“Bi hebûna dagirkeran Serêkaniyê nabe strageh ji gelê Xirîstiyan re”

Seroka Yekitiya Jinên Suryanî ya Sûriyeyê Şam Qiryo hebûna gelê xirîstiyan li Serêkaniyê berî û piştî dagirkririna ji aliyê dewleta tirk a dagirker ve nirxand û da zanîn ku gelê Xirîstiyan ên ku di navbera Çemê Dîcle û Firatê de û li ser axa Mezopotamyayê jiyaye, bi gelek polîtîkayên qirkirinê re rû bi rû tên, mînaka wê jî Serêkaniyê ye ku êdî ji gelê Xirîstiyan re di hebûna dagirkeran de nabe strageh.

SORGUL ŞÊXO
Hesekê- Di her serdemeke ku tê jiyîn de gelek netew para xwe ji şer, qetilkirin, revandin, serjêkirin û polîtîkayên qirkirinê digrin. Yekem armanc ew e ku neteweyên di destpêka mirovahiyê de rol lîstine û bi pêş xistine jî wan qir bikin her wiha dîroka wan were dizîn û axa wan were dagirkirin û neslê wan ji cîhanê were hilanîn. Meseleya gelê Xirîstiyan jî wiha ye, bi  derbasbûna dîrokê re heya serdema sedsala 21'ê jî ji aliyê împtarotiya Osmanî, Iraqê û niha dewleta tirk a dagirker û çeteyên opuzîsyona Sûriyeyê heman êşê dikşînin lê vê carê bi rengekî din. Ger ku di salên 1915-1917'an de ew bi şûran serjê dikirin, di van salên dawî de ew bi balafiran, keleş û çekên giran hewl didin wan qir bikin. Piştî komkujiya Sêfo û Sîmêlê xirîstiyaniyên ku berê xwe dane Sûriyeyê li Serêkaniyê û Til Temirê bi cih bûn, gund û dêrên xwe ava kirin. Meqseda ku van her du bajar hilbijartin ew bû ku nêzî bajarên wan ên li Bakurê Kurdistanê ne û herî kêm bêhna bajarê xwe yê ku bêhna xwînê jê difûre, dikişandin kezeba xwe ya peritî. Beriya destpêkirina aloziya Sûriyeyê gelek malbatên Suryan û Ermen li Serêkaniyê dijiyan û hejmara wan zêde bû lê piştî destpêkirina aloziya Sûriyeyê roj bi roj kêm bûn. Serêkaniyê ji gelê Xirîstiyan re wargeh bû. Bi dagirkirina Serêkaniyê ji aliyê dagirkeriya tirk û çeteyên wê ve, bandoreke neyînî li gelê Xirîstiyan çêbû. Di heman wextê de jî çeteyan dêrên Ermeniyan, veguherandibûn cihê xwedîkirina pez û gelek binpêkirin der heqê Xirîstiyanên li wê herêmê pêk anîn. Têkildarî vê mijarê Seroka Yekitiya Jinên Suryanî ya Sûriyeyê Şam Qiryo axivî.
“Di nava hebûn û tunebûnê de gelê Xirîstiyan”
Şam got ku hebûna gelê Xirîstiyan li Serêkaniyê û li Mezopotamiyayê xwedî dîrokeke ku nayê paşguhkirin e û wiha domand: "Ji ber ku gelê Xirîstiyan gelekî resen e û xwedî ax e li Mezopotamyayê, her bi polîtîkayên qirkirinê, şer û êrîşên ku ji aliyê împaratoriyên cur be cur ku rû dan, rû bi rû mane. Lê şaristaniya me ya kevnar dikaribû li hemberî hemû rengên êrîşan li ber xwe bide. Em di Serêkaniyê de şaristiyanî û turîzmên Til Helef a armaî dibînin. Serêkaniyê destpêka şaristaniya mirovahiyê ye, destpêka nûjenbûna gelan e. Ruxmî komkujiya Sêfo di sala 1915'an de bi destên osmaniyan ji serjêkirin, qetilkirin, tecawizkirin, guhertina demografiyê û belavbûna gelê me li ser asta cîhanê, rêjeya gelê Xirîstiyan xurt bû û ji %80 bû. Lê piştî yekitiya Sûriyeyê bi Misirê re di salên 1970'ê de û destekdayîna li ser axa gelê Xirîstiyan û Kurd û belavkirina wê ji Xumirê Reqqayê re, gelê Xirîstiyan neçar ma ku ber bi Ewropayê ve koç bibe. Ji wê demê de êdî hejmara gelê Xirîstiyan li ser axa xwe ya resen û dîrokî kêm bû."
