‘Bi rêgiriya li ser Şehbayê dixwazin rê li koçberiyê vekin’

Hevseroka Desteya Kar û Barên Civakî ya herêmên Efrîn-Şehbayê Arîn Bekîr bal kişand ser rêgiriya hikumeta Şamê li ser herêma Şehbayê û got ku bi rêgirtinê dixwazin pêşî li koçberiyê vekin.

HESNA MIHEMED

Şehba – Ji roja dagirkirina Efrînê ve heta niha şêniyên wê li warê koçberiyê rastî siyaseta qirkirin û tunekirinê tên. Hikumeta Şamê bi rêgiriya li ser herêma Şehba Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku tê de koçberên Efrînê û welatiyên resen ên herêmê dijîn, dixwaze gel li vê deverê careke din koçber bike. Di van demên dawî de tîma çaremîn a girêdayî Hikumeta Şamê li ser bendên kantrolê yên navbera bajarê Helebê û herêma Şehbayê de zextên xwe girantir kirine.

Her wiha li gorî derfetên heyî û pêdiviyên ku di destên Desteya Kar û Barên Civakî ya herêmên Efrîn-Şehbayê de ne hewl didin di vê dorpêçê de pêdiviyên gel bi awayekî hevbeş belav bikin da ku bikaribin bibin destek ji bo domandina berxwedana gel. Der barê rêgiriya Hikumeta Şamê û armanca wê de Hevseroka Desteya Kar û Barên Civakî ya herêmên Efrîn-Şehba Arîn Bekir axivî.

Bi girtina riyên li ser Şehbayê zehmetiyên jiyanî zêde bûn

Arîn Bekîr di destpêka gotinên xwe de behsa koçberbûna gelê Efrînê û bicihbûna li Şehbayê kir û got: "Pênc sal di ser koçberbûna gelê Efrînê ji cih û warên xwe re derbas dibe. Bicihbûna wan li deverên Şehbayê ne hêsan bû ji ber ku li vê deverê jiyan dijwartir bû. Li Şehbayê pênc wargehên koçberiyê hene û tê de gel berxwedana xwe rojane bi îsrar û biryardarî berdewam dike. Sazî û meclisan gel li warê berxwedanê bi rêxistin kirin û bi wan re bûn alîkar di aliyê jiyanî de. Ev berxwedan, tekoşîn û hebûna gelê Efrînê li Şehbayê li zora hikumeta Şamê û hevalbendên wê ve diçe lewre bû pênc sal rêgiriya hikumeta Şamê ser dem li ser herêma Şehbayê didome. Yek ji zehmetiyên jiyanî yên ku li pêşiya berxwedana gel derdikeve, dorpêça li ser herêmê ye."

Dixwazin careke din deriya koçberiyê vekin

Di berdewamiya gotinên xwe de Arîn Bekîr armanca girankirina dorpêça Hikumeta Şamê anî ziman û wiha pêde çû: "Armanca Hikumeta Şamê bi girankirina rêgiriya li ser Şehbayê tê wateya koçberiya gel careke din û ji bo dev ji berxwedana xwe ya li Şehbayê berdin. Ev siyaseta Hikumeta Şamê ye. Lê gel li warê berxwedanê bi biryar soza vegera Efrînê daye ew jî bi domandina berxwedana xwe li Şehbayê pêkan e. Tîma çaremîn a girêdayî Hikumeta Şamê li ser bendên kantrolê astengiyan derdixe û nahêle pêdiviyên jiyanî û tendirustî derbasî herêmê bibin. Bi vê yekê re zextek mezin li ser gel didin avakirin.”

Pêdiviyên jiyanî derbasî heremê nakin

Arîn Bekir a bal kişand rê nedayîna pêdiviyên jiyanî ji aliyê hikumeta Şamê ve wiha pêl da gotinên xwe: “Pêdiviyên mîna mazot, xaz û xwarinê bi zehmetî û mîqdarên biçûk derbasî herêmê dikin ku têra pêkanîna pêwîstiyên gel nakin. Heya pêxistina saetên jeneratorê li ser gel kêm bûye ji ber tunebûna madeya mazotê. Di heman demê de yên herî zêde astengiyan ji ber dorpêçê dibînin gelê li kampan dijîn bi taybetî bi tunebûna xazê re girantir bûye. Di nava konan de malbat mecbûr dimînin agir pêxin û pêdiviyên xwe pêk bînin ew jî xeterê bi xwe re tîne, ji ber ku bû salek xaz derbasî herêmê nebûye. Li gorî derfetên heyî em pêdiviyên gel bi awayekî hevbeş belav dikin û pêwîstiyên wan di nava dorpêçê de pêk tînin."

Banga rakirina rêgirî û ambargoyê

Arîn Bekîr bang li cihên pêwendîdar kir ku rêgiriya Hikumeta Şamê li ser herêmê rakin da ku hinek bi aram bijî û wiha dawî li gotinên xwe anî: "Banga me ji hemû saziyên navneteweyî re ew e ku rêgiriya Hikumeta Şamê li ser koçberên Efrînê û welatiyên Şehbayê rakin da ku jiyan hinek bi aram bibe. Her wiha li hemberî vê siyaseta qirkirinê ya Hikumeta Şamê gel li Şehbayê di berxwedana xwe de bi îsrar e. Ew her dema dibêjin ku ew ê tu carî teslîmî sîstemên hegomanîk nebin ji ber ku vegera Efrînê bi berxwedana wan dê pêk were."