‘Armanca êrişên li ser saziyên jinan pêşigirtina ronîkirina êrişên li dijî jinan e’
Rojnamevanên jin yên Wargeha Mexmûrê bertek nîşanî biryara girtina sazî û rêxistinên jinan ên li Silêmaniyê dan û gotin: “Dixwazin bi van polîtîkayan re dengê jinan û heqîqetê qûtbikin. Lê çi dikin bila bikin nikarin dengê jin û heqîqetê qûtbikin.”
NÛPELDA DENÎZ
Mexmûr – Di 31’ê Kanûna 2024’an de Asayişa Silêmaniyê bi awayekî hemwext, bi ser navendên Şîrketa Gizingî Berbeyan ku produksiyona çêkirina bernameyan ji bo JIN TV’yê ye, Rêxistina Jinên Azadiya Kurdistan (RJAK), Rêxistina Niwêger a Pêşxistina Hunerê û Rêxistina Merziye ya jinan de girt û her çar navendan bi dare zorê girt.
Rojnamevanên jin ên li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) têkildarî biryara girtina sazî û rêxistinên li Silêmaniyê ji ajansa me re axivîn.
‘Êrişên van nîşaneya dijmînahiya li dijî pêşketin û mafên jinan e’
Rojnamevan Qeder Kar, bertek nîşanî biryara girtina sazî û rêxistinên jinan û rêxistinên da û wiha axivî: “Em wek rojnamevanên jin ên wargeha Mexmûrê serdegirtinên sazî û rêxistinên jinan ên li Silêmaniyê şermezar dikin û piştgiriya sazî û rêxistinên xwe dikin. Hikûmeta Iraqê û Herêma Kurdistanê ku tu caran ji bo jinan û mafên wan tu xebat nemeşandiye, sazî û rêxistinên jinan hedef digre. Ev yek nîşaneya dijmînahiya Hikûmeta Iraqê û Herêma Kurdistanê ya li dijî pêşketin û mafên jinan e. Li Iraqê û Herêma Kurdistanê her ku diçe qanûnên li dijî jinan û tundiya li ser jinan zêde dibe. Armanca wan tûnekirina deng, reng û mafên jinan e.”
‘Dixwazin bi van polîtîkayan re dengê jinan û heqîqetê qûtbikin’
Qeder Kar, diyar kir ku ji bo nixûmandina rastiyên li herêmê êrişê rojnamevanan dikin û got: “Rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Bahadîn ên dibûn deng û rengê jinan hatin qetilkirin. Rojnamavenan Silêman Ehmed jî zêdetirê saleke di girtîgeha PDK’ê de girtin. Hemû kesên pêşengtiya jin û civakê dikin tên hedef girtin. Biryara girtina Şîrketa Gizîngî Berbeyan a zêdetirî 7 salin ji bo Jin tv bernameyan çêdike, nîşaneya dijmînatiya jinan e. binçavkirin, girtin û qetilkirin polîtîkaya Hikûmeta Iraqê û Herêma Kurdistanê ye. Dixwazin bi van polîtîkayan re dengê jinan û heqîqetê qûtbikin. Lê çi dikin bila bikin nikarin dengê jin û heqîqetê qûtbikin.”
Qeder kar, bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Em ê heta dawiyê bibin şopdarên heqîqetê û têyisandina deng û rengê jinan xebatên xwe bidomînin.”
‘Armanca van êrişan pêşigirtina ronîkirina êrişên li dijî jinan e’
Rojnamevan Şîlan Bîlen jî, serdegirtina Şîrketa Gizîngî Berbeyan şermezar kir û wiha axivî: “Hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Hêrema Kurdistanê bi salene êrişê sazî, rêxistin û pêşengên jin dike. Ji ber ku jin civaka azad diafirînin, tên hedef girtin. Li seranserê Kurdistanê rojane rojnamevan ji aliyê hêzên serdest ve tên binçavkirin, girtin û qetilkirin. Armanca van êrişan pêşigirtina ronîkirina êrişên li dijî jinan e. Rûxmê hemû êrişan jî emê wek jin kar û xebatên xwe bidomînin.”
‘Bêdengî wê bibe sedema zêdebûna êrişên li dijî jinan’
Şîlan Bîlen, banga xwedî derketina sazî û rêxistinên jinan kir û got: “Bêdengiya li dijî êrişan tê wateya hevkariyê. Bêdengî wê bibe sedema zêdebûna êrişên li dijî jinan. Em bang hemû kesê dikin ku li dijî êrişan xwedî helwestbin. Em wek rojnamevanên jin ên Mexmûrê xwedî mîrate, ked û xebatên hevpîşeyên xwe derbikevin û xebatên xwe xurtir bikin.”