Dilxwaza EŞÎK’ê: Têkoşînek pir dijwar li benda me ye

Dilxwaza EŞÎK’ê Ozgul Kapdan bal kişand ser girîngiya tûra duyemîn a hilbijartina serokomariyê ya 28'ê Gulanê û wiha got: "Têkoşîneke pir dijwar li benda me ye. Ger raya giştî ya demokratîk winda bike dê mekanîzmaya şopandinê nemîne.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Navenda Nûçeyan- Di Hilbijartina serokomarî û parlamentoyê ku di 14’ê Gulanê de li Tirkiyeyê çêbû de Partiya Yenîden Refahê (YRP) û HUDA-PAR’ê ku bi polîtîkayên xwe yên dijminahiya jinan tevli Tifaqa Cumhur bûn jî dê li meclisa nû cih bigrin. Daxuyaniyên di rêziknameya partiyê ya HUDA-PAR'ê ku têkildarî jinan e û gotinên rêveberên wî yên li dijî Qanûna Parastina Malbatê û Pêşîgirtina li Tundiya li Ser Jinan a bi hejmara 6284'an a beriya meclisê bê vekirin balê dikşîne.

Dilxwaza Platforma Jinan a Ji bo Wekheviyê (EŞÎK) Ozgul Kapdan a der barê hilbijartina serokomariyê ya ku ji ber namzedan dengên têrker negirt derbasî tûra duyemîn bû, di meclisa nû de nirxandinan kir. Ozgul Kapdan, diyar kir ku ew wek jin pêvajoyê pêşbînî kirine û civak li dijî vê yekê hişyar kirine, da zanîn ku tevî van hişyariyan jî ew bi tenê hatine hiştin. Ozgul Kapdan diyar kir ku muhafazakar û alîgirên guhertina rejîmê dê di vê pêvajoyê de li meclîsê de bin û destnîşan kir ku ne girînge hejmara van kesan 3 an jî 5 be.

'Di asteke zêde de xeternak e'

Ozgul Kapdan, diyar kir ku lihevhatina ferasetek bi vî rengî ya bi hêzeke siyasî re di asteke zêde de xeternak e û wiha got: "Tevî ku zêdebûnek destûra bingehîn bi dest nexistibe jî ger di hilbijartinên serokomariyê de raya giştî ya demokratîk têk biçe dê tu mekanîzmaya şopandinê nemîne. Dê di vê demê de her tiştî bikin, dixwazin rejîma vî welatî biguherînin. Ev daxwazên xwe jî cara yekemîn e tînin ziman. Di pêvajoya hilbijartinê de em li ser mijarê bi kesên ku dixwazin welat bibe Afganistan re bikevin tifaqê rawestiyan."

'Em di nava şerekî de ne’

Ozgul Kapdan, da zanîn ku ev rewşa di beşên mezin ên civakê de tê jiyîn, nû tê ferqkirin û dest bi axaftinê tê kirin û wiha axivî:

“Divê li parlamentoyê mekanîzmayek ku arîtmetiya li vir rawestîne û hevseng bike hebe. Ev tê wê wateyê ku hilbijartinên serokomariyê teqez dê were qezenckirin. Ji bo vê jî divê hemû bê kêmasî û bê nîqaş li ser van bifikirin. Em di nava şerekî de ne û li pişt sîpêran bi gotina kulîlk û kêzikan hewl didin! Kampanyaya hilbijartinê jî hinek wiha hat meşandin. Wekî ku xeterî nû hatiye ferqkirin tê axaftin. Helbet ev jî tiştekî wisa ye, bi rastî jî di 28’ê Gulanê de wekî ku me hilbijartina bi dest xistine ji nû ve bi dest bixin dibe. Hemû hewldanên me di vî warî de ne, berevajî wê gelek kes nikarin xeyal bikin ku çi bibe lê dibe ku em ji Afganistanê xirabtir bin. Ji ber ku gelek xetên me yên fayê hene. Tu kes nikare bi tu kesî re bi paşguhkirina hemû berjewendiyan hevkariyê bike.”

‘Yekemîn koma ku azadiya wê were desteserkirin dê jin bin’

Ozgul Kapdan, da zanîn ku divê li nîqaşên heyî bi awayekî berfirehtir bê nihêrîn û destnîşan kir ku ger tedbîr neyên girtin dê welat bikeve rewşên ji Îran û Afganistanê xerabtir. Ozgul Kapdan destnîşan kir ku divê civaka demokratîk ji bo îro û pêşerojê bi ser bikeve û wiha axivt:

“Pêvajoyeke ji vê pêvajoyê tirsnaktir tune ye. Em niha rewşa herî metirsîdar dijîn, rojê 3 jin tên qetilkirin, ji vê xerabtir çi heye? Ev şerek e, şerê hundirê malê ye, mîlîtarîzma hundirê malê ye. Tu derdek pergala heyî ji bo pêşîlêgirtina tundiyê nîn e. Gotûbêjên heyî divê bi awayekî berfirehtir bên dîtin. Qanûna Medenî û ji nû ve rakirina hemî gelên medenî yên ku li ser bingeha laîkîzmê dimeşin e. Di rastiyê de, divê ji vir rast were axaftin. Li ser vê jî lêkolînên biçûk hatin kirin lê raya giştî bertekên pêwîst neda. Piştre gavên din ên wek mînak mijara efûya îstîsmara zarokan hatin avêtin, bi mebesta daxistina temenê zewacê. Dibêjin ev xewna guhertina tam a rejîmê ye. Ev jî pir eşkere ye. Di vê pêvajoyê de muxalefetê jî wekî tê xwestin civakê agahdar nekir. Der barê pêvajoya çalakiyê de tu dengekî cidî ji muxalefetê derneket. Yekem koma ku dê ev kes desteser bike û azadiya jinan, piştre zarok û Kurd e.”

'Têkoşîneke pir dijwar li benda me û tevahiya civakê ye'

Ozgul Kapdan, destnîşan kir ku divê pêvajo hem ji bo jinan hem jî ji bo komên dezavantaj bê meşandin û xwest biçin ser sindoqan. Ozgul Kapdan axaftina xwe wiha domand:

“Têkoşîneke pir dijwar li benda me û hemû civakê ye. Niha ji bo hicab li kêleka çarşefê zêde kirine. Ji bilî wê guhertina destûrê dê gelek tiştên cuda hebin. Ji bilî girseya siyasî, neteweperest jî hene. Hebûna serokatiyê wekî mekanîzmaya rawestandina wê dê têkoşînê hêsan bike. Tevgera jinan dikare bi hev re bi awayekî zelaltir têbikoşe, yekane tişta ku em dikarin bihesibînin ev e.”