Êrişên dewleta Tirk li Qamişlo hat şermezarkirin

Encûmena Rêveber a Kantona Cizîrê êrîşên dewleta Tirk li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kir.

Qamişlo - Dewleta Tirk ê ji 4’ê Cotmeha 2023’an ve êrişên xwe yê li ser heremên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê girantir kir, êrişî binesaziyên heremê dike. Ji 12’ê Çileyê ve cihê pertrolê yên Terbespiyê û Dêrikê bombebaran kir. Di heman wextê de li Şehba, Eyn Îsa û gundewarên Girê sipî bombebaran kir. Encûmena Rêveber a Kantona Cizîrê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyeke çapemeniyê ev êrîş şermezarkirin.

Daxuyaniya ku ji aliyê Hevseroka Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Kantona Cizîrê, Gulîstan Îsmaîl ve hat xwendin wiha bû:

“Di berdewamiya şerê qirkirin û terorê ku dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmên me yên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dimeşîne, balafirên wê şevên Înê û Şemiyê binesazî, xizmetguzarî û jiyanî yên gundewarên Dêrikê bombebaran kirin. Her wiha Tirbespiyê, Rimêlan, û Çilaxa vê sibê li Eyn Îsayê êrîş pêk anî. Di armanca van bombebaran de ev saziyên xizmetguzariyê ku av, enerjî û çandiniyê pêşkêşî tevahiya herêmê dikin ber bi derketina ji xizmetê ve çû. Ev kiryarên hovane hemû yasa û peymanên navdewletî bin pê dike. Bi rêya tawan û terorîzmê, ewlekarî û aramiya herêmê û pirojeya wê ya demokratîk dike armanc û hemû hewlên ji bo rû bi rû bûna terorê û bidestxistina aramiyê, sûdwergirtina ji rûdan û nakokiyên herêmî û navdewletî û bêdengiya civaka navdewletî li hember tawanên wê dom dike.

‘Ev êrîş îradeya gelê me naçewisînin’

Hikûmeta Erdogan hewl dide terorîzma xwe weke serkeftinek ji bo hikûmeta xwe li pêşberî raya giştî ya Tirkiyê ku di nava krîzên navxwayî û aborî de derbas dibe, nîşan bide û ji bo çareserkirina wan krîzên têkçûyî bike. Ev êrîş û siyasetên dijmirovî wê hêz û îradeya gelê me neçewisîne û bi hemû pêkhateyên xwe ku bi projeya xwe ya demokratîk li hember dagirkerî û terorê ber bi pêş ve biçe û parastina destkeftiyên wê û pûçkirina pilan û siyasetên koçberkirin û guhertina demografîk bişkînin.

‘Êrîşê li serherêmê şermezar dikin’

Em van êrîşên ku herêmên me dike armanc şermezar dikin û em bang li hemû hêzên çalak ên li Sûriyeyê, civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan û mirovahî dikin ku erkên xwe bi cih bînin û tedbîrên xweparastinê bigirin da ku dewleta Tirk a dagirker êrîşên xwe berdewam neke û terorîzm, destdirêjiya wê rawestîne. Ji ber tawanên wê yên ku wek tawanên cengê yên li dijî mirovahiyê ne. Her wiha em bang li gelê xwe bi hemû pêkhateyan  xwe dikin ku sîstema xweparastinê pêş bixin, li dora saziyên xwe bicivin û destkeftiyên xwe biparêzin. Bi yekîtiya pêkhateyên herêmê, hevgirtin û îradeya wan, pilan û şerên sîstematîk ên tunekirinê dê têk biçe û îradeya gelan û projeya demokratîk wê bi ser bikeve.”