Şîdet û cudakarî pêkanînên li dijî jinên Lubnan û Filistînê ne
Federasyona Neteweyî ya Sendîkayên Kedkar, Karmendên Lubnanê û Komeleya Musawah - Warda Butros ji bo Karên Jinan komxebatek li Otêla Commodore ya li Beyrûdê li dar xist û ji hêla wezîra kar a Lubnanê Lemya Yemîn El-Diweyîhî ve bi serenavê "Misogerkirina dadmendiya zayendî li Lubnanê bi hev re xurt e" hat lidarxistin.
CAROLİNE BAZZİ
Beyrûd- Beşek ji vê projeya komxebata ku bi hevkariya komeleya "Aştî û Hevgirtin" li Katalonyayê hat pêkanîn û bi piştgiriya şaredariya Taraxona û San Vîlîo Libobrîxat li Barselonayê ji bo encamdana peyman navneteweyî ya hejmar 190, ji bo şîdet û tacîza li ser kar ji holê rakin pêk hatiye .
"Wezareta kar ji bo ku qanûnên bi edaleta zayendî re lihevhatî ne nû bike dixebite"
Wezîra Karûbarên Lubnanê di axaftina xwe ya ku ji hêla nûnera wê li komxebata Rena Crecerî ve hat dayîn de piştrast kir ku wezareta xebatê di hemî komîteyên ku ji bo nûkirina qanûnên bi edaleta zayendî (wekheviya herdu zayendan) re lihevhatî ne dixebite. Ev jî bi hevkariya belgekirî bi Rêxistina Karên Navneteweyî û Komîsyona Neteweyî ya karûbarên jinan re tê kirin. Bi armanca avakirina kapasîteyan û avakirina pîşeyan ji ku wekheviya di navbera jin û mêr de di hemû siyasetên pejirandî de were pêkanîn.
Danişînan bi destwerdana dadger Jon Qezî dest pê kir, li ser Peymana Navneteweyî ya li dijî Rakirina Hemû Cudahiyên li Dijî Jinan (hevpeymana CEDAW) Sîdaw û qanûna zayendî ya Lubnanê axivî.
"Nahêlin mafên jinên Lubnanê yên neteweyî û ji bo gihîştina zarokên wan werin dayîn"
Tevî ku Lubnanê peymana (CEDAW) seydaw pejirandiye jî lê belê di bendên 9 û 16'an de xwedî rezerv bû. Her wiha Dadwer Jon Qezî ji ajansa me re got; "Pirsgirêk ew e ku Zagona Neteweyî ya Lubnanê di 19'ê Çileya 1925’an de hatiye pejirandin. Ev jî di rojên hukmê Fransî yê li ser Lubnanê de hatiye derxistin û heya niha jî ev qanûn nehatine guhertin û hê jî berdewam dikin. Di salên 1960’î de hin guhertin hatin kirin lê heya roja îro wek xwe ye. Ev qanûn niha ji hêla gelek lêvegerên qanûnî ve ji nû ve tê lêkolînkirin. Ez di dawiyê de di wê baweriyê de me ku dê sererastkirinek bi pêşketin û rastiya mirovî re lihevhatî çêbibe."
Jinên bi kesên biyanî re dizewicin nikarin hemwelatîbûnê ji bo zarokên xwe bigrin
Li ser sedema nedayîna mafên jinên Lubnanê yên di warê ragihandina nasnameya wan ji zarokên wan re jî Dadger Jon Qizî gihîşt encamek ku wî di pirtûka xwe ya bi navê "Rêwîtiya temen ber bi hemwelatîbûnê" de vegot û wiha got: "Min gelek lêpirsîn kir û gelek rewşan dît da ku zanibim çi diqewime. Min sedemên ku nahêlin jinên Lubnanê yên ku bi kesên biyanî re zewicîne û nikarin bi nasnameya xwe bi zarokên xwe re, bin di pirtûkê de nîqaş kir. Ên herî berbiçav jî ev in: Tirsa ji cîwarbûnê, kontrolkirina pergala baviksalarî, ne teşwîqkirina jinan ku bi kesên biyanî re bizewicin, Tirsa ji pêşbaziyê di warê xebatê de ku dibe sedema bêkariyê û tirsa ji hevsengiya mezhebî."
Dadrês Jon Qizî li Lubnanê di sala 2009'an de gengeşiyek berfireh derxistibû, piştî ku wî biryarek derxist tê de jina bi navê Semîra Siwêdan ku bi kesekî biyanî re zewicî ye, dikare hemwelatîbûnê ji zarokên xwe re bistîne. Her wiha Jon Qizî dibêje ku ev doz wekî hemû dozan e jin ji zarokên xwe re hemwelatîbûnê dixwazin, dadgehê biryar da ku hemwelatîbûnê bide wê û ev yek hat aşkerekirin û gelek nîqaş li ser hatin kirin. Hin kesan pejirand, hin kesên din jî red kirin lê ev biryar li Dadgeha Temyîzê hat betalkirin û îro jî ew di Dadgeha Cezayê Giran de asê maye.
