Dayika Ayşe Tayurak: Adem Tayurak wê şevê derman daye neviyên min!

Têkoşîna zarokên Ayşe Tayurak a bi navê “întiharê” li Farqînê jiyana xwe ji dest da û bi mirina bi guman ket rojevê ya edaletê dewam dike. Dayika Ayşe Belkis Soyler diyar kir ku destê Adem Tayurak ê şidet li keça wê dikir û malbata wî di bûyerê de heye û bi gotina: “Neviyên min gotin: ‘Wê şevê bavê min di nava şorbê de derman da me,’ kes nikare vê îdiayê paş çav bike” ji bo ronîkirina bûyerê bang li saziyên ediliyê dike.

  

MEDİNE MAMEDOGLU
Amed - Ayşe Tayurak ku li Taxa Bahçelîevlera Farqîna Amedê dijiya, di 8’ê Hezîranê de bi awayekî bi guman mirî hat dîtin. Ayşe ji hêla hevjînê xwe yê berê Adem Tayurak ve 25 salan rastî şîdeta sîstematîkî hatiye û du caran biryara dûrketinê girtiye. Ne malbata wê ne jî cîranên wê bawer nakin ku Ayşe Tayurak “întîhar” kiribe. Girêdayî mijarê dayika Ayşe Tayurak Belkis Soyler destê xwe ber bi Adem Tuyarak ve kir û got: “Wî keça min kuşt û malbata wî jî alîkarî kir.”
“Bavê min di nava şorbê de derman da me”
Belkisê îşkenceya bi salan keça wê kêşaye wiha anî ziman: “Keça min bi salan ji destê wan îşkence dît. Tiştek nema bi serê wê ne anîn. Ji ber 7 zarokên xwe  li hemberî hemû zoriyan sekin. Bi salan şidet dît, lê ji ber zarokên xwe di mala xwe de ma. Wî mêrî û malbata  xwe keça min qetil kirin. Di nava bûyerê de tiliya wan hemûyan heye. Neviyê minê 13 salî bi çavê xwe ew dîtine. Neviyên min gotin: Bavê me wê şevê derman xist nava şorbê û da me.’ Keç nikare vê yekê paş çav bike. Divê ev bûyer bê lêkolînkirin. Ew qurbanî neyînoka keça min bibin. Nehêlan ji bo zarokên xwe jî li ber xwe bide.”
“Di vî karî de tiliya hemû malbatê heye”
Belkis da zanîn ku ewê ji bo keça xwe li edaletê bigere û wiha dom kir: “Heman rojê keça min ji bo zarokên xwe pasta çêkiriye û mast meyandiye. Ya van karan bike dê çawan xwe bikuje? Li gel van hemû tiştan jî hîna zilam nayê girtin. Kî wî diparêze. Li aliyê dinê jî xelk keça min sucdar dikin. Diya Adem timî digot: ‘Bila keça te qurbana, lawê min bibe.’ Di vî karî de tiliya hemû malbatê heye. Hemûyan bi yek destî keça min qetil kirin. Divê yên paya wan di vê bûyerê de hene cezayê xwe bikêşin. Hewceye Adem û malbata xwe bên darezandin.”