Kevana Zêrîn: 4’ê Nîsanê rojbûna jin û gelan e

Bi boneya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan,Tevgera Çanda Kevana Zêrîn daxuyaniyek nivîskî weşand.

Navenda Nûçeyan – Tevgera Çand a Kevana Zêrîn bi boneya 4’ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyek da û wiha got: “Em jî weke Kevana Zêrîn soz didin ku ji bo şikandina tecrîdê, heta ku çanda azadiyê li hemû cîhanê bibe tekane şêwazê jiyanê em ê tekoşîna xwe bidomînin.”

‘Ramanê Rêber Apo bi dirûşma ‘Jin jiyan azadî’ tê ziman’

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin li ser ramanê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku zayina xwe weke sê zayîn tîne ziman û wiha hate gotin: “Zayîna mirov bi çêbûna biyolojîk destpîdike, lê çêbûn dema bi wate dibe digehê rastiya xwe. Nexasim li ser erdnîgariya Mezopotamya, lêgerîna rastiyê di tevahiya dîrokê de di kesayetên pêşeng de şênber bûye. Vê xakê gelek caran ji zayîna pêşengên ku jiyana xwe bi wateyê gihandine rastiyê re dayîktî kiriye. Gel, van pêşengan weke pêxember, fîlozof û rêber bi nav kiriye, hebûna xwe di hebûna wan de dîtiye û hembêz kiriye.

Rêber Apo weke pêşengê sedsala bîstûyekan zayîna xwe bi sê qonaxan pênase dike. Zayîna yekemin, weke zayîna biyolojîk, zayîna duyemîn di lêgerîna çêkirina kesayeta xwe de demên dibistanê û ketina xebatên siyasî, zayîna sêyemîn jî di salên 2000’î de li Îmralî ji bo mirovahiyê bi pêşxistina pergalek jiyana azad, ravedike. Zayîna sêyemîn ya Rêber Apo di paradigmaya demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê de şênber dibe ku îro weke wate û naverok li hemû cîhanê bi slogana ‘Jin Jiyan Azadî’ tê ziman û diqîre.”

‘Jin hebûna xwe di hebûna Rêber Apo de dibînin’

 Di dewama daxuyaniyê de hate gotin ku roja 4’ê Nîsanê di mîlada kurd de vegeriya rojek cejinê û wiha hate gotin: “Gel rastiya xwe di rastiya Rêber Apo de dibîne û ji sala 2000’î û vir ve 4’ê Nîsanê tevî hemû zextan jî pîroz dike. 4’ê Nîsanê di mîlada Kurd de vegeriya ye rojek cejnê; di vê rojê de dar têne çandin, ji bo zarokan şahî têne li darxistin û daxwaziyên demokrasi û azadiyê têne ziman. Bi taybetî jin, hebûna xwe di hebûna Rêber Apo de dibînin û 4’ê Nîsanê weke rojbûna xwe pîroz dikin.”

‘Em ê têkoşîna xwe bidomînin’

Di dawiya daxuyaniyê de rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat pîroz kirin û wiha bi dawî bû: “Rêber Apo ji ber jiyana xwe li dijî pergala serdest bi berxwedêriya gel re kiriye yek, niha li Îmralî di zirûfên zindan de di bin tecrîdek giran de ye. Bi vê re paralel hemû gelê azadixwaz jî di bin tecride ye. Em jî weke Kevana Zêrîn 74. 4’ê Nîsanê li Rêber Apo pîroz dikin û soz didin ku ji bo şikandina tecrîdê, heta ku çanda azadiyê li hemû cîhanê bibe tekane şêwazê jiyanê emê tekoşîna xwe bidomînin.”