Der barê giliya Suleyman Soylû de daxwazname dan Meclisê

Ji ber êrişa li dijî çalakiya Dayikên Şemiyê der barê Wezîrê Karên Hundir ê demê Suleyman Soylû de ji bo gilî were kirin daxwazname dan Meclisê

Navenda Nûçeyan-Di êrişa polîsan ya li dijî 700’emîn çalakiya Dayikên Şemiyê de polîsan êrişî çalakvanan kirin û mile  parastvana mafên mirovan Aydin Aydogan hatibû şikandin. Aydogan, giliyê polîs û Wezîrê Karên Hundir ê demê Suleyman Soylû kiribû. Di lêpirsîna derheqê polîsan de biryara “neşopandinê” hate dayîn û Aydogan mijar bir Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM). AYM'ê bi sedema “polîsan tundiyeke bêpîvan bi kar anîne, mafê civîn, meş û xwepêşandanê binpê kiriye” biryara binpêkirina maf da. 

Ji bo giliyê derheqê Soylu de jî biryara “bêrayetiyê” hate dayîn û dosye ji Buroya Parlamenteran a Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê re hatibû şandin. 

Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê jî der barê serlêdanê de biryara “bêrayetiyê” da û ji bo destûra lêpirsînê were dayîn xwest ji Meclisê destûr were dayîn. 

Aydogan, der barê giliyê de daxwazname da Meclisê.