Dengê Jinên Efgan: Divê Talîban bê darizandin

Tevgera protestoyî ya Dengê Jinên Efgan bal kişandin rewşa jinên Efgan, anîn ziman ku divê cihêkariya zayendî ya li dijî jinan tê meşandin bê naskirin û banga darizandina Talîbanê kirin.

Navenda Nûçeyan – Endamên Tevgera protestoyî ya Dengê Jinên Efgan ên li Îranê dijîn, di çalakiya protestoyî ya ku li dijî binpêkirinên mafên mirovan ên li Efganîstanê hat lidarxistin de, ragihandin ku di pêvajoya ku Talîbanê li Efganistanê serwer de ye jin ji her qadê jiyanê û bi taybetî jî ji xwendinê hatