“Şerê taybet sedema sereke ya xwekuştina jinane”

Bûyerên xwekuştina jinan bi sedemên weke malbat, zextên derûnî, şerê taybet û gelek sedemên din derdikevin holê. Ev bûyer dibin sedema jihevxistina civakê û pêwîst e çareseriyên bingihîn jê re bên peyda kirin.

 
ROJDA SEYIDXAN
Qamişlo – Ji destpêka şoreşa Rojava-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve heta roja îro, ji bo bidestxistina maf, azadî û wekheviyê jinan têkoşîneke bêhempa dane meşandin û gelek berdêlên giranbuha dane. Tevî ewqas kedê jî hêzên serwer û peşverûtiyên civakê yên serdest jinan dikin hedef û dixwazin îradeya wan asteng bikin. Carna pir rewş hene bandorê li derûniya jinan dikin û ev yek jî dibe sedem ku jin dawiyê li jiyana xwe bînin. Di van demên dawî de li gelek deveran di nav de jî li heremên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hin bûyerên xwekuştina jinan tên dîtin. Gelek sedemên weke zextên derûnî, xwendin, şerê taybet, malbat û rewşên aborî  hene û jin di bin bandora wê de tên ber xwekuştinê. Têkildarî mijarê Rêvebera Mala Jinan a bajarê Qamişlo-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Behiya Mûrad nirxand kir.
Sedemên xwekuştina jinan
Behiya bal kişand ser bûyerên jin bi wan re rû bi rû dimînin û dibin sedema bi dawîkirina jiyanê û wiha got: “Xwekuştin ew e ku dema mirov jiyana xwe bi dawî dike, li pişt wê sedemeke bingehîn jî heye bi awayekî neyînî dipejire. Xwekuştin rewşeke ne normal e, bûyereke li dijî pîvanên exlaq û zanista civakê ye. Ez bawer im tu mirov nîne alîgirê vê bûyerê be lê ger em têkevin kûrahiya vê mijarê em ê bibînin dema şer di welatekî de diqewime hejmara xwekuştinê jî zêde dibe. Hin mirov hene kesayeta wan sist e û hin jî gelek rewşên li pêşiya çavên wan diqewimin tehemul nakin ji bo wê dikevin rewşeke wisa ku dawiyê li jiyana xwe tînin. Em balê bikşînin ser xaleke din a sereke di vê mijarê de şerê taybet ê li ser ciwanên me tê meşandin e. Dewletên desthilatdar li gorî berjewendiyên xwe gelek derfetan diafirînin û ciwanan dikşînin nava van bûyerên wiha yanî bi zimanekî din teşwîqê di mêjiyê wan de çêdikin. Rast e li herêma me rêjeya xwekuştina jinan kêm e lê ev nayê wateya ku nîn e, ji ber heya niha hin jin hene ji bin baskên koletiyê rizgar nebûne, erka me jî ew e em xwe bighîjînin van jinan û pîvanên rast ên jiyan û azadiyê bi wan bidin nasîn.” 
 Xwebirêxistinkirin esasê rêgirtina li pêşiya bûyerên xwekuştinê ye
Behiya bal kişand ser rê û rêbazên girtina li pêşiya bûyerên xwekuştinê û wiha bi dawî kir: “Mal dibistana yekem e ger di vê dibistanê de jin têgihîştî bin wê di jiyanê de jî xwedî rol û misyon bin û dûrî van bûyeran bikevin. Ji bo wê em her dibêjin esasê rêgirtina li pêşiya van bûyeran xwebirêxistinkirin e. Pêwîst e di hemû aliyan de em rola jinan bidin pêş, xwedî aboriyeke xweser bin, mafên wan hebe, di civakê de bi wekhevî bijîn wê demê em dikarin pêşiya bûyerên bi dawîkirina li jiyanê bigrin. Her çiqas em di şert û mercên zehmet re derbas bibin jî ya girîng ew e ku jin li kêleka hev bin, êşên hev hîs bikin û alîkariyê bidin hev. Ger jinek dawiyê li jiyana xwe bîne, em jî berpirsyarên wê ne. Ji bo wê heya ji me bê em ê alîkariya tevahî jinan bikin çi di riya perwerdeyê de be, çi ji bo çareserkirina pirsgirêkên wan be û divê em hemû alîkariya pêwîst ji wan re pêşkêş bikin.”