Gel wê bi rihê berxwedana Newrozê ber bi Amarayê ve biherike

Birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan ê gelan ji bo 4’ê Nîsanê vexwend Amarayê, tecrîda ku bi salan e didome bi gotinên “Li vê welatê hiqûq nîn e” nirxand û ji bo bidawîbûna tecrîdê bang kir.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Rihan – 4’ê Nîsanê roja rojbûna Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan e, weke her sal îsal jî bi çoşek mezin tê pêşwazîkirin. Abdulah Ocalan a tespît kir ku heta jin azad nebe civak azad nabe û ji bo vê birdoziya rizgariya jin îlan kir. Felsefeya wî ya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ku bingehê têkoşîna azadiya jinên Kurd ava dike îro veguheriye diruşmeya tevahî jinên cîhanê.

Di dahurandina ku di 25’ê Hezîran sala 1994’an de Abdullah Ocalan dibêje: “Li gel me nav çi ye? Jiyan. We vegerand çi? Mirin. Divê ev were guhertin, mane divê hun pêşengiya vî karî bikin? Bila mêr bibin heyranê we. Têkiliyên we yên ku gelek şeran hêzê bîne, divê hun ewqas bibin ku rê bidinê” di dahurandina xwe ya di 26’ê Sibata 1998’an de got ku di dîroka gel de peyva jin û jiyan heman e.

 ‘Em kendalan digrin, Jin û Jiyanê êdî dikin yek’

Abdullah Ocalan got: “Dema ku em hatin niha, bûne dû peyvên dijberî hev. Em ê vê kendalê car din bigrin. Em ê Jin û Jiyanê bikin yek. Ev pêşveçûnek baş e.” Abdullah Ocalan di dahurandina 28’ê Adara 1998’an de got: “Ger jiyan bibe bi jinê re dibe, ji bo derketina xwe ya azadiyê ev dikare pêk were. Ez viya wek hevokek ji rêzê bikar naynim. Berevajî vê yekê jiyan çênabe, mirov çênabe.”

Jinên Kurd ên bi vê felsefeyê têkoşîna azadiyê didomînin ji bo rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li gelek welatan çalakî li dar dixin û felsefeya Jin, Jiyan, Azadî ya Abdullah Ocalan vedibêjin. Li bajarên û Kurdistanê wê bi dirûşmeya ‘Ji bo azadiyê ber bi Amarayê ve’ wê meş were li darxistin.

2 sal in ji Abdullah Ocalan agahî nayê girtin

Ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê di 15’ê Sibata sala 1999’an de bi komploya navnetewî wî anîn tirkiye û ev 24 sal e dibin şert û mercên tecrîda girankirî de dimîne, ev du sal e tu agahî nayê girtin. Dîtina malbat û parêzerên Abdullah Ocalan û girtiyên din Veysî Aktaş, Hamîlî Yildirim û Omer Hayrî Konar jî tê astengkirin. 274 serlêdanên parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê ji bo Abdullah Ocalan ku ji 25’ê Adara 2021’an û vir ve bi telefonê ya dawîn a bi navber bi birayê xwe Mehmet Ocalan re hevdîtin pêk nehat û 118 serlêdanên malbatan jî hatin redkirin an jî bêbersiv hatin hiştin. 

Ji Newrozê heta Amara daxwaz heman e!

Nerazîbûnên li dijî tecrîda ku berdewam dike dom dike, gelê Kurd daxwaz dikin ku tecrîd bi dawî bibe, herî dawî di 21’ê Adarê de qadên Newrozê tejî kirin û banga bi dawîkirina tecrîdê kirin. Gelê ku bi dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ qad tejî kirin bi balkişandina li ser tecrîd û berxwedaniyê mohra xwe lê dan.

Pirozbahiyên ku di sala 2004’an de destpêkirin, herî dawî di pêvajoya çareseriyê ya 2015’an de pirozbahiyên girseyî dihat kirin. Ji sala 2015’an heta niha çalakî û meşa ku li Amara dihat li darxsitin dihat astengkirin. Heta Xelfetî hemû rê ji bo çûyin û erebeyan tên girtin û Amara dixin bin dorpêçê. Sala derbasbûyî bi heman awayî gel rastî astengiyan hat, gel li rêyên ku hatî astengkirin bi stran û govendê 4’ê Nîsanê pîroz kirin.

