyar kir ku di tura yekem de gelê Kurd bi Erdogan da windakirin û derbarê hilbijartina tura dûyem de jî got: “Em ê serbikevin.”

‘Li Meclîsê ji sedan 50 jin in’

Ceylan Akça da zanîn ku weke Partiya Çepê kesk di heman şert û mercên partiyên din de neketin hilbijartinê û diyarkir ku bi piştgiriya gel divê pêvajoyê de xebat dan meşandin û destnîşan kir ku bi biryardarî û îradeya gel wekil şandin meclîsê û wiha got: “Di şert û mercên ku heyî de ên ku xwestin me ji derveyî parlementoyê bihêlin, gelê Kurd bersîvek baş da wan. Gel got ezê nunertiya xwe bişînim parlementoyê û dengê xwe bikar anî. Nêzî 61 wekîlan emê biçin meclîsê ji vê jî ji sedan 50’ê wê jin in. Em bi rêjeyek wekhev di meclîsê de cih digrin.”

 ‘Emê carek din bi Erdoxan bidin windakirin’

Ceylan Akça bi bîr xist ku gelê Kurd ew îradeya ku di hilbijartina yekem de derxistî holê daxwaza xwe ya demoqrasiyê carek din nîşanî tavayî Tirkiye da. Da zanîn ku wê di 28’ Gulanê de daxwaza xwe carek din binîn ziman û wê bi Erdoxan bidin windakirin û wiha dom kir: “Piştî hilbijartina 14’ê Gulanê, li pêşiya me hilbijartina serokkomariyê heye. Divê hilbijartinê de wê Erdoxanê ku di 10 salên dawî dê êrîşî gelê Kurd û destkeftiyên wan dike û bombeyan lê dibarîne û yan jî namzetê beramber emê hilbijêrin. Ev hilbijartin hilbijartina wêye emê biryara wê bidin. Hilbijartina ku emê beramberî tiştên ku Erdoxan kirine bidin. Ji ber vê yekê weke ku partiya me diyarkirî emê polîtakayên windakirina faşîzmê berdewam bikin. Emê di 28’ê Gulanê de dengê xwe bidin namzetê beramberî Erdoxan. Di şeva hilbijatinê de rêjeya dengên gelê Tirkiye û daxwaza gelê Kurd ya demoqrasiyê me carek din dît. Gelê Kurd ji bo vî welatî ji pençên Erdoxan rizgar bike wê berpirsyartiya dikeve ser milê pêk bîne, bi bejdariya rekorê çû ser sindoqan. Ji niha û şûnde di pêvajoyê de gelê ku li aliyê din yê Tirkiyê wê biryar bide.”

‘Emê peyama gel bigrin û li qadan bin’

Ceyla Akça diyarkir ku ji bo xebatên hilbijartinê dest bi amadekariyan kirine û peyamê ji gel digrin û ji bo parvekirinê wê li qadan bin û bang li gel kir ku roja hilbijartinê biçin ser sindoqan û wiha got: “Emê bi vê hilbijartinê cardin bi wan bidin windakirin. Lê belê tenê siyaseta me bi windakirina wan re namîne, di heman demê de emê balê bidin qezenc kirinê. Bi çûyîna Erdoxan re emê gelek tiştan qezenc bikin. Em dikarin hatina gel hev qezenc bikin, ji ber vê dema ku me da windakirin, emê qezenc bikin. Di hilbijartina 14’ê Gulanê de li qadan xebatên me bê navber berdewam kir. Di hilbijartina 28’ê Gulanê de emê li qadan xebatên xwe berdewam bikin. Emê bi heman rîtmê bi navber xebatên xwe dom bikin. Enerjiya me heye, emê 28’ê Gulanê bi zafere tacîdar bikin.”