Di rêwîtiya ber bi Kobanê ve çîroka berxwedan, cesaret û dadê: “Keçên Kobanê”
Dema ku pirtûka bi navê “Keçên Kobanê: Çîrokek a berxwedan,cesaret û dadê ye” giha ber destê xwendekarên xwe, nivîskara pirtûkê Gayle Tzemach Lemmon a DYE yî dibêje: “Dema ku ez ji jinên li hemberî DAIŞ’ê şer kirine hayîdarbûm, fikirîm ku hewceye çîrokên wan binivîsim.” Û lê zêde dike: “Berxwedan bi xwe ji min re bû çavkaniya îlhamê.”
Dema ku pirtûka bi navê “Keçên Kobanê: Çîrokek a berxwedan,cesaret û dadê ye” giha ber destê xwendekarên xwe, nivîskara pirtûkê Gayle Tzemach Lemmon a DYE yî dibêje: “Dema ku ez ji jinên li hemberî DAIŞ’ê şer kirine hayîdarbûm, fikirîm ku hewceye çîrokên wan binivîsim.” Û lê zêde dike: “Berxwedan bi xwe ji min re bû çavkaniya îlhamê.”
Navenda Nûçeyan- Jinên Rojava yên ku li hemberî DAIŞ’ê berxedanek mezin nîşan dane, bi şahidiya hemû cîhanê dîrok nivîsandin. Gayle Tzemach Lemmon a DYE yî jî xwest vê berxwedana dîrokî bi pirtûka “Keçên Kobanê: Çîrokek a berxwedan, cesaret û dadê ye” bêmirin bike. Gayle Tzemach Lemmon a bi rêya ajansa me aşkere kir ku çawa dest bi pirtûka li Qamişlo bi Kurdî û Erebî bê çapkirin û belavkirin, kiriye; bi van gotinan tîne ziman: “Yên ku em anîne ba hev û hêlaye ku em cîhnê bi çavên hin kesên din bibînin, bêguman ewin. Wan jinan her roj bêyî ku eleqeyê bibînin, balê bikişînin ser xwe, her roj dîrokê dinivîsînin. Ez jî ji bo ku ew çawan diniyayê vediguherînin bikim belge û qeyd bikim, hewil didim ku erk û peyvira dikeve ser milê min pêk bînim.” Me, ji nivîskara DYE yê ya ku ji ajansa me re nirxandin kir pirsa çîroka jiyana wê û rêwîtiya wê ya ber bi Rojava ve pirsî.
Hûn dikarin hinek behsa xwe bikin? Gayle Lemmon kî ye? Hûn çi karî dikin? Ji derveyî nivîskariyê hûn bi çi re têkildar in?
Ez jiyana jinan û çîrokên ku girîngiya dîroka wan nîşan didim vedibêjim. Ez di civakek jinên ku ji soza xwe venedigeriyan û ji bo baweriya xwe şer dikin de mezin bûm. Dayika min, hem ji bo min mezin bike hem jî di her warî de derfetê bide min du karan bi hev re dikir. Ji min re digot ku nêrînên mirovan çiqas cuda bin jî her dem rêzê nîşanî wan bide, bi rûmet nêzî her kesê bibe û tu carî dest ji vê yekê bernede lewre ya girîng ew e ku ji bo tu bikaribî karek bikî divê çi ji destên te were bikî. Ez 13 salî bûm dayika min wefat kir lê heta wê demê min di her warî de jixwe wê mînak girtibû. Ew ji bo min model bû eynî weka dapîra min.
Bêguman ez ji xwendina pirtûkan pir hez dikim her wiha ji dema ku bi malbata xwe re diborînim jî hez dikim. Gelek karên min min hene û ji ber vê yekê her çiqas eleqeya min ji tiştên cuda re hebe jî nikarim zêde demê ji wan re veqetînim.
Em bi pirsek klîşe ku hema bêje ji her nivîskarî tê pirsîn bidomînin. Ji bo we nivîsandina pirtûkan tê çi wateyê? Hûn ji kengê ve nivîskariyê dikin? We çawa dest pê kir? Ev ji bo we pîşe ye yan tiştek din? Armanca we bi nivîsê çi ye?
Di sala 2011’an de min der barê çîroka gelek jinên ji her derê cîhanê ku min ji bo wan nivîsandibû de axaftinek kiribû: “Ez hêvî dikim ku mirov nêrîna xwe ya ji cîhanê re û ji jinên di çîrokan de behsa wan tê kirin biguherînin. Çîrokên jinan ji bo her kesê girîng in lê em gelek caran van nabînin.”