Ji bo azadiyê wê meşa Amara were lidar xistin

Îsal di navbera 1-10’ê Nîsanê de bi boneya roja rojbûna Abdullah Ocalan wê li gelek bajaran were pîrozkirin. Wê di 4’ê Nîsanê de gel nafçeya Xilefetê ya Rihayê kom bibin û bi dirûşmeya ‘Ji bo azadiyê ber bi Amara ve’ bimeşin. Meşa ku banga wê ji aliyê gelek saziya ve hatî kirin, li kêleka wê heta 4’ê Nîsanê wê li gelek bajaran bi çalakiyan şitlê daran were çandin.

‘Li Îmralî hiqûqû nayê pêkanîn’

Birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan derbarê şert û mercên tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û giringiya 4’ê Nîsanê ji bo gelê Kurd de ji ajansa me re niraxandin kir.

Mehmet Ocalan di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku li welat tu hiqûq nemaye û weke malbat daxwazên wan ên xwezayî jî nayê bicihanîn. Mehmet Ocalan anî ziman ku ev dû sal e tu xeber ji Îmralî nayê girtin û wiha got: “Ev dewlet dema ku mijar dibe Kurd edalet, hiqûq û demokrasî nayê pêkanîn. Dibe ku hiqûq heye, lê belê ji hinekan re heye ji me re nîn e. Divê ev hiqûq ji bo hemû kesê were pêkanîn, divê dewleta hiqûq bi vî awayî be. Lê em niha dinerin ev 2 sal zêdetir e û dibe 3 sal li Îmralî ji çar kesên kut ê girtin tu xeber em nagirin. Ne xebera me ne ya parêzeran û ney akesê nîn e. Mafê me yê herî xwezayî ye ku malbat û parêzer hevdîtinan pêk bîne. Ev nêzî 3 salan e ne dengek em dibihîsin ne jî em dikarin wan bibinin. Ger li vê dewletê hiqûq bihata bicihanîn me ve tişt jiyan nedikir. Em weke malbat em gelek tiştan naxwazin, em dixwazin hiqûq were pêkanîn. Li girtîgehan bi hezaran mirov hene. Li Îmralî hiqûq tu caran nayê pêkanîn.”

‘Tecrîd di van salên dawî de gelek giran bûye’

Mehmet Ocalan bil kişand ki si van salên dawî de şert û mercên herî giran yên tecrîtê li Îmralî tê pêkanîn û got: “Em dibînin ev bû 24 sal. Em nikarin bêjin bû dû sal, ev bû 24 sal. Lê bele tu caran weke niha dirêj nebûye ev pêvajo. Berê jî ev bê hiqûqî dihat jiyankirin, lê bele div an salên dawî de hemû tişt ji holê rabûye. Em vê qebûl nakin, ev hem rewşek mirovî, hem jî rewşek siyasî ye. Li vê derê hemû tişt heye. Divê li wê derê hiqûq were pêkanîn. Ji wan ev bi salene em tu xeberek nagrin. Em wek malbat daxwazên me yên herî xwezayî, daxwazên parêzeran nayên bicih anîn; bersiv jî nadin. Niha em nizanin ka di kijan rewşê de ne.”

‘Em gel vedixwînin Amarayê’

Mehmet Ocalan herî dawî ji bo pirozabahiya 4’ê Nîsanê ya li Amara pêk were bang kir û got: “4’ê Nîsanê roja rojbûna Rêbere, hemû dost, havalen ku jê hez dikin yên ku dixwazin rojbûna Rêber di baxçeyê mala ku jê dayîk bûye pîroz bikin, deriye me ji hemû kesê re vekiriye. Ev mefê me yê herî demokratîk e, em naxwazin dewlet astengiyan çêbike. Deriye me ji hemû dost û gel re vekiriye. Werin em 4’ê Nîsanê Rojbûna Rêber bi coşek mezin pîroz bikin.”