Di ser teqîna Beyrûtê re 3 sal derbas bû: Berpirsiyar nehatin dîtin

Lubnan di 4’ê Tebaxa 2020’an de ji ber teqîneke mezin hat hejandin. Di karesatê de 218 kesan jiyana xwe ji dest dan, teqîn bû sedema krîzeke siyasî û aborî.

Navenda Nûçeyan - Dema ku roja 4’ê Tebaxa 2020ê demjimêr 06:07ê sibê nîşan da, Lubnanê ket rêyeke bêserûber.  Lubnanê di dîroka xwe de teqîna herî tund jiya.

Li Bendera Beyrûtê dûman rabû û piştre teqînek pêk hat. Di teqînê de 218 kes jiyana xwe ji dest dan. Li gorî agahiyan, zêdetirî 7 hezar kes birîndar bûne. Bi sed hezaran kesên nêzî herêmê neçar man malên xwe biterikînin. Zêdeyî 70 hezar apartman, gelek nexweşxane û dibistan xera bûne.

Berpirsiyarên teqînê nehatin dîtin û nehatin darizandin

Hat diyarkirin ku 2 hezar û 750 ton amonyum nîtrata ku di siloya genim de hatiye embarkirin bûye sedema karesatê. Lêçûna teqînê 15 milyar dolar derbas kir. Ev reqem wek ji sedî 65ê Berhema Navxweyî ya Nawutî ya Lubnanê hat diyarkirin. Li welatê ku aborî têk çû, hikûmet ket û di her qadê de krîz dest pê kir. Di lêpirsîna ku piştî teqîna li welatê ku ji aliyê hikumeta demkî ve tê birêvebirin de hat vekirin de tu pêşketin çênebû. Berpirsiyarên teqînê nehatin dîtin û nehatin darizandin.