Bi ‘Projeya Diyalogan’ tevlîbûna jinan a siyasetê tê armanckirin

Perwerdeya ku di çarçoveya "Projeya Diyalogan" de li Bîngaziya Lîbyayê tê organîzekirin, bi armanca jinan teşwîq bike ku beşdarî siyasetê û diyaloga herêmî û navneteweyî bibin.

HINDIYA AL-ASHEPY

Bîngazî –  Bajarê Bîngazî mazûvaniya yekemîn bernameya perwerdeyê ya Projeya Diyalogê kir, ku armanca wê zêdekirina beşdariya jinên Lîbyayî di diyalogên neteweyî û navneteweyî de ye. Hîndekar û çalakvanê siyasî Ghada Al-Kadiki der barê projeya ku dê heta 15’ê Mijdarê berdewam bike agahî da û teqez kir ku proje dê şareza û şiyanên beşdaran di jêhatî û qabiliyeta wan de pêşketin çêbike.

'Ji bo serkeftina diyalogan danûstandin girîng e'

Ghada Al-Kadiki got ku divê hemû jinên welat beşdarî projeyên bi vî rengî bibin da ku çanda siyasî û diyalogê pêş bixin û bi awayekî bi bandor beşdarî diyalogên herêmî û navneteweyî yên ji bo dabînkirina aramiyê li welat bibin û wiha got:

“Jinan hin sedemên ku nikarin beşdarî civînên navneteweyî bibin eşkere kirin. Di nav van sedeman de kêmbûna ezmûna wan a di warê axaftin û mekanîzmayên ragihandinê de bû. Ev sedem yek ji faktorên herî girîng ên serkeftina diyalogan in.”

'Divê jin beşdarî projeyên bi vî rengî bibin'

Siyasetmedar Aziza Al-Mahdawi teqez kir ku projeya diyalogê motîvekirina jinan ji bo beşdarbûna di xebatên siyasî de dibe alîkar û bang li jinan kir ku beşdarî projeyên bi vî rengî bibin ku di pêvajoya hilbijartinê de beşdariya wan di siyasetê de zêdetir bibe.

'Diyaloga herêmî û navneteweyî teşwîq dike'

Yek ji beşdarên projeyê Rudaina Al-Fakhri diyar kir ku projeyên bi vî rengî jinan teşwîq dike ku beşdarî danişînên diyalogê yên herêmî û navneteweyî bibin. Rudaina Al-Fakhri bal kişand ser vê yekê ku rola jinan di dabînkirina aramiya siyasî de girîng e û wiha axaftina xwe berdewam kir:

“Armanca min ji beşdarbûna di vê projeyê de ew e ku zanyariyan li ser rêbazên nû yên diyalogê, sîstem û pêkhateyên siyasî, hunera diyalog û gotûbêjê, herwiha şêwazên guftûgo û danûstandinê yên bibandor bidest bixim. Tevlîbûna jinan di diyaloga siyasî de, ji bo temsîliyeta adil roleke girîng dilîze. Ji ber vê yekê divê jin beşdarî pêvajoyên biryardayînê yên ku bandorê li jiyana wan û jiyana hemû civakê dike bibe.”