CFWIJ: Di meha Hezîranê de 77 rojnamegerên jin rastî şîdet, gef û tacîzê hatin
Li gorî rapora azadiya çapameniyê ya ku ji hêla Koalîsyona Jinan a Rojnamegeriyê ve hat amadekirin, Tirkiye careke din bi ferqek zêde li paş dimîne. Li gorî rapora CFWIJ’ê ya meha Hezîranê, 77 rojnamegerên jin ên di gelek deverên cîhane de li ser kar bûn rastî gef, şîdet û tacîzê hatine.
Li gorî rapora azadiya çapameniyê ya ku ji hêla Koalîsyona Jinan a Rojnamegeriyê ve hat amadekirin, Tirkiye careke din bi ferqek zêde li paş dimîne. Li gorî rapora CFWIJ’ê ya meha Hezîranê, 77 rojnamegerên jin ên di gelek deverên cîhane de li ser kar bûn rastî gef, şîdet û tacîzê hatine.
Navenda Nûçeyan - Koalîsyona Jinan a Rojnamegeriyê (CFWIJ) rapora azadiya çapemeniyê ya meha Hezîranê weşand. Li gorî daneyên di rapora CFWIJ de cih girtine, ya balkêş ew bû ku Tirkiye dîsa di rêza yekemîn de cih digre. Li gorî daneyên raporê, di meha Hezîranê de 77 rojnamegerên jin rastî şîdet, gef û tacîzê hatine. Li Afganistanê rojnamevanek jin hat kuştin. Rojnameger Mina Kahiri digel dayika xwe di dema teqînê de cihê bûyerê jiyana xwe dest da. Mina Kahiri, îsal çaremîn rojnamevana jin e ku li Afganistanê hatiye kuştin.
Di meha Hezîranê de, hejmara dozên tacîza bi rêya dadrêsê li gorî meha berê zêdebûnêk pir cidî nîşan da. Tê diyarkirin ku di serê ve salê de dozên tacîza bi rêya dadwerî ku mehekê tê qeydkirin, di meha Hezîranê de rekor şikandiye. Li aliyê din Tirkiye bi 25 bûyeran di vê kategoriyê de bû yekemîn. Dozên li dijî rojnamegerên jin tên vekirin, aliyê herî berbiçav ê tacîza ji hêla darazê ve tên kirin nîşan dide.
Şîdeta polîs a li dijî rojnamegerên jin ên li qadê li gorî meha Gulanê ji % 83.3 zêde bû. Li Tirkiyeyê, herî kêm 10 rojnamegerên jin dema ku di Hezîranê de li qadan dixebitîn ji hêla polîsan ve rastî şîdeta fizîkî hatin. Tirkiye di meha Hezîranê de bû welatê ku herî zêde bûyer lê çêbûne. Di vê rêzê de piştî Tirkiyeyê Pakistan û Filistîn tên.
"Di meha borî de rojnamevanek jin hat kuştin"
Daneyên ku ji hêla rapora Koalîsyona Jinan a Rojnamegeriyê ve hatine belgekirin û ragihandin wiha yê;
Afganistan: Nûçegihana Ariana News Mina Khairi şeva 3’ê Hezîranê li Kabîlê hat kuştin.
Ozbekistan: Wezareta Karên Derve, ji bo pejirandina çapemeniyê ya Agnieszka Pikulicka, endama CFWIJ û rojnamevanek serbixwe ya Al-Jazeera û The Guardian red kir.
16 rojnamegerên jin rastî êrîşa fizîkî hatin
Filistîn: Christine Rinawi ya di Filistîn TV de, bi zilm û zordariya hêz û rayedarên Israîlê ya ku qedexeya li ser pargîdaniya xwe ya çêkirina nûçeyan dirêj kir, rû bi rû ma.
Tirkiye: Çar rojnamegerên jin dema ku xwepêşandanên jinan ên li Enqereyê dişopandin rastî lêdanê hatin, bi darê zorê hatin astengkirin.
Filistîn: Rojnamevan Najwan al-Sumari û Bara'a Abu Romouz dema ku bûyerên li navçeya Jêx Jarrah dişopandin rastî êrîşa hêzên çekdar ên Israîlê hatin.
Pakistan: Rojnamevanê mezin Syeda Maimanat Mohsin ku di nav gel de wekî Jugnu Mohsin tê naskirin, roja 7’ê Hezîranê, ji êrîşek bi armanca kuştinê ya sûîqestê sax filitî. Dema ku piştî beşdariya çalakiyek derket rê, karwana wê li Okara ji hêla êrîşkarên çekdar ve rastî êrîşê hat.
