ÎHD: Divê dewlet ji bo kesên ku hatine windakirin hesab bide

Şaxa ÎHD'ê ya Amedê ya têkildarî Hefteya Têkoşîna li Dijî Windayan ên di Binçavan de ya Navneteweyî daxuyanî da, bang li dewletê kir ku berpirsyariya xwe ya hesabdayîna ji bo kesên di bin çavan de hatine windakirin bi cih bîne.

Amed- Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê têkildarî “17-31’ê Gulanê Hefteya Têkoşîna Dijî Windayan ên di Binçavan de ya Navneteweyî” daxuyaniyek nivîskî belav kir. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku riya avakirina jiyana li ser bingeha aştiya civakî di hevrûbûna raboriyê de derbas dibe.

‘Bi heqîqetê re rûbirûbûnek çênebûye’

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku qirkirina Ermeniyan a di 24'ê Nîsana 1915'an de pêk hat heqîqetek ku divê Tirkiye bi lezgînî pê re rû bi rû bibe û wiha hat gotin: "Têkoşîna ji bo eşkerekirina aqubeta welatiyên li Tirkiyeyê bi darê zorê hatin windakirin û bûne qurbaniyên kuştinên kiryar nediyar û kujer bên cezakirin ji nedîtî ve tê û bi heqîqetê re rûbirûbûnek çênebûye. Em wek parêzvanên mafên mirovan dixwazin bidin diyarkirin ku yekane riya avakirina jiyana li ser bingeha aştiya civakî di hevrûbûna raboriyê de derbas dib. Êşa xizmên windayan û dayikên Şemiyê yên bi salan e di şînê de ne; wek pêdiviya berpirsyariya dewletê, bi ronîkirina van hemû bûyerên di tarîtiyê de hatine hiştin, eşkerekirina aqûbeta windayan, kiryaran bên dîtin û cezakirin dê bikaribe hinek bê jî kêm bike.”

'Tevî 28 salan jî desthatdariyên siyasî gav navêtin'

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser têkoşîna Dayikên Şemiyê ku di 27’ê Gulana 1995’an de dest pê kir û 28 sal li pey xwe hiştiye û wiha hat gotin: “Tevî ku 28 sal derbas bûne jî mixabin desthilatdariyên siyasî yên welat bi rê ve dibin, ji bo ronîkirina bûyerên di bin çavan de windakirinên bi darê zorê ku weke sûcên mirovahiyê tên dîtin, gavek erênî navêtin. Em bûn şahid ku ji têkoşîna zehmet û demdirêj ên xizmên windayan û Mirovên Şemiyê re guhê xwe digrin.”

'Em ê têkoşîna xwe di bin hemû şert û mercan de bidomînin'

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ku xizmên windayan û parêzvanên mafên mirovan ên li Amedê ji 31'ê Çileya 2009'an û vir ve li hemberî hemû zext û astengiyan ji lêgerîna xwe ya edaletê gavek jî paş ve navêtine û wiha hat gotin: "Bêguman em ê têkoşîna xwe di bin hemû şert û mercan de bidomînin." ÎHD’ê bal kişand ser çalakiya xwe û Xizmên Windayan a li Amedê ji 31’ê Çileya 2009’an ve didome û tevî hemû astengî û qedexeyan jî çalakî heta îro hatiye û hat destnîşankirin ku ew careke din bang dikin ku winda bên dîtin. Di berdewamiya daxuyaniyê de ev daxwaz hatin rêzkirin:

*Îdariya heyî û pergala edlî ya ku bêcezakirin û bêedaletiyê diafirîne divê demildest li gorî rêgezên hiqûqî yên gerdûnî bê guhertin.

 *Beriya her tiştî, ji bo aqûbeta kesên ku bi darê zorê hatine windakirin bê ronîkirin û tesbîta kujerên kesên di encama cînayetên kiryar nediyar de hatine qetilkirin divê hemû arşîvên pêwendîdar ên dewletê bên vekirin.

 *Em daxwaz dikin ku ji bo êşên bi vî rengî neyên kişandin û rastî derkeve holê û pêkanîna aştiya civakî, “Komîsyona Hevrûbûna Raboriyê û Lêkolîna Heqîqêtan” bê avakirin.

 *Erka mirovahiyê ye ku sûcê windakirina di binçavan de di rojevê de bihêle, bişopîne, daxwaz bike ku kesên vî sûcî dikin û teşwîq dikin li gorî hiqûqê bên darizandin.

 *Em bang li dewletê dikin ku berpirsyariya xwe ya ji bo windakiriyên di binçavan de li van axan, li gorî taehudên navneteweyî berpirsyariya xwe ya hesabdayînê bi cih bînin û demildest Peymana Navneteweyî ya ji bo parastina hemû kesên windakirinên bi darê zorê ya NY’ê îmze bike.

 *Em bang li dewletên ku windakirinên di binçavan de li hemberî muxalifan wek rêbaza tunekirinê bi kar tînin dikin ku dev ji pêkanîna vî sûcî berdin.”