“Êrîşeke navdewletî bû”
Şam behsa bandora êrîşa 2013 û 2019'an li ser Serêkaniyê ya li dijî gelê Xirîstiyan kir û ev yek anî ziman: "Êrîşa 2013'an li ser Serêkaniyê bandoreke wê li ser gelê me yê Suyranî hebû, di wan salan de û bi hebûna çeteyan ew ji axa wan hatin koçkirin. Lê piştî rizgarkirina wê ji aliyê şervanên YPJ/YPG'ê ve, hinek malbat vegeriyan Serêkaniyê, malên xwe ava kirin, dest bi karê xwe yê rojane kirin û li çandiniyê vegeriyan. Lê hejmarek ji wan derketin derveyî welat û ev yek ji bo me êşeke mezin û kûr bû. Lê êrîşa Dewleta tirk a dagirker ji Serêkaniyê re, di encama hevpeymanên navdewletî ku di navbera Rûsya, Tirkiye û Îranê de di civînên Astanayê de dihatin plankirin, pêk hatiye. Helbet ev êrîş bi çiraya kesk ji aliyê Hikûmeta Sûriyeyê û vekişîna Emerîkayê ji cih û baregehên xwe yên li sernaserî sînorê Tirkiyeyê pêk hatiye. Di heman wextê de jî nepêkanîna qedexeya firîna balafiran li asîmanê Sêrêkaniyê ji aliyê kooalîsyonê ve li hemberî Tirkiyeyê, ev yek hişt ku Serêkaniyê were dagirkirin."
“Projeya Rêveberiya Xweser ji pûçkirinê hat parastin”
Şam da payin ku mebesta êrîşan pûçkirina projeya Neteweya Demokratîk bû û wiha dirêjî da gotinên xwe: "Êrîşa ku li ser Serêkaniyê pêk hat, di navbera dewletên mezin û bi bandor de hatibû plankirin û pêkanîn. Armanc jê ew bû ku projeya Neteweya Demokratîk a ku hemû neteweyan hembêz dike û wekî nasnameya wan nîşan dide, pûç bikin. Lê bi berxwedana şervanên QSD'ê, hêza Rêveberiya Xweser li ser rûyê erdê û vîna gelên herêmê ev proje hat parastin. Helbet êrîşên Tirkiyeyê li dijî gelê Xirîstiyan armanc jê qirkirin bû, di heman wextê de koçberiya ji axa xwe ya resen, di vir de dîrokê xwe dubare kir lê bi rê û rêbazên nû."
“Gelê Suryan hevkarê sereke ye di Rêveberiya Xweser de”
Şam di berdewama axaftina xwe de behsa têkiliya ku gelê Serêkaniyê bi hev ve girê dida kir: "Di navbera gelê Xirîstiyan, Kurd, Ereb, Şîşan û Êzidî de têkiliyeke dostaniyê hebû û her neteweyek rêzgirtin ji baweriyên neteweyên din re digirt. Baweriya me û bingeha jiyana me li ser jiyana hevpar û xwîşk û biratiya gelan bû. Êrîşên ku li ser Serêkaniyê pêk hatin armanc jê hemû netew bûn bêyî ferq û cudahî. Her wiha hedefa wê ya yekemîn jî guhertina demografiya herêmê û lawzkirina projeya Rêveberiya Xweser û pûçkirina wê bû. Gelê me yê Suryan jî hevkarekî sereke ye di Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de ji kêliya avakirina wê ve heya niha. Jixwe di encama wê de jî gelek destkeftiyên bi nirx hatin bidestxistin ku di tu serdemên dîktator û desthilatdariyê de nehatibûn bidestxistin."
“Heman bêrêziya ku li Mêrdînê dikirin, li Serêkaniyê jî dikin”
Şam got ku çawa Tirkiyeyê li Mêrdînê Dêr veguherandin cihê xwedîkirina pez, çeteyên wî jî heman bêrêziyê dikin û ev bang kir: "Ji ber vê yekê me got ku dîrok xwe dubare dike lê bi rê û rêbazên nû. Çawa ku di salên bûrî de Tirkiyeyê li herêmên me yên Mêrdînê, dêrên me vediguherandin cihê xwedîkirina pez, niha çeteyên wî jî li Serêkaniyê heman bêrêziyê li dijî bawerî û dêrên me dikin. Ji lewre em bang li Komîsyona Azadiya Olî ya Dewletên Yekbûyî dikin ku pêşî li binpêkirinên dewleta tirk û çeteyên wê li Serêkaniyê li hemberî dêrên me dikin, bigrin û ji van binpêkirinan re çareseriyek bibînin û ew çete werin cezakirin."