Israîl: Koma rastgirî tund bi kevir êrîşê rojnamevanan La Familia û pêşkêşvana TV’yê Ayala Hasson jî di nav de bû kir.
Rûsya: Nûçegihana malpera nûçeya serbixwe Sota.Vision Veronika Samusik, di 11’ê Hezîranê de ji hêla polîsan ve hat binçavkirin.
Tirkiye: Nûçegihana Dokuz8Haber Fatoş Erdogan di xwepêşandanek li Kadikoya Stenbolê de ji hêla polîsan ve rastî êrîşa fizîkî hat.
Tirkiye: Piştî meşa rûmetê ya LGBTI + yan a li Stenbolê, herî kêm pênc rojnamegerên jin li qadê hatin astengkirin. Rojnameger jî ji hêla hêzên polîsan ve bi darê zorê rastî lêdanê hatin.
3 rojnamegerên jin hatin binçavkirin
Pakistan: Rojnamevan Gul Nayanî û Fizza Qureshi digel çalakvanên komek protestoyî ya sivîlan, di xwepêşandaneke li dijî hilweşandina xaniyan de li Karachi hatin girtin.
Filistîn: Nûçegihana Al Jazeera Erebî ya Qudsê Givara Budeiri, dema ku li Sheikhêx Jarrah peywira xwe dikir, ji hêla hêzên Israîlê ve rastî êrîşê hat û hat girtin.
Çar rojnamegerên jin bi şîdetê rastî gefxwarinê hatin:
Afrîkaya Başûr: Nûçegihana NCA Ayesha Ismail dema ku li Cape Town xwepêşandanek dijî-nijadperest dişopand, bi kameraya xwe re li pêş gel ha tacîzkirin. Alîgirên partiya dijber a Azadiya Aborî ya Afrîkaya Başûr (EFF) rojnameger tehdît kirin.
Belarûs: Helbestvan û pêşkêşvana televîzyona Belarûsya Valyaryna Kustava, ji ber gefên li ewlehiya wê neçar ma ku bi keça xwe ya biçûk re welat biterikîne.
Keyaniya Yekbûyî: Rojnamegerek xelatkirî û xelatgiran û nûçegihana alîkar a The Telegraph Camilla Tominey, ji hesabê xwe yê medyaya civakê rastî gefên mirinê hat. Camilla di serî de ji bo The Telegraph û siyaseta Royals vedigire. Ew bawer dike ku gefa mirinê dibe ji hezkiriyên Prince Harry û Meghan Markle hatibe.
Lîberya: Aryee Davis piştî du weşanên li ser platforma nûçeyên serhêl a Green Coast TV peyamên gefxwarinê danê.
Rojnamevanek jin ji karê xwe hat derxistin
Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê: Nûçegihana Fox 26 yê Houston Ivory Hecker, piştî ku di weşana zindî de îdia kir ku "serokên şirketê ew bêdeng kirin" ji kar hat derxistin.
40 rojnamegerên jin neçar man bi tacîza qanûnî re rû bi rû bimînin
Rûsyaya Spî: Polîsan 4’ê Hezîranê avêtin ser mala Maria Malevich.
Fransa: Rojnamevana Fransız-Venezuelayî Andreina Mujica, piştî giliyê parêzerê wê ya 8’Hezîranê li Venezuelayê ji hêla polîsên Fransayê ve hat lêgerîn.
Hindistan: Rojnamegera serbixwe Saba Naqvi û rojnamevana Washington Post Rana Ayyub, ji hêla mufetîşa polîsan ve giliyê sûc kirine.
Kibrisa Bakur: Nûçegihanên Rojnameya Yenibakış Esengul Aykaç û Denîz Abidîn Kuni ji ber gotarek ku li ser gendeliya dewletê weşandibûn doz hat vekirin.
Pakîstan: Ji bo tawanên xiyanetê li dijî rojnamevan Asma Shirazî, ji hêla alîgirên hukûmeta niha ve daxwaznameyek hat tomarkirin.
Romanya: Nivîskar û rojnamevanê lêpirsînê yê bi Sa Fie Lumina ve girêdayî Diana Oncioiu, di binê daxwaznameyek ku ji hêla metranê berê yê Keşîşxaneya Varatec ve hat darizandin de bi darizandina dadrêsî re rû bi rû ye.
Rûsya: Nûçegihana Radyoya Azad a Ewropayê Radyoya Azadiyê projeyên rastiyên ya Idel Darya Komarova, ji hêla rayedarên dadrêsê ve ji hêla dadgehek din ve hat darizandin. Darya ji ber weşana xwepêşandanan ji Tebaxa sala borî heya îsal tê dadgehkirin.
