Di 4’emîn salvegera Şoreşa Sûdanê de çalakî hatin lidarxistin
Li Sûdanê di salvegera çaremîn a şoreşa di Kanûna 2018'an de xwepêşandan hatin lidarxistin. Jinên ku beşdarî çalakiyan bûn diyar kirin ku ew ê ji daxwazên xwe yên ji bo bidawîkirina qeyrana siyasî ya li welat paşve gav navêjin.

MAYSA AL QADI
Xartûm - Bi hezaran kes li Sûdanê ji bo daxwaza desthilatdariya sivîl di salvegera tevgera gel a ku di 19'ê Kanûna 2018'an de dest pê kiribû daketin qadan. Wekî tê zanîn hikumeta Omer El Beşîr a ji 1989'an ve desthilatdar bû di 19’ê Kanûna 2018’an de hatibû hilweşandin. Çalakgerên ku li ser banga Komîteyên Berxwedanê li hev civiyan û ber bi Qesra Serokkomariyê ya li paytext Xartûmê ve meşiyan, daxwaza rêveberiyeke tam a sivîl û demokratîk kirin. Di çalakiya li Xartûmê de polîsan gaza rondikrêj avêtin ser xwepêşanderan û gelek kes birîndar bûn. Çalakgeran diyar kirin ku hinek ji wan birîndaran ji ber guleyên rastîn ên polîsan hatine qetilkirin. Ji bilî Xartûmê li gelek bajaran çalakî hatin lidarxistin.
'Jin di şoreşê de roleke mezin lîstin'
Heba Selah ku di nava xwepêşandanê de cih girtibû, diyar kir ku daxwazên jinan ji daxwazên giştî yên gel nayên cudakirin û got; "Jin di şoreşê de xwedî roleke mezin bûn û daxwazên me ji daxwazên giştî nayên cudakirin. Divê hemû sazî bi profesyoneliyeke bilind rola xwe bilîzin. Tevî xwepêşandanên me yên aştiyane em rastî zextan hatin. Em edalet û aştiyê dixwazin."
'Em ê têkoşîna xwe bidomînin'
Xwendekara Zanîngeha Zanist û Teknolojiyê ya Sûdanê Nîdal El-Tayeb Ebdullah jî got; "Tevî ku 4 sal di ser destpêkirina şoreşa Kanûnê ya ku banga azadî, aştî û edaletê dikir re derbas bûn jî daxwazên wan pêk nehatin." Hê jî daxwazên me pêk nehatine, her çareseriyek ku daxwazên me pêk neyne em red dikin, heta ku em edaletê pêk bînin em ê têbikoşin, riya xwe bidomînin."
'Em ê paşve gav navêjin'
Yek ji endamên komîteyên berxwedanê yên li Omdurman Omnia Adam Îsa jî diyar kir ku daxwaz û armancên wan hene û heta ev daxwaz pêk bên ew ê çalakiya xwe bidomînin û wiha got: “Em ji daxwazên xwe yên azadiyê paşve gav navêjin. Em ê ji bo aştî û edaletê dakevin kolanan û li dijî her cure çareserî, lihevkirin û pêvajoyên siyasî yên ku xizmeta pêkanîna wan nake, bisekinin.”