Boykota mamosteyan berdewam dike

Di çalakiya îro ya mamosteyên bajarê Silêmanî û derdora wê de mamosteyan diyar kirin ku heta daxwazên wan neyên bicihanîn wê boykota xwe bidomînin.

Silêmanî- Bi dirûşma “boykot berdewam dike” îro mamoste heta ber deriyê perwerdeya Rojava li bajarê Silêmaniyê kom bûn û dest bi çalakiyan kirin. Çalakiyê bi berzkirina wêne û dirûşman heta ber deriyê dadgeha bajarê Silêmaniyê berdewam kir.

Di çalakiya îro ya mamosteyên bajarê Silêmaniyê de bal kişandin ser berdewamiya boykotê û hat gotin ku heta hikumeta herêma Kurdistanê daxwazên wan bi cih neynîn wê çalakiya xwe berdewam bikin.

Heta ku daxwazên wan neyên bicihanîn dê çalakiya xwe bidomînin

Îro komek ji mamoste û fermanberên zanîngeha Silêmaniyê, li ber deriyê kampa nû ya zanîngehê çalakî lidarxistin û daxuyanî dan raya giştî. Mamosteyan dan zanîn ku wê boykota pêvajoya xwendinê berdewam bikin û destnîşan kirin ku heta daxwazên wan neyên bicihanîn wê boykota xwe berdewam bikin.

Wekî tê zanîn ji destpêka sala xwendinê ya îsal ve mamoste ji bo bidestxistina mafên xwe dibistanan boykot dikin. Her wiha diyar dikin ku heta daxwazên wan neyên bicihanîn wê boykot, li herêmên Raperîn, Germiyan, Silêmanî û Helebceyê bidomin.