" Têkoşîna yekbûyî ji bo jîngeheke bê şîdet"
Di rûniştina duyemîn de ku li ser cudakariya di qanûnên Lubnanê de, bi taybetî qanûna kar, du destwerdan hebû, yek ji hêla dektor Mary Debs, seroka Komeleya Warda Boutros, diyar kir ku Lubnan di qeyranek mezin de ye, nîvê nifûsa Lubnanê ketiye bin xeta hejariyê. Bi heman awayî ji sedî şêst, çîna karker bêkar in, saziyên civakî û tenduristî hilweşiyane, Lubnan ketiye rêzên belengaziyê û wiha got: "Me, di Yekİtiya Neteweyî ya Sendîkayên Kedkar û Karmendên Lubnanê û Komeleya Wekhev -Warda Boutros ji bo Karên Jinan de hemleyek de destpêkirin da ku şîdeta berbiçav a li dijî gelê me û bi taybetî jinên me, ji hole rabe. Şikandina bêdengiyê êdî pêdiveyeke her wiha têkoşîna yekgirtî ji bo gihîştina jîngeheke bêyî şîdet, ne li mal û ne jî li cihê kar hat dayîn. Ev yek jî bi hewceyî lêvegerîna helwesta hukumeta Lubnanê ye. Der heqê peymanên navneteweyî de, ji Peymana Mafên Mirovan, Peymana Mafên Zarokan û Peymana Rakirina hemû çawaniyên cudakariya li ser jinan dest pê dike, heya Kongreya 190 , ku em ji bo wê têdikoşin da ku were îmzekirin.”
Jinên penaber ên Filistînê ji ber cudakariyê êşê dikşînin
Destwerdana duyemîn jî ji hêla, Endama Sekreteriya Giştî ya Yekitiya Jinên Filistînê xalîdat Hussain ve hat kirin û ev yek dabeşî du xalan hat kirin. Di ya yekem de, wê qala jinên Filistînê yên ku di bin dagirkeriya Îsraîlê de êşê dikişînin kir û îşaret bi hejmara şehîdên ku di encama êrîşkariya Îsraîlê de jiyana xwe ji dest dane kir, nemaze di êrîşa dawî ya li Xezayê, ya ku bû sedema mirina 39 jin û keçan.
Der barê beşa duyemîn de jî wê qala mercên jinên penaber ên Filistînî li Lubnanê kir. Khaledat Hussain ji ajansa me re got; "Jinên penaber ên Filistînê li Lubnanê rastî du cudakariyan tên. Ya yekem, ji ber ku ew penaber in, ew jî mîna penaberên din ji ber polîtîkayên cihêkar ên ku dewleta Lubnanê di dîrokê de meşandiye û hîn jî berdewam dike êşê dikşînin. Ya din jî ji ber cudakariya zayendî êşê dikşînin mîna ya ku jinên Lubnanê tê de ne."
Khaledat Hussain diyar kir ku qanûnek mercên Filistîniyan li Lubnanê sererast dike tune ye ji xeynî qanûnên cudaker ku penaberan ji mafên medenî û civakî bêpar dihêlin, nemaze bêparkirina ji mafên xebatê, bêparkirina ji xwedîkirina xaniyek û bêguman gelek aliyên din ên cihêkariyê hene, mînak: Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê di qonaxekê de diyar kir ku ji bo penceşêra pêsîran ezmûnên pêşîn pêk aniye lê penaber ji vê yekê bêpar man û jê hatin dûrxistin. Vê dawiyê, li ser karta fînansekirinê piştî rakirina alîkariyên xwarinê, tê axaftin lê ew penaber dîsa jê hatine mehrûmkirin.
Rêjeya jinên di qada aborî de nagihîje ji sedî bîst
Jinên Filistînê gelekî ji qedexeyên li ser penaberên Filistînê bi bandor dibin, ji ber ku ji % 21.5 malbatên Filistînê li Lubnanê ne, jin malbatê xwedî dikin lê rêjeya jinên ku tevli çalakiya aborî dibin di navbera ji %13 û ji sedî 16 de ye. Li aliyê din adetên civakî jî bandorê li karê wan dike.
Khaledat Hussain axaftina wiha bi dawî dike; "Piraniya karkerên jin ên Filistînê pîşeyên xwe bê daxuyaniyên kar berdewam dikin û ji % 83 ji wan bê peyman kar dikin, bi vî rengî ew xwe bi ewle hîs nakin. Loma pirî caran rastî îstixlalê tên û mûçeyên wan tê kêmkirin. Her wiha ew rastî destdirêjî û bûyerên cudakariyê tên.”
Danişîna dawî jî li ser Peymana Rêxistina Karên Navneteweyî 190 û rola sendîkayan, civaka sivîl û di zextên ji bo pejirandin û cîbicîkirina Peymana 190 de rawestiya