Tirkiye: Rojnameger Ayşe Kara ji ber gotarên xwe û endamtiya Komeleya Rojnamegerên Azad (OGC) hat darizandin.
Tirkiye: Rojnameger Rojda Oguz bi tawana endamtiya rêxistinek terorîst û propagandaya li Wanê derket pêş dadgehê. Dadgehê ji bo darizandina tevahî ya doza bersûc rûniştin taloqî 12’ê Cotmeha 2021’ê kir.
Tirkiye: Danişîna dozê ya der barê nûçeya Hazal Ocak a "Zava rêya xwe dizane" di 17’ê Hezîranê de hat dîtin. Rûniştin dîsa taloqî 14’ê Cotmeha 2021’an hat kirin.
Tirkiye: Rojnamevan Sema Karakurt û Eylem Sonhabar, li Antalyayê bi tawanbariya "berxwedana li dijî kargeriya giştî" û "heqaret" hatin dadgehkirin.
Tirkiye: Li dijî nûçegihana Artı Gerçek Yagmur Kaya bi îdiaya "kesên ku di şerê dijî terorê de cih girtine hedef kiriye" lêpirsîn hat destpêkirin.
Tirkiye: Doznameya ku wekî "Doza Çapemeniyê ya KCK" tê zanîn, ku tê de 17 rojnamegerên jin û xebatkarên çapemeniyê bi tawana endamtiya rêxistina terorê, damezrandin û rêvebiriya rêxistina terorê ya çekdar 9 sal hatin darizandin tê zanîn 22 caran hat taloqkirin. Rûniştina din, di 23’ê Mijdara 2021’ê de dê pek were.
Tirkiye: Rûniştina doza nûçegihana rojnameya Cumhuriyet Hazal Ocak, sernûser Olcay Buyuktaş Akça, mudûra sernûser Îpek Ozbey û nûçegihanê wêneyan Vedat Arik cara sêyemîn li Stenbolê hat dîtin. Dadgehê dîsa rûniştin taloqî 1’ê Kanûna 2021’ê kir.
Tirkiye: Nûçegihana rêwîtiya rojnameyê Buse Sogutlu jî di nav de li dijî 35 kesên ku di 2020’an de beşdarî meşa Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê bûbûn, bi tawana 'beşdarî civînên qedexe bûne, bergirî li biryara polîsan da ku belav bibe', 'berxwedana li dijî polîsan' û 'zirarê didin mal' doz hat vekirin, Danişîna ewil a dozê li 58’emîn Dadgeha Asliye Ceza ya Stenbolê hat dîtin.
Keyaniya Yekbûyî: Rojnamegerê lêpirsîner û damezrênerê Sarawak Report Clare Rewcastle, ji hêla şêwirmendê veberhênanê yê Kuweytê Hammad Al Wazzan ve rastî tacîza qanûnî hat.
Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê: Rêveberiya Tramp, ji bo stendina telefon û e-nameyên nûçegihana CNN’ê Barbara Starê, doza ku bi mehan berdewam kir vekir. Nûçe Çarşema 9’ê Hezîranê ji hêla CNN ve hat parvekirin.
Herî kêm neh rojnamegerên jin ji hêla kampanyayek troll-serhêl ve hatin tacîzkirin
lsraîl: Rojnamegerên ku hem li Israîlê, hem jî li Filistînê dixebitin ji hêla komên rastîn ên tund ên Cihû ve li ser înternetê rastî gef û êrîşên fizîkî hatin.
Pakistan: Çend rojnamevanên jin, piştî ku Serokwezîr Imran Khan ji ber daxuyaniyên wî yên der barê zêdebûna rêjeya şîdeta zayendî ya li welêt rexne kirin, li ser Twitterê bi êrîşên cinsiyetparêz û gefan ve rû bi rû man.
Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê: Liz Essley Whyte piştî ku ji bo rastiya tevahî gel nûçeya pandemiyê çekir, li ser înternetê ji hêla teorîsyenên komployê ve hat hedefgirtin
Rojnamevanek jin hat tacîzkirin
Filistîn: Rojnamevana serbixwe Stephanie Glinski, ragihand ku dema ku li Xezayê xwepêşandanek dişopand ji hêla polîsek Israîlî ve hatiye tacîzkirin.
Jinek li cihê kar bi tacîzê re rû bi rû ma
Ekvador: Rojnamevan Fabiola Santana piştî gilî û gazincên dubare yên li ser tacîzkirina cîhê kar ku neçar ma ku rû bi rû bimîne, neçar ma ku dev ji karê xwe yê li TC Televisión berde."
Werger: JINHA