Romanên we yên “Şerê Ashley” û “Terziya Khaîr Khana” ku berê hatine weşandin û di NYT’ê de ketine lîsteya yên zêde hatine firotin hene. We di Terziya Khaîr Khana de çîroka jineke Afgan a li dijî zilma Talîbanê li ber xwe dida vegot. Di Şerê Ashley de jî we komeke jinên leşker ên amerîkayî ku di operasyonên şerê taybet ê li Afganistanê de cih girtibûn kir mijara xwe. Niha jî hûn xwe amade dikin bi pirtûka “Keçên Kobanê: Çîroka Berxewdan, Cesaret û Edaletê” derkevin pêşberî xwendevanan. Di vê pirtûkê de şervanên jin ên Kurd ên li dijî DAIŞ’ê şer dikin vedibêjin. Bi qasî ku em dibînin di pirtûkên we de çîrokên ku jinan ji xwe re dikin navend hene. Hûn bi vê yekê dixwazin çi ji me re bibêjin? Di mijara jinan de nîqaş û têkoşînek mezin heye. Hûn di vê mijarê de dixwazin ji me re çi bibêjin?
Ez dixwazim mirov hêz, giranî û girîngiya çîrokên li ser jinan bizanibin. Daxwaza min ew e ku jinên ciwan, tiştên ku dayik, xaltî, met û xwişkên wan kirine û serkeftî bûne îlham bigrin. Bêguman dixwazim em hemû çîrokên jinan ên li derdora xwe bibînin.
Bavê min ji ber ku ji Rojhilata Navîn bû ev mijar di heman demê de ji bo min şexsî ye. Jixwe dema ku ez hê 10 salî bûm jî der barê rola jinan û girîngiya wekheviyê de nîqaşan dikir. Ji ber vê pirtûka Keçên Kobanê hinek diyarî bavê min hatiye kirin.
Hûn qet li qadên şer man? Mesela Afganistan, Rojavayê Kurdistanê? We ev çîrok çawa berhev kirin?
Ji sala 2005’an vir ve ango ji 16 saliya xwe ve ez li cîhanê geriyam û li her derê cîhanê min der barê jiyana jinan de lêkolîn kir, ji bo gelek çavkaniyên nûçeyan ên li DYA’yê jî min nivîsîn. Ez çûm serdana jinên muteşebîs ên li Ruandayê, jinên aktîvîstên civakê yên li Tanzanyayê, jinên di temenê biçûk de li DYA’yê bi zorê hatin zewicandin, dîsa jinên li DYA’yê di xizmeta leşkeriyê û departmanên polîsan de dixebitîn û jinên ku li Afganistanê peywira ji bo tendirustiya dayikan dikirin û min çîrokên wan nivîsand. Ev çîrok hemû, behsa wan jinên ku ji cesaretê didin dike.
Pirtûka Keçên Kobanê, tam jî di salvegera 6’emîn a rizgariya Kobanê de derket. We ev yek bi zanîn tercîh kir an ev tenê tesaduf bû?
Li DYA’yê nivîskar, xwedî wê şansê nîn in ku kengê bixwazin pirtûkên wan werin çapkirin. Ev girêdayî şîrtekên weşanê ye.
Wê demê we çima xwest hûn vê pirtûkê binivîsînin? We çima jinên Kurd kir mijara xwe? Sedemên ku we ber bi vê yekê ve birin çi bûn û çima Kobanê?
Dema ku min bihîst jin li dijî DAIŞ’ê şer dikin, min fêm kir ku divê ez çîrokên wan binivîsim. Ew berxwedan bi xwe ji bo min bû îlham lê diviyabû zêdetir tiştan bizanibûma. 3 salên ku min bi wan jinên dîrok nivîsandin re derbas kirin ji bo min gelek baş bû. Çîrokên wan, ji bo xwendevanên li DYA’yê yên ku vê yekê nizanibûn girîng bû û ji bo vê min xwe gihand têkiliyên xwe yên li Rojava û bi wan re xebitîm lewre şerê Kobanê, ji bo DYA û cîhanê pir girîng bû.
Der barê Têkoşîna Jinên Kurd de hûn çi dizanin û hûn dikarin çi bibêjin? Mesela jinên Kurd ên hûn wan nas dikin û hê jî tekiliya we bi wan re heye hene? Mînak; siyasetmedar, lîder, fermandar, nivîskar û hwd?
Min bi gelek jinên mezin ên ji qadên leşkerî û siyasî ku parçeyek ji vê dîrokê ne re dem derbas kir û di van sê salên dawî de her dem bi wan re di têkiliyê de bûm. Ev ji bo min şansek bû. Carna ji min pirs dikirin digotin “Gayle, tu yê pirtûka xwe kengê biqedînî?” Lewre min gelek caran li ofîs û biryargehên wan hevpeyvîn kiribûn. Ji ber vê ez ji hemûyan re ji bo dema xwe ji min re veqetandine û perspektîfa dane spasî dikim.
