Di êrişên dewleta Tirk de jinek û zarokek birîndar bûn

Dewleta Tirk, îro di saetên nîvro yê de gundê Kerbetilî ê navçeya Dirbêsiyê bombebaran kir. Di encama bombebaranê de jinek û zarokê wê birîndar bûn.

Hesekê – Dewleta Tirk îro di saetên nîvroyê de gundê Kerbetilî ê ku 5 km başûrî navçeya Dirbêsiyê dikeve, bi balafirên şer bombebaran kir. Di encama bombebaranê de welatiya bi navê Ehlam Ebdilrezaq Remo (25) û zarokê wê Can Xalih (5) birîndar bûn.

Birîndar piştî li nexweşxaneya Dirbêsiyê destwerdana lezgîn dîtin, ji nexweşxaneyên Hesekê re hatin veguhestin.