AKP şerê ku li dijî jinan dest pê kiriye, bi zarokan didomîne!
Hikûmeta AKP’ê dest ji înada xwe ya avakirina qanûnên têkildarî îstîsmara zayendî ya zarokan bernade. Daneyên li ser îstîsmarkirina zarokan diyar in. Jin û nûnerên saziyan dibêjin ku ew ê di her milê de "dev ji zarokan bernedin" û tu carî destûrê nedin derbaskirina qanûnê. AKP ji bo ku di vê serdemê de "jina qebûlker" biafirîne bi serhişkî şerê li dijî jinan dest pê kiriye, bi zarokan didomîne!
Hikûmeta AKP’ê dest ji înada xwe ya avakirina qanûnên têkildarî îstîsmara zayendî ya zarokan bernade. Daneyên li ser îstîsmarkirina zarokan diyar in. Jin û nûnerên saziyan dibêjin ku ew ê di her milê de "dev ji zarokan bernedin" û tu carî destûrê nedin derbaskirina qanûnê. AKP ji bo ku di vê serdemê de "jina qebûlker" biafirîne bi serhişkî şerê li dijî jinan dest pê kiriye, bi zarokan didomîne!
SARYA DENÎZ
Navenda Nûçeyan - Her roj, li Tirkiyeyê dozek nû li dozên îstîsmara zayendî ya zarokan zêde dibe. Wekî din, bi pandemiya Covid-19 li welatên ketina hundir li wan heye ne gengaz e ku wekî hemû cihan mirov bizanibe li pişt deriyên girtî çi diqewime. Bi vî rengî, ew di îstatîstîkan de wekî ku daneya daketiye tê xuyakirin. Lê rastî ji tabloya heyî zêdetir e. Ev ne tenê şîroveyek e. Ew ramana hevpar a rêxistinên navneteweyî li her çar aliyên cîhanê ye. Bi rastî, Neteweyên Yekbûyî, hemû welatan hişyar dike û dixwaze ku tedbîrên bi lez der barê rewşê de werin girtin.
Çima ev israr?
Pisporên ku diyar dikin hundurê xanî ji derve xeternaktir e, bi taybetî bi derbasbûna perwerdeya serhêl re, zarok bi xetereyeke globaltir re rû bi rû mane. Bi taybetî di vê serdemê de, keçên yekem "ji çavan tên derxistin" ên di her warên jiyanê de jî bi xetera "zewacê" re rû bi rû ne. Lê belê, nîqaşên ku li Tirkiyeyê demek dirêj hatine meşandin, rêziknameyên ku bi bendêkirina dem û derfetê tên derxistin ji parastina zarokan dûr in. Parastina zarokan li aliyekî, çawa dibe ku ji xetereya rasterast re raveyek hebe û wan di tariyek bêdawî de bihêle? Serhişkiya hukûmeta AKP’ê der barê lêgerîna delîlên berbiçav ji bo tacîza zayendî ya li ser zarokan, an jî zewicandina kesê ku tacîz lê kiriye de jî wê hemleyê hiştiye û bexşandina tawanbaran ku hukûmeta AKP’ê vê dawiyê gotûbêj kir, ji ku derê tê? Ji ber vê yekê gelek rêxistinên jin û zarokan ên li welat, wekîlên li meclisê dibejîn, "Na; nabê”di vê mijarê de ev israr çi ye?
Delîlên berbiçav trawmayê zêde dikin
Xebata paketa darazê ya çaremîn a ku di çarçoveya "Belgeya Stratejiya Çaksaziya Dadrêsê" de ji serokomar Recep Tayyîp Erdogan a AKP’ê li ve di 30’ê Gulana 2019’an de hat îlankirin û hat rojêve. Bi pakêta dadrêsê re, ji bo girtinên ji tawanên katalogê pîvana "delîlên berbiçav" tê destnîşankirin. Li gorî vê yekê, sûcê îstîsmara zayendî ya zarokan jî di katalogê de cih digre. Zarokên ku di vegotina îstîsmara zayendî, tacîz û destdirêjiyê de zehmetiyê dikşînin dibe ku berpirsyariya wan hebe bi “delîlên berbiçav” "îsbat bikin. Li aliyê din, beşa "delîl" a vê yekê jixwe nîqaşek pir kûr e. Wekî din, di rewşên destdirêjiya zayendî û tacîzê de, dibe ku di laş de delîl tune be. Pispor teqez dikin ku danasîna delîlên berbiçav di bûyerên îstîsmara zayendî ya zarokan de binpêkirinên mafan û trawmayan hîn zêdetir bike.
