Di lêpirsîna 20 kesên hatin binçavkirin de biryara ‘nepeniyê’ hat dayîn

Ji bo dosyaya lêpirsînê der barê 20 kesên ku di nav wan de siyasetmedarên HDP’ê jî hene de biryara ‘nepeniyê’ hat dayîn. Li ser girtiyan jî 24 saetan qedexeya parêzeran hat dayîn.

Stenbol – Rêveberên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û rêxistinên sivîl jî di nav de herî kêm 20 kes li Stenbol û Kirklareliyê di serdegirtinên hemwext ên li gelek malan de hatin binçavkirin. Kesên ku sedema binçavkirina wan nehat zanîn birin Midûriyeta Polîsan a Stenbolê.

Ji bo lêpirsînê biryara ‘veşartinê’ hat dayîn

Hat zanîn ku der barê lêpirsînê de biryara ‘nepeniyê’ hat dayîn û hat diyarkirin ku dibe hêjmara binçavkirinan zêde bibe. Li aliyê din hat zanîn ku hevdîtina girtiyan a bi parêzeran re 24 saetan qedexe ye.

Navên hin kesên ku hatin binçavkirin wiha ne: Endamê Meclîsa Giştî ya HDK’ê Umut Ezber, endamê PM’ê yê HDP’ê Cengîz Topbaşli, Hevseroka Komeleyên Elewiyên Demokratîk (DAD) Kadriye Dogan, Hevserokê Komeleya Lêkolînên Kurd Eyûb Subaşi,  Hevseroka HDP’ê yê Pendîkê Oya Aytekîn, rêveberên rêxistina HDP’ê ya bajêr Çetîn Aslanboga û Mesut Firat, rêveberên Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Ataşehîrê Halîl Aksu, Hevseroka HDP’ê ya Navçeya Bakirkoyê Gonca Yangoz û Mehmet Akçîçek, Bulent Yildirim, Zaynel Azadî, Fîkriye Sarigol, Burcu Demîr, Fethiye Kizmaz, Behiye Demîr, Huseyîn Avras, Baran Sumbul, Oktay Okşal û Behiye Duman.

Wezîrê Karên Navxweyî Alî Yerlîkaya der barê binçavkirinan de li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal daxuyanî da û diyar kir ku li 26 navnîşanên cuda operasyon hatin kirin û siyasetmedar û nûnerên rêxistinên sivîl ên ku hatin binçavkirin bi tawana “alîkariya rêxistinê kirin” kirin hedef.