'Di pêvçûnên li Rojhilata Navîn de jin zêdetir berdêl didin’

Jinên Mexribê Hind Mumeyez û Malîka Zakhnînî ya bal kişandin ser polîtîkayên hêzên serwer ên li Rojhilata Navîn, diyar kirin di pevçûnên li Rojhilata Navîn de jin du qat zêdetir berdêl didin û bal kişandin ser girîngiya piştgiriya jinan a navneteweyî.

HANAN HARITE

Mexrib– Aktîvîstên jin ên Mexribê ku bertek nîşanî êrîşên Îsraîlê yên li ser Zîvala Xezayê û polîtîkayên şer ên bi gelemperî li Rojhilata Navîn tên meşandin, êrîşa Îsraîlê ya li ser Xezayê wek "şerê li dijî mirovahiyê" pênase kirin. Aktîvîstên jin, bêbertekbûna navneteweyî ya li hemberî êrîşan şermezar kirin û bang kirin ku demil dest ji Îsraîlê hesab bê pirsîn û bê cezakirin.

Aktîvîsta siyasî û parêzvana mafên jinan Hind Mumayez, wiha got: "Pêkanînên dijmirovî ya Îsraîlê ya bi armanca tunekirin û ji hole rakirina nasnameya gelê Filistînê heye. Di demeke ku mafên mirovan û hiqûq ewqas pêşketiyê de li ser welatên Rojhilata Navîn ên wek Sûriye, Filistîn, Iraq û Yemenê êrîş tên pêkanîn û li dijî mirovan sûcê şer tê pêkanîn. Ev welatan, ji mudaxaleya hêzên mezin bandor bûn. Filistîniyan zêdeyî 70 sal in, ji bo girtina axên xwe yên hatine dagirkirin têdikoşin."

Di êrîşên DAÎŞ’ê de berdelê herî giran jinan da’

Hind Mumeyez, da zanîn di êrîşên çeteyên DAIŞ’ê de jinan berdêlên giran dan û wiha axivî: “Berdêlên giran ên êrîşên DAIŞ’ê ya li Iraqê jin jiyan kirin. Jinên ku ji aliyê DAIŞ’ê ve dîl hatin girtin, rastî kedxwarî û destdirêjiyê hatin. Li Iraqê di encama pevçûnên çekdarî yên navbera mezheban de, dewletek ku li dijî gendelî û rantên aborî têkoşîn nade û saziyên wî yên destûra bingehîn lewazin derket holê. Di nav encamên herî xirab ên şer de li Iraqê kuştin, destdirêjî, revandina mirovan û dîlgirtina li ser jinên Êzidî jî hebû. Hêzên hegemon, ji bo bidestxistina çavkanî û kontrolkirina aborî ya wan welatan hemû pêvçûnên li herêmê kedxwarî bike û ev jî civak neyînî bandor dike.”

‘Hedefgirtina jin û zarokan rewşekî ji sûcê şer wêdetir e’

Hind Mumayez bal kişand ser şerê li Zîvala Xezayê qewîme û wiha axivî: "Gelê Filistînê, ji salên 1940'î vir ve di encama dagirkirina axa wan a ji aliyê Îsraîlê ve di bin şert û mercên zehmet de dijîn. Gelê Filistînê ji bo jiyanek azad berxwedan nîşan dan. Welatên rojava ji ber ku dixwazin li ser hemû axên Filistînê kontrola giştî pêkbînin, piştgirî didin planên Îsraîlê. Di encamê de bi hezaran mirov tên koçber kirin û qetilkirin. Hedefgirtina jin û zarokan rewşekî ji sûcê şer wêdetir e. Armanca sereke tasfiyekirina doza Filistînê ye.”

‘Divê şerê qirkirinê ya li Xezayê bê rawestandin’

Hind Mumeyez, anî ziman ku çareseriya îstîkrara siyasî û aborî ya li herêmê, demil dest dawî anîna şerê li Xezayê û pêkanîna lihevhatin û peymanên navneteweyî ye. Hind Mumayez, wiha got: “Ji bo bêyî hedefgirtin û girtin parastina sivîlan, divê korîdor û qadên ewle bên avakirin. Di pêşxistina demokrasiyê, seferberkirina raya giştî ya herêmî û navneteweyî ya ji bo gelê Filîstinê û ji meqam û platformên cuda yên wek parêzer, pisporên medyayê, akademîsyen û siyasetmedaran ji bo piştgiriya gelê Filîstinê de rola jinan girîng e. Divê li dijî êrîşan hêzeke zextê bê avakirin, meşên girseyî bên lidarxistin û parlamentoyên heyî bikevin nava tevger e. Divê şerê qirkirinê ya li Xezayê bê rawestandin, li dijî sivîlên bêparastin, jin, zarok û doza Filistînê Îsraîl bê şermezarkirin."

‘Rojhilata Navîn bû hêlîna pevçûnan’

Profesora hiqûqa Navneteweyî ya Fakulteya Multidisipliner a Zanîngeha Sultan Moulay Suleyman Benî Mellal a li Mexribê û nûnera parlamentoyê Malîka Zakhnînîn jî wiha got: "Rojhilata Navîn bû hêlîna pevçûnan. Di aloziya ku ji salên 1940'î vir ve bi avabûna dewleta Îsraîl re derket holê, pêvçûna Ereb-Îsraîl derket holê. Bi dehan sale rageşiyek heye. Pirsgirêk heta niha bê çareserî man. Pirsgirêka Filistînê ji ber zêdebûna aliyên mûdail bû yek ji pirsgirêkên herî aloz. Wek li Sûriye û Iraqê jî, qadên tundî, kaos û mudaxaleya derve berfireh bûn. Bi taybetî pirsgirêka Filistînê, li gorî hiqûqa mirovî ya navneteweyî û parastina mirovan, mafê jiyanê mafê herî girîng ê mirovan e.”

‘Herî zêde ji şer û pevçûnên li Rojhilata Navîn bandor dibin jin in’

Malîka Zakhnînîn, têkildarî şert û mercên ku jinan li herêmên bi pêvçûn ên wek Filistîn, Sûriye, Yemen, Sûdan û Iraqê dijîn nirxandinan kir û wiha axivî: “Tê zanîn ku herêmên şer gelek maf û azadiyên mirovên di nav de paşguh dike û di heman demê de girêdayî têkbûna şert û mercên ewlehiyê û zêdebûna metirsiyên ewlehiyê yên cuda ye jî. Pêkane ku metirsiyan bandor hemû niştecihan dike, lê jin, zarok û kal û pîran zêdetir bandor dike û ev jî dibe sedem du qat zêdetir berdêlan bidin. Ji ber kêmbûna ewlehiyê gelek binpêkirinên mafên mirovan ên wek girtin, revandina mirovan, êrîşa zayendî û sûdnegirtina ji mafê perwerde û tenduristiyê tên jiyîn. Tê fikirîn ku beşên ku herî zêde ji şer û pevçûnên li Rojhilata Navîn bandor dibin jin in.”

‘Divê jin û zarok ji pevçûnan bên parastin’

Malîka Zaxnînî, der barê ji bo jinên li herêmên şer dijîn çawa piştgirî û alîkariyê bê pêşkêş kirin de jî wiha got: "Jin li herêmên pevçûnan rastî tundiya tevlihev tên. Divê pêşnûmeyek qanûnê ya navneteweyî ku sivîlan di şerê çekdarî de diparêze bê amadekirin. Divê jin û zarok ji pevçûnan bên parastin. Jinên Filistînî rastî her cure tundiya fizîkî, civakî, aborî û tundiya siyasî tên. Ji ber negirtina alîkariyê êşa wan du qat dibe. Li Yemen, Îraq û Sûriyê jî jin rastî heman rewşê tên. Biryarên NY’ê jî ji bo başkirina şert û mercên jinan bersîv nabe. Rewşên îro nîşan dide Rojhilata Navîn ji îstîkrara siyasî û aborî dûr e. Ger tê xwestin li Rojhilata Navîn aştî pêk were, divê pirsgirêka Filistînê were çareserkirin, aştiyeke mayînde bê garantîkirin, îstîkrara aborî bê misoger kirin û mudaxeleyên navneteweyî û herêmî bên bêbandor kirin.”