Çalakvan Cewahêr Şana piştî lidarxistina xwepêşandanan serbest hat berdan
Çalakvan Cewahêr Şana li Tûnisê di nava xwepêşandanên piştgiriya wê de ku daxwaza berdana çalakvanên ‘Flota Berxwedanê’ û bidawîanîna zextên li ser wan dikirin, serbest hat berdan.
Navenda Nûçeyan – Çalakvan Cewahêr Şana yek ji heft endamên komîteya rêvebir a ‘Flota berxwedan’ a ji bo şikandina dorpêça li ser Xezayê ye. Di çarçoveya lêpirsînên ku ji hêla Pola Dadwerî ya Darayî ve der barê gumanên têkildarî xapandina bacê û şûştina pereyan de hatine kirin, ji hêla dadweriya Tûnisê ve fermana girtina wan hat dayîn.
Rêxistina ‘Flota Berxwedanê’ ya şikandina dorpêçê li ser Xezayê duh ragihand ku rayedarên Tûnisê çalakvan Cewhêr Şana serbest berdane lê çalakvan Xessan El-Henşîrî hîn jî di girtîgehê de ye û destnîşan kir ku herdu jî berê derketine pêşberî dadwerê lêpirsînê li Dadgeha Darayî ya li paytext Tûnisê.
‘Bi hincetên cuda rêvebirên ‘Flota Berxwedanê hatin girtin’
Ev pêşketin piştî ku dadweriya Tûnisê çalakvan Sana Misahlî serbest berda tê. Di heman demê de şeş kesên din jî di bin çavan de hiştin. Di 16’ê Adarê de, rayedarên dadwerî fermana girtina heft endamên komîteya rêvebira ‘Flots Berxwedanê’ bi buhaneya lêpirsînên têkildarî xapandina bacê û şûştina pereyan, da.
Ev Flot beriya çend mehan beşdarî geşteke wekî beşek ji ‘Flota Berxwedaniya Cîhanî’ bû da ku dorpêça li ser Zîvala Xezayê piştî şer bişkîne. Beriya ku hêzên Îsraîlê êrîşî keştiyên wê bikin û bi sedan çalakvanan bigrin û paşê wan dersînor bikin.
‘Sûcên li dijî wan nerast in’
Di nava lîsteya girtiyan de (Wa’el Newar, Nebîl El-Şenofî, Xassan El-Henşîrî, Xassan Bougediîr,, Mohamed Emîn Bennour, Cewahêr Şana û Sanaa El-Misahlî) hene. Desteyê destnîşan kir ku tevahî sûcên li dijî endamên wê nerast in û daxwaza berdana wan kir.
Ji çalakvanên civaka sivîl piştgirî
Berdana çalakvan Cewahêr Şana hemwextî xwepêşandanên ku li paytext Tûnisê zêde dibin, tê. Çalakvanên civaka sivîl ji bo serbestberdana girtiyên mayî çalakiyên piştgiriyê li dar dixin û tekez dikin ku darizandina Cewahêr Şana û hevkarên wê ji ber çalakiya wan a sivîl a ji bo piştgiriya doza Filistînê ye.