Çalakiya konvedanê ya li Mexmûrê bi dawî bû
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî çalakiya konvedanê ya ku ji aliyê Tevgera Jinên Ciwan a Mexmûrê (TJCM) û Tevgera Ciwanên Mexmûr (TCM) ve hatibû destpêkirib bi dawî bû.
Mexmur- Şêniyên wargeha penaberan a Mexmurê ji bo şikandina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 10’ê Kanuna 2022’an de dest bi çalakiya nobeta azadiyê kiribûn. Di 1’ê Sibata 2023’an de ev çalakî vegerandin çalakiya gireva birçîbûnê ya bi demkî û dorveger. Roja 8’ê Adarê çalakiya greva birçîbûnê bi daxuyaniyekê bi dawî kirin û ev çalakî bi pêşengiya Tevgera Jinên Ciwanên Mexmur (TJCM) û Tevgera Ciwanên Mexmur (TCM) veguherî çalakiya kon vedanê.
Çalakiya konvedanê ya ji bo şikandina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin, duh bi daxuyaniyek bi dawî bû. Daxuyaniya ji aliyê Hevserokê Meclîsa Gel Yusuf Kara ve hat dayîn.
Di daxuyaniyê de ev yek hat gotin “Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di vê roja pîroz de hem çavê xwe li cîhanê vekiriye hem jî buye sedemê ku netewa Kurd, netewên bindest, netewên ku îro ji aliyê modernîteya kapîtalîst ve hatîn çewisandin buye hîviya jiyana wan, buye hîviya pêşeroja wan, buye paradîgmaya wan. Buye ronahiyek, çirûskek di cîhanê de ji ber wê em wek gelê Kurd şanaz, keyfxweş û bi şansin ku em xwedî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan îro ku li seranserî cîhanê de buye felsefeya jiyana azad.” Di daxuyaniyê de bal li ser têkoşîna li dijî tecrîdê hat kişandin.
Daxuyanî bi dûrûşmeya ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bê Serok Jiyan Nabe’, ‘4’Nîsanê li Rêber pîroz be’ bi dawî bû.