Dayikên Şemiyê careke din daxwaza edaletê kirin

Dayikên Şemiyê di çalakiya xwe ya hefteya 981’ê de ji bo Mehmet Findik, Omer, Findik û Omer Kartal ên ku li Silopiyayê hatine windakirin daxwaza edaletê kirin.

Navenda Nûçeyan- Dayikên Şemiyê ji bo daxwaza aqubeta xizmên xwe yên di bin çavan de hatine windakirin bipirsin û fail bên cezakirin, di hefteya 981’ê ya çalakiya xwe de li qada Galatasarayê kom bûn.

Dayikên Şemiyê gulan û wêneyên xizmên xwe yên windayî rakirin. Vê hefteyê Şaxa Stenbolê ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), endamên komîsyona girtîgehan, siyasetmedar û gelek parêzvanên mafên mirovan piştgirî dan çalakiya Dayikên Şemiyê. Di çalakiyê de aqubeta Mehmet Findik, Omer, Findik û Omer Kartal ên ku li Silopiya Şirnexê beriya 29 salan hatine windakirin pirsîn.

‘Dewletê peywira xwe ya hesabdayînê bi cih naniye’

Metna çapemeniyê ji aliyê keça Fehmî Tosun ê ku di bin çavan de hat windakirin Jiyan Tosun ve hat xwendin. Jiyan Tosun diyar kir ku li welat bi sedan mirov ji aliyê dewletê ve hatine windakirin û got: “Dewletê erka xwe ya hesabdayînê bi cih neaniye. Failên sûcan û berpirs bi bêcezatiyê hatin parastin, tiştên hatin jiyîn ji nedîtî ve hatin. Failên sûcan, faktorên ku bûne sedema sûcan, daxwazên xizmên windayan ji bo zanîna heqîqetê heta roja îro bê encam mane. Mixabin her çendî desthilatdarî were guherandin jî di rejîma cuda ya li dijî heqîqet û edaletê de guherîn çênebû. Di hefteya 981’ê de, 29 sal in hiqûq pêk nehatiye, heqîqet hatiye înkarkirin, di dosyaya Mehmet Findik, Omer Findik û Omer Kartal de bi daxwaza edaletê em li qada galatasarayê ne.”

Ji ber tirsê bi xizmên xwe re çû

Jiyan Tosun da zanîn ku di 31’ê kanûna 1995’an di saeta 13:30’an de ji Muduriyeta Polîsan bi telefonê li keyayê gundê Doruk ê Silopiyayê Mehmet Findik geriyane kesê di telefonê de ji bo serê salê elok xwestiye û wiha got:

“Mehmet Findik ku 13 sal bû keyatî dikir, ji ber ji ewlehiya canê xwe bi fikar bû birayê xwe Omer Findik û pismamê xwe Omer Kartal jî li gel xwe dibe û bi hev re ji bo elokê bibin bi wesayîda Mehmet Findik ji gund derdikevin. Tevî ku demek dirêj derbas dibe jî hersê gundî venagerin. Malbatên ku bi fikar dibin, diçin farmandariya leşkeran a Silopiyayê. Li wê derê ji wan re dibêjin mirovên we hatine vê derê, elok danîne û çûne emniyetê. Li ser vê malbat diçin Muduriyeta Emniyete. Li wê derê jî dibêjin; ‘Elok anîne û piştre vegeriyane gund.’”

Gule li gundiyan barandin

Jiyan Tosun diyar kir ku malbat tevî nehatina mirovên xwe çûye Muduriyeta Emniyetê ya Silopiyayê û wiha got: “Li gund wê şevê hemû kesên ku wesayîdên wan hene diçin ber deriyê emniyetê. Li ser gundiyên ku gotine ‘heta em mirovên xwe nebin em ê li vir bin’ de panzeran derbas kirin û gule li wan barandin. Li ser vê yekê gundî vegeriyan, piştî sê saetan ew vegeriyan gund li Silopiyayê helîkopterek li hewa bû, malbat fikirin ku mirovên wa ên hatine windakirin bi helîkopterê ji Silopiyayê derxistine. Roja piştî wê wesayîda aydê Mehmet û Emîn Findik li taxa Cûdî ya Silopiyayê 300-400 metre dûrî muduriyeta emniyetê dibînin. Wesayîdê gelek zirar ditîbû.”

Biryara neşopandinê

Jiyan Tosun bi bîr xist ku malbatan bi daxwaza dîtina mirovên xwe serî li qeymeqamiya Cizîr û Silopiyayê û Muduriyeta Emniyetê ya Silopî û Serdozgeriya Komarê yê Silopiyayê dane û wiha got: “Lê belê di lêpirsîna ku hat destpêkirin de tu pêşketin çênebû. Ji Mehmet Findik ê 39 salî, Omer Findik ê 22 salî û Omer Kartalê 24 salî êdî xeber nehat girtin. Malbatan di 26’ê Çileya 2009’an de careke din serlêdana Serdozgeriya Komara Silopiyayê kirin. Di serlêdanan de mirovên wan difikirîn ku li Muduriyeta Emniyeta Silopiyayê hatine windakirin, ji fermandarê leşkeran ê navçeya Silopiyayê ku wê demê erk dikir giliyê memûr Halîl Yuzbaşi kirin lê belê ew dosya di sala 2015’an de biryara neşopandinê hate girtin.”

Çalakî piştî danîna qerenfîlan li qada Galatasarayê, bi dawî bû.