Li tevahiya cîhanê şer heye. Ji her neteweyî jin êşên pir mezin dijîn. Ji aliyekî ve jî her roja diçe em li têkoşîna wan a mezin dibe temaşe dikin. Tu der barê vê rastiya dualî de hûn çi difikirin û hîs dikin? Ji derveyî nivîsê hûn çawa piştgirî didin vê têkoşînê?
Ez bawer dikim ku ev çîrok me bi cîhana me ve girê didin. Hem me ber bi tecrubeyên kesên din ve dibin hem jî dibin sedem ku têkoşîna wan me ronî bike. Ên me tînin ba hev û dibin sedem ku em bi çavên kesên din cîhanê bibînin ew bi xwe ne. Ew jin bêyî ku eleqeyek bibînin an jî balê bikşînin her roj dîrokê dinivîsînin. Ez ji bo nîşan bidim ku ew cîhanê çawa diguherînin hewl didim tişta dikeve ser milên xwe bikim.
Kamala Harris... Yekem jina alîkara serokê DYA’yê. Ji reşikbûniya wê zêdetir ji ber ku jin e gelek kes bi heyecan bûn. Me bi Barrack Obama dît ku li DYA’yê fobiya reşikbûnê şikestiye. Hûn di vê mijarê de çi difikirin? Kurdan pênaseya “hevserokatiya” fiîlî kir. Li gorî we jî wisa ye? K. Harrîs an jî jineke din îhtîmal heye ku bibe seroka DYA’yê? Piştî vê dê çi bibe gelo? Hûn bawer dikin ku têkoşîna jinên Kurd bandor li ser vê yekê kiriye?
Van deman li DYA’yê eleqeyek zêde ji rêveberiya Bîden re heye. Di heman demê de DYA, pir tê sûcdarkirin û trajediya COVÎDÊ dijî.
Kamala Harris jî li DYA’yê dîrokek nivîsand. Ev li DYA’yê îşareta parçebûneke mezin a siyasî ye. Ez hêvîdar im ku em hemû bi dîtina wê ya alîkara serok kêfxweş bibin. Ev di dîrokê de rûpeleke nû ye ji bo DYA’yê; ew yekem jina alîkara serok e.
Ger em careke din behsa pirtûkê bikin; beriya ku pirtûka we were çapkirin, hinek nûçeyên weke Hillary û Chelsea Clinton, ji pirtûka we îlham girtine û xwestine rêzefîlmek ku şervanên jin ên Kurd bike mijar çêbikin hatin weşandin. Hin kesan nexwestin ku ew kes fîlm çêbikin. Hûn di vê mijarê de dixwazin çi bibêjin? Bertek mafdar in gelo?
Berpirsyariya min, ji bo wan kesên ku bawerî bi min anîn û çîrokên xwe ji min re gotin heye. Karê min jî ew e ku ez çîrok û serpêhatiyên wan, heta bikaribim bigihîjînim gelek mirovan û nîşan bidim ku Keçên Kobanê ji bo me çima girîng in. Ez dixwazim her kes çîroka van jinên xwedî ezm û îrade bizanibe.
Pirtûka we beriya were çapkirin balê kişand ser xwe. Hûn difikirin ku pirtûka xwe li zimanê Kurdî û zimanên din wergerînin?
Kobanê, Qamişlo, Hesekê, Reqa, Tebqa û li gelek bajarên din, ji ber ku min gelek jin nas kirin û li serpêhatiyên wan guharî kir pir bi heyecan im. Ez dixwazim ji we re bibêjim ku dê pirtûka Keçên Kobanê bi Kurdî û Erebî li Qamişloyê were çapkirin.
Herî dawî em hêvî dikin ku hûn ji niha û pê ve jî nivîsê bidomînin. Gelo ji niha û pê ve hûn ê behsa kîjan jinên berxwedêr bikin? Hûn dikarin ji me re bibêjin?
Beriya ku ez li ser Kobanê bixebitim, min plan kiribû ku çîrokên dayika xwe, xaltiyên xwe û hemû jinên ku wekî wan di salên 1980’yan de li DYA’yê ji bo zarokên xwe xwedî bikin têkoşînên mezin dabûn binivîsînim. Di demên pêş de ez ê ji bo wan binivîsînim lê beriya her tiştî ez ê pirtûka Keçên Kobanê heta bikaribim ez ê hewl bidim bigihîjînim gelek mirovan. Bi vê yekê dê gelek mirov van çîrokan bixwînin û hîn bibin.