Doza 6 jinên rojnamevan hat taloqkirin

Danişîna duyemîn a 6 rojnamevanên jin ên bi hinceta çalakiya piştevaniyê ji bo xebatkarên Çapemeniya Azad tên darizandin, hat taloqkirin.

Navenda Nûçeyan- Di 29’ê nîsana 2023’yan de rojnamevanan bi armanca operasyonên binçavkirinê yên li dijî xebatkarên Çapemeniya Azad şermezar bikin li navçeya Kadikoya Stenbolê hatibûn ba hev û bi lêdanê hatibûn binçavkirin. Danişîna 2'yemîn a doza ku der barê rojnamevanan de hatiye vekirin hat lidarxistin.

Danişîna doza bi îdiaya “Muxalefeta li dijî qanûna xwepêşandan û civînan” der barê rojnamevan Serpîl Unal, Yadîgar Aygun, Pinar Gayip, Eylem Nazlier, Zeynep Kûray û Esra Soybîr de hatiye vekirin li 22’yemîn Dadgeha Ceza ya Asliye ya Stenbolê ya li Edliyeya Anadoluyê hat lidarxistin. Rojnamevanên ku serbest dihatin darizandin tevli danişînê nebûn. Parêzer Devrîm Avci Ozkurt û Ezgî Kose di danişînê de amade bûn.

Şandeya dadgehê ji bo parastina Esra Soybîr a di danişîna ewil de parastina wê nehatibû girtin were temamkirin, biryar da ku li benda bersiva nivîsa fermanê ya ji 34’emîn Dadgeha Ceza ya Asliye ya Antalyayê re hatiye şandin bimîne. Dadgehê danişîn taloqî 18’ê Hezîranê kir.