Di doza Sakîne Kultur de cezayê muebbeta girankirî hat xwestin

Di doza qetilkirina jina bi navê Sakîne Kultur de, dozger bi sûcê “qetilkirina bi plakirî û bi eziyet” xwest cezayê muebeta girankirî li Serokê Ocakên Tevgera Taybet a Şirnexê Îbrahîm Barkin were birîn.

 Şirnex- Jina bi navê Sakîne Kultur di 13’ê gulana sala 2022’yan de ji hêla Serokê Ocakên Tevgera Taybet a Şirnexê Îbrahîm Barkin ve bi îşkenceyê hatibû qetilkirin. Bi sûcê “Qetilkirina plankirî û bi eziyet kuştiye” li Îbrahîm Barkin doz hatibû vekirin. 6’emîn danişîna dozê li 2’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Cizîrê hat dîtin. Bersûc Îbrahîm Barkin ji girtîgeha ku lê dihat girtin bi Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) tevli danişînê bû. Her wiha endamên Navenda Jinan a Dayika Taybet a Silopiyayê, parêzera Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî û parêzera Baroya Amedê Oyku Çakmak Osal jî di danişînê de amade bûn.

‘Temamkirina ewraqên kêm dê bandorê çi ser dosyayê çêbike’

Danişîna dozê bi tesbîtkirina nasnameyan dest pê kir. Piştre jî parêzer Oyku Çakmak Osal mafê axaftinê girt. Oyku, diyar kir ku daxwaza wan a ji bo temamkirina ewraqên kêm ji hêla şandeya dadgehê ve nehatiye qebûlkirin û ev tişt anî ziman: “Şandeya dadgehê her dem got ku dê daxwazên we bên nirxandin. Dê bandoreke mezin a van ewraqan li ser dosyayê çêbibe. Em dixwazin ku xisûsên dozgeriyê kêm hiştine ji hêla we ve bên nirxandin. Em dibêjin ku bersûc peywir û hêza xwe ji bo xapandina mexdûrê bi kar aniye û suîstîmal kiriye.”

 ‘Diyar e ku di nava bûyerê de kesên din jî hene’

Oyku destnîşan kir ku şandeya dadgehê bi îsrar naxwaze kêmasiyên di dosyayê de ne bên temamkirin û wiha pê de çû: “Pozîsyona bersûc gumanan zêde dike ku faîlên din jî di nava bûyerê de hebin. Di dosyayê de jî ev guman heye. Dozgeriyê îfadeyên van kesan negirt û vê yekê gumanên heyî zêdetir kir. Gelek telefonên aydê şexs hatine tesbîtkirin û em dixwazin ev jî bên nirxandin.”

 Piştre jî parêzerê Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî axivî û xwest rewşa girtî ya bersûc bidome.

Dozger muebeta girankirî xwest

 Piştî parastinan, dozger mutalaaya xwe pêşkeşî dadgehê kir. Di mutalaayê de dozger bal kişand ser derbên kêrê yên di rapora otopsiyê de û diyar kir ku bi vê yekê xuya dibe ku bersûc bûyer plan kiriye û wisa pêk aniye. Dozger xwest ji ber sûcê “Bi plankirî û eziyetê kuştiye” cezayê muebbeta giran li bersûc were birîn. Her wiha dozger xwest cezayê bersûc neyê kêmkirin.

Danişîn hat paşvexistin

Bersûc Îbrahîm Barkin û parêzerên wî jî ji bo li dijî mutalaayê parastinê bikin dem xwestin. Ji ber ku nikaribûn xwe bigihîjînin kurê Sakîne Kultur, dadgehê bi daxwaza guhdarîkirina wî û ji bo parastina li dijî mutalaayê danişîn taloqî 30’ê Çileyê kir.