Êrîşên Îsraîlê yên li dijî Xezayê didomin

Hejmara Filistîniyên ku di êrîşên Îsraîlê yên li dijî Zîvala Xezayê de jiyana xwe ji dest dan bû 26 hezar û 751. Serokwezîrê Îsraîl Benjamin Netanyahu, wiha got: “Êrîş wê heta serkeftin bê bidestxistin berdewam bikin.”

Navenda Nûçeyan- Êrîşên Îsraîlê yên di dîroka 7’ê Cotmeha 2023’an de li dijî Zîvala Xezayê ku navendên sivîl xwe spartinê jî hedef digre, didomin. Di êrîşan de heta niha herî kêm 11 hezar jê zarok û 7 hezar û 500 jê jin 26 hezar bi giştî 751 Filistîniyan jiyana xwe ji dest dan û 65 hezar û 636 kes jî birîndar bûn.

Konê penaberan hat şewitandin

Di daxuyaniya nivîskî ya Heyva Sor a Filistînê de hat ragihandin piştî êrîşa leşkerên Îsraîlê, konên penaberan ên li navenda bajarê Xan Yûnisê ya Xezayê hatine şewitandin. Di daxuyaniya ku hat diyarkirin leşkerên Îsraîlî yên ku berê êrîş birin li ser avahiya Heyva Sor a bajêr, dîwarê derve yê avahiyê hilweşandin û gule li karmend û penaberan reşandin û hat diyarkirin ji ewlehiya jiyana ekîb, birîndar, nexweş û bi hezaran kesên koçber ên li avahiyê bi fikar in. Di daxuyaniyê de hişyarî hat dayîn ku rewş zêdetir xeter bûye.”

Ji serokwezîrê Îsraîlê daxuyaniya wê êrîş berdewam bikin

Ji aliyê din serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu, di hevdîtina xwe ya bi leşkerên yedek û fermandarên tabûra 43’emîn a artêşa Îsraîlê ya li Şerîeya Rojava ya dagirkirî de daxuyaniyan da. Benjamin Netanyahu, der barê êrîşên xwe yên li ser Xezayê de got “Êrîş wê heta serkeftin bê bidestxistin berdewam bikin” û diyar kir ji ber vê yekê divê bi herêmên din ên derveyî Xezayê re jî mijûl bibin.

Benjamin Netanyahu, diyar kir hezên Îsraîlê ji serê sala borî vir ve li Şerîaya Rojava zêdetirî 500 Filistîniyên ku “wek terorîst pênase kirine” qetil kirine û wiha got: “Îro Cenîn jî di nav de karê me xilas nebû.”

Pêşnûmeya li ser siyasetmedarê Îsraîlî ku qirkirinê rexne kir hat qebûlkirin

Pêşnûmeya ji bo kêmkirina erka Parlamentera Partiya Lîsteya Hevbeş a Îsraîlê Ofer Cassif ku hikûmeta Îsraîlê bi banga qirkirina Filistîniyan sûcdar kiribû, di komîsyona têkildar a Meclisê ya ji 17 kesan pêk tê bi 14 dengên erênî û 2 dengên neyînî hat qebûlkirin. Pêşnûmeya ku ji aliyê komîsyonê ve hat qebûlkirin, wê di lijneya giştî de ji bo dengdanê bê kirin. Ji bo ku Ofer Cassif bê îxrackirin, di parlamentoya ku 120 kursiyên wê hene de herî kêm erêkirina 90 parlamenteran pêwîst e.

NY: Ji bo îdiayên UNRWA’yê dosya neda

Berdevkê Neteweyên Yekbûyî (NY) Stephane Dujarric di civîna çapemeniyê ya rojane de bersiva pirsên rojnamevanan da û diyar kir ku Îsraîlê îdiayên xwe yên ku 12 xebatkarên Ajansa Alîkarî û Xebatê ya ji bo Penaberên Filistînî (UNRWA) yên li Rojhilata Nêzîk tevlî operasyonê êrîşên 7’ê Cotmeha sala borî bûne ji UNRWA’yê re ragihand. Stephane Dujarric got ku pêvajoyên betalkirin û lêpirsînê li gorî van agahiyan hatine kirin.

Stephane Dujarric diyar kir ku heta niha Îsraîlê der barê îdiayan de dosyayek nivîskî nedaye wan, Stephane Dujarric teqez kir ku UNRWA berê lîsteya xebatkarên xwe yên li welatên ku kar dike bi welatê mazûvan re û bi heman awayî bi Îsraîlê re parve kiriye. Di vê nuqteyê de fikar nehatiye gotin.

Swêd jî piştgiriya xwe ya ji bo UNRWA’yê rawestand

Piştî van îdiayan Swêd ragihand ku piştgiriya xwe ya aborî ya ji bo ajansê rawestandiye. Ajansa Alîkariya Neteweyî ya Swêdê (SIDA) di daxuyaniya xwe de ragihand ku wan alîkariya 2 milyon û 700 hezar euroyî ya ku dê bidin UNRWA’yê rawestand. Wezîrê Bazirganiya Derve yê Swêdê Johan Forssell di daxuyaniya xwe ya li ser televizyona dewletê ya welatê xwe de got ku wan biryara ku SÎDA girtiye gelekî erenî dinirxînin û li şûna UNRWA’yê şandin dê ji saziyên wekî Bernameya Xwarinê ya Cîhanê û Xaça Sor re were şandin.

Beriya niha Almanya, Swîsre, Îtalya, Kanada, Fînlandiya, Îzlanda, Awustralya, Îngilistan, Hollanda, DYA, Fransa, Awusturya, Japonya û Estonya ragihandibûn ku wan biryar daye bi awayekî demkî alîkariya xwe ya aborî ya ji bo Ajansê rawestînin. Norwêc, Îrlanda û Spanyayê ragihandin ku ew ê piştgiriya xwe bidomînin.

Tesîsên UNRWA’yê ku alîkariyên mirovî yên wekî xwarin, tenduristî, perwerde û stargehê dide nêzî 5,9 milyon penaberên Filistînî bi alîkariyên dilxwazî ​​yên welatên endamên Neteweyên Yekbûyî, gelek caran ji hêla Îsraîlê ve hatine hedefgirtin. Di êrîşan de bi tonan xwarin û derman nikarin bên bikaranîn.