Berdevka YPJ'ê: Em ê azadiya jinan biparêzin

Berdevka YPJ’ê Rûksen Mihemed diyar kir ku şervanên jin ên pispor hene dizanin çima li ber xwe didin û got ku li dijî sîstemên mêtinger ên li ser jinan polîtîkayên sîstematîk dimeşînin divê têkoşîn bi hev re bidome.

SORGUL ŞÊXO

Qamişlo – Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) ku bi berxwedana xwe ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bala jinên cuda yên cîhanê dikşîne, di qada leşkerî de rêxistinbûna xwe didomîne. Berdevka YPJ'ê Rûksen Mihemed diyar kir ku pêwîstiya her zindiyek bi parastinê heye û pêwîstiya parastinê bi qasî nan û avê ji mirovan re girîng e.

Rûksen Mihemed bal kişand ser girîngiya sîstema parastinê ji bo ku mirov û heywan tune nebin û hebûna xwe bidomînin û got: “Bêguman sîstema rêxistinî jî bi qasî mirovan pêwîstiya xwe bi parastinê heye. Ger nebe wê bi hêsanî têk biçe. Jinan zêdetir bi çand, dîrok û zimanê xwe civakê parastine.” Rûksen Mihemed, diyar kir ku pergalên serdest û mêtinger jinan ji jinbûna wê dûr dixin lê jin heta radeyekê dikarin vê yekê biparêzin û got ku erka jinan ew têgihiştina parastinê di civakê de kûr bikin.

'Li hemû artêşên cîhanê feraseta mêr serdest e'

Rûksen Mihemed bal kişand ku jinan di gelek şoreş û şerên cîhanê de cih girtine û wiha got: "Di gelek şoreş û şeran de jinan heta radeyekê cihê xwe girt. Lê çawa? Bi cil û bergên mêran beşdarî şer bûn. Bi vîna xwe û rastiya xwe tevli şoreş û artêşê nebûn. Li cîhanê tu sîstem û mekanîzmayek ku hebûna jinan di artêşekê de diyar bike tune ye. Her tişt bi feraseta zilam tê kirin. Pêwîstiya her rêxistin û şoreşê mekanîzmayeke parastinê heye."

'Her şoreş di nava xwe de pêdivî bi şoreşa jinan dibîne'

Rûksen Mihemed avakirina YPJ’ê weke parastina nirxên şoreşê nirxand û got: “Damezrandina YPJ’ê ji bo nirxên şoreşgerî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û têkoşîna ji nû ve jidayikbûna bi hezaran şoreşgerî pêwîstiyeke lezgîn bû. Armanca YPJ'ê parastina jin û civakê ji êrîşan e, di warê leşkerî, exlaqî, mirovahî, aborî û çandî de roleke mezin lîst." Rûksen Mihemed destnîşan kir ku her şoreşek şoreşa jinan dixwaze û diyar kir ku şervanên YPJ’ê bi îrade, fikir û xweseriyê tevdigerin.

'YPJ'ê feraseta paşverû têk bir'

Rûksen Mihemed bal kişand ku YPJ di warê parastina nirxên netewî û rastkirina binpêkirinên pergalên desthilatdariyê de ji jinên artêşên cîhanê cudatir e û wiha got: “Îro jin bi nivîsandina zanîn, rastî û rastiya xwe dîroka xwe dinivîsînin. YPJ’ê feraseta paşverû têk bir. Ew di wê baweriyê de ye ku ji bo xurtkirina mekanîzmayên parastina jinan, ji tunekirina çekan, pêwîst e dijminên wan baştir werin analîzkirin.”

Rûksen Mihemed da xuyakirin ku pêwîstiya jinan bi avakirina artêşên xwe yên li cîhanê tune ye û got ku pêwîstiya hemû jinan bi sîwaneke parastinê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Misir, Lubnan û heta Ewropayê heye.

'Şoreşa me ya hemû jinan e'

Rûksen Mihemed bal kişand ku yekitiya jinan armancên pergalê têk biriye û wiha got: "Eger em îro li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şoreşê pêk tînin û ev yek bandorê li jinên Lubnan, Urdun û Yemenê dike, ev yek nîşan dide ku şoreşa me ya hemû jinan e. Sîstema xwe ya parastinê ava kiribûn, qanûnên ku mafê jiyanê yê jinan desteser dikin û kurtajê qedexe dikin dernexistin. Têkoşîna jinan a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şoreşeke berdewamî ye."

'YPJ îro hêzeke navneteweyî ye'

Rûksen Mihemed amaje bi wê yekê kir ku bi sedan jinên ji welatên biyanî ji ber têgihîştina cihê jinan di vê jiyanê de tevli refên YPJ’ê bûne û got: “Divê em her rojê bikin 8’ê Adarê, her kêliyê veguherînin kêliya jiyanê, azadî û demokrasiyê. YPJ ku îro bûye hêzeke navneteweyî, bi saya fikir û bandora xwe sînoran derbas kiriye. Gelek şervanên me yên navneteweyî di şerê li dijî DAIŞ’ê de gihîştine asta şehadetê. Rêveberiya jinan a di şer de bala hemû cîhanê kişand.”

'Em ê azadiya jinan biparêzin'

Rûksen Mihemed axaftina xwe wiha domand: “Bi hezkirina hevala xwe Helîna Lêgerîn ku ji Îngilistanê tevli nava refên me bû, li Efrînê jiyana xwe ji dest da û bi helwesta Îvana Afrîqî şoreşeke enternasyonalîst pêk hat. Êrîşên li dijî jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Brîtanya, Afganistan, Misir û Afrîkayê jî li dijî jinan tên kirin. Em li dijî vê zîhniyetê têdikoşin. Divê em bi hev re li dijî pergalên mêtinger ên ku li ser jinan polîtîkayên sîstematîk dimeşînin têbikoşin. Di heman demê de em ê bi hev re mezin bibin û bi parvekirina agahî, nêrîn û ramanan azadiya jinan misoger bikin."