Zarokan qala serpêhatiyên xwe kirin, lê têrê nekir
Lê belê, hêj berî ku ew bibin qanûn, nûçeya ku rewşa "delîlên berbiçav" li hin dozan digeriya di medyayê de dest pê kir. Di doza C.G. yê ku 10 sal berê li Îzmîrê ji hêla mamosteyê xwe ve îstîsmara zayendî re rû bi rû ma, M.E. ya ku jî sûcên “îstismara zarok” û “ kesê bêpar hiştina ji azadiyê” bêragirti dihat darizandin, ji aliyê Dadgeha Bayrakli ya Îzmîrê 1'emîn Dadgeha Cezayê Giran biryara beraetê hat dayin. Dozgeriya ku di rûniştina berê de raya xwe da, bi behaneya ku îfadeyên paşverû hatine dayîn dê delîla berbiçav têr nekin, doza beraetê ya bersûc xwest. Di vê dozê de şahid hebûn. Zarokan îstismar û hemû hûrgulî vegotin. Bersûc têkildarî bûyerê rojek jî binçav nema.
Dadgeha îstînafê ferq kir
Mêrê bi navê T.A. ku ji ber îdiaya îstismara zayendî ya biraziya xwe ya 10 salî di doza Nîsanê ya li Stenbolê de bi 30 sal cezayê hepsê hat mehkûmkirin, ji doza îstîsmara zayendî ya li dijî keça xwe ya 4 salî hat beraetkirin. Sedema beraetê tunebûna delîlên berbiçav bû. Lê belê, biryar ji hêla Dadgeha îstinafê ve bi hinceta "Ew ji ber heman sûcê ku li dijî biraziyê xwe kiriye jî cezayê wî heye" hat betalkirin.
Biryara berdana kiryarê îstîsmara zayendî!
Dîsa li Stenbolê, doz li Ozcan B. yê ku tê îdiakirin keçek 11 salî îstismar kir, "îstismara zayendî ya zarokek di bin 12 salî re bi zor û gef" doz vekir. "Bêparkirina ji azadiyê bi karanîna hêz, gef an xapandinê ji bo mebestên cinsî." Danişîn di 26’ê Gulanê de li 10’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Dadgeha Bakirkoyê hat dîtin. Bersûc B.Ozcan ku dihat girtin dihat darizandin, bi hinceta ku îdia îdiayên razber in ku ji hêla delîlên madî ve nehatin piştgirîkirin beraet kir û hat berdan. Di danişînê de, psîkolojîst wekî pispor hat guhdarîkirin û diyar kir ku wî çu çavdêrî tune ku zarok di bin zextê de ye û wî rewşek ku dikare pêşî li rêzgirtina gotina zarok bigire nas nekiriye.
Bûyer bi berdewamî zêde dibin
Bêguman, biryarên ku li dadgehan tên girtin tenê bi van sînordar namînin. Nimûne her roj dikevin nûçeyan. Bi rastî, hukûmeta AKP’ê ji 2016’an vir ve rêziknameyên nîqaşkirî yên der heqê zarokan de digire nav pakêtên darazê. Mijarên wekî daxistina temenê zewaca zarokan û efûya kiryarên îstismara zayendî ya bi zewacê di rojeva wan de bi israr in. Pêvajoya bêcezatiyê, ya ku digel nîqaşên efûyê dixebite, bi xwe re zêdebûna dozan tîne. Li gorî lêkolîna ku The Economist li 60 welatên cuda kiriye, ji bo pêşîgirtina li îstîsmara zarokan û tawanên zayendî pûana Tirkiyeyê li ser 100’î 56.7 e. Rêxistinên navneteweyî jî bi bîr dixin ku ev reqem bi pandemiyê re tevlihevtir bûye.
Rêjeyên heyî fikaran mezin dikin
Li gorî statîstîkên Wezareta Dadê ya li Tirkiyeyê jî, mimkûn e ku mirov fêm bike ka zarok di çi tariyê de dijîn. Tê dîtin ku hejmara tawan û biryarên derbarê îstismara zayendî ya li zarokan li Dadgehên Cezayê di navbera 2012 û 2019’an de ji sedî 29 zêde bû.Ev zêdebûn tenê rêjeya hejmara dozên hatine vekirin dide. Ew rêjeya zêdebûna bingeha nifûsê yan hemî dozên ku ji rayedarên dadwerî re hatine ragihandin nagire nav xwe. Li gorî Wezareta Dadê, dema ku di sûcên îstîsmara zayendî ya zarokan de, di sala 2012’an de hejmara sûc 17,589 bû, di sala 2019’an de hejmar derket 22,689. Li gorî rapora berfireh a ku Komeleya Têkoşîna li dijî Îstîsmara Zarokan û xemsarî ya di sala 2020’ de weşandiye, di navbera 2014 û 2017’an de, îstîsmara zarokan bi rêjeyek tirsnak ji sedî 67,9 zêde bû. Li gorî daneya bianetê ya sala 2020’an, zilaman tenê di navbera salekê de 265 zarok îstîsmar kirine. Ka em bînin bîra xwe ku ev dane bi navgîniya nûçeyên ku di çapemeniyê de tên xuykirin hatiye stendin. Di pênc mehên destpêkê yên 2021’an de, 65 zarok ji hêla mêran ve hatin tacîz kirin. Tenê jî %5 sûcên îstîsmara zayendî eşkere dike. Di vê rewşê de, jî 100 dozan 95’ê ve veşarti dimîne.
Di nava welatên endamên Yekitiya Ewropayê de yekemîn e
Ka em qala zewacên zarokan bikin. Bi gotinek din, israra AKP’ê ya zewicandina zarokan. Nayê gotin zewac. Zewacên zarokan perçeyek sûcên îstîsmara zayendî ne. Hejmara dozên mezinkirina temêna ji bo zewacên bi vî rengî vekirin pir zêde ye. Li gorî daneyên fermî, di sala 2018’an de bi tevahî 13.651 doz ji bo destûra zewacê di 16 saliya xwe de hatine vekirin. Di navbera 2010 û 2020’an de, bi tevahî 482 hezar keç zewicîn. Hat qeydkirin ku ji sala 2002’an ve, dema ku AKP hat ser hukim, bi tevahî 441,000 zarokên zewicandî zarok anîne dinê. Tenê di navbera 2006 û 2017’an de, hejmara kesên ku ji ber tawanên îstîsmara zarokan hatine darizandin bi giştî 159.263 e! Li gorî pêşbîniyên Neteweyên Yekbûyî, heke tiştek neyê kirin, di sala 2030 de, li cîhanê 150 mîlyon keç berî 18 saliyê bizewicin. Tirkiye di nav lîsteya zarokên berî 18 saliyê zewicandî de bi rêjeya ji sedî 14,7 ku 202 welat tê de ye, di rêza 87emîn de ye.
Yên derbasê tomarê bûne
Li gorî statîstîkên TUIK’ê, di sala 2020’an de jimara zewacan bi tevahî 487 hezar û 270 e. Hejmara giştî ya keçên zewicandî 13 hezar û 14 e. Li gorî serjimêriya zewacê ya ku di 25’ê Sibata 2021’an de hat weşandin, bi kêm zêde di 2020’an de ji sedî 88’ê keçên di koma temenê 16-17 de bi zilamên 4-33 salî ji wan mezintir re zewicîn. Van îstatîstîkan li ser zewacên nefermî agahî nadin. Zewacên ne fermî yên zarokan, ku ji rêveberiya nifûsê re nayê ragihandin, li Enstîtuya statîstîkê ya Tirkiyeyê nayê tomarkirin. Ev nîşan dide ku hejmarên zewaca zarokan pir zêde ye.
Li gorî rapora ÎHD’ê, 440 hezar keçên di temenê biçûk de zewicîne zarok anîn dinê
Li gorî rapora Komîsyona Mafên Zarokan a Komeleya Mafên Mirovan (İHD) a Stenbolê ya sala 2018'an, ji 2002'an û vir ve 440 hezar zarokên di bin 18 saliyê de zarok anîne. Li gorî heman raporê, hejmara zarokên di bin 15 saliyê de ku rastî îstîsmara zayendî hatine û zarok welidandine 15.937 e. Li gorî qanûna efûyê, ev tê vê wateyê ku 15 zarok bi mêrên ku wan îstîsmar dikin re bizewicin.
Piştî bêtalbûna peymanê pêngav
Li gorî Peymana Mafên Zarokan a Neteweyên Yekbûyî, dewlet neçar e ku zarokan li dijî her cure destdirêjî, îhmal û şîdetê biparêze û ji bo vê yekê mekanîzmayek pêşîlêgirtinê ava bike. Li gorî xala 41’an a Destûra Bingehîn divê dewlet li dijî her cure destdirêjiya li ser zarokan tedbîrên parastinê bigre. Bi gotineke din, dema ku ev xal di destûrê de heye, rêziknameya efûyê jî ne destûrî ye û dijî peymanên navneteweyî ye. Bêguman, qanûna efûyê li dijî Peymana Stenbolê bû. Lê belê, piştî rakirina peymanê, girankirina nîqaşan yekser ji hêla hemû beşan ve girîng hat dîtin. Zewaca di temenê biçûk de ya zarokan li gorî Qanûna Ceza ya Tirk sûcê îstîsmarkirina zarokan pêk tîne. Ger rêzikname derbas bibe, ev tê wateya meşrûkirina îstîsmarê. Hikûmeta AKP'ê ku tenê parastina wê ya der barê efûyê de malbatên mexdûr e, careke din bibe berpirsyarê tiştên ku bi hezaran zarokan jiyane. Jin û nûnerên saziyan diyar dikin ku ew ê ji her milê ve "dev ji zarokan bernedin" û ew ê tu carî destûrê nedin qanûn derbas bibe. AKP ji bo ku di vê serdemê de "jina qebûlker" biafirîne bi serhişkî şerê ku li dijî jinên vekiriye, bi zarokan re didomîne!