Di nava şeş mehan de 145 rojnamevan rastî binpêkirinên mafan hatine

Rêxistina Peyamnêran a ji bo Parastina Maf û Pêşxistinê, rapora daneyên şeş mehan ya binpêkirinên li dijîrojnamevanan eşkere kir.

Navenda Nûçeyan- Îro Rêxistina Peyamnêran a ji bo Parastina Maf û Pêşxistinê, rapora şeş mehan a binpêkirinên li Herêma Kurdistanê li beramberî rojnamevanan pêkhatine parve kir.

Di raporê de hatiye diyarkirin ku li Herêma Kurdistanê roj bi roj binpêkirinên li beramberî rojnamevanan zêdetir dibin. Li gora daneyên hatine parvekirin, di nava şeş mehên destpêka îsal de 78 bûyerên binpêkirina mafan li beramberî 145 rojnamevanan hatine tomarkirin.

Di raporê de hat destnîşan kirin ku li Herêma Kurdistanê rojane bi awayek eşkere binpêkirin li beramberî rojnamevanan çêdibin. Di nava şeş mehan de piraniya binpêkirinên çêbûne, rênedana weşanê, cûdakarî û desteserkirina kelûpelên rojnamevanan bû. Hate gotin ku ev binpêkirin zengila metirsiyê ya li ser jiyan û karê rojnamevanan a li Herêma Kurdistanê ye.

Daneyên hatine parvekirin wihane:

“78 bûyerên binpêkirina mafan li beramberî 145 rojnamevanan hatine tomarkirin. Ji vana du bûyer binçavkirin bûn.

Rê nedana weşanê: 59

Êriş û desteserkirina kelûpelên rojnamevanan: 19

Li bajarê Hewlêrê 46 bûyer, li Dihokê 21 bûyer, li Silêmaniyê 11 bûyerên binpêkirinê hatine tomarkirin. Li parêzgeha Helebce jî ti binpêkirinek li beramber rojnamevanan nehatiye tomarkirin. Li gora van daneyan derket holê ku herî zêde binpêkirinên mafan li beramberî rojnamevanan li bajarê Hewlêr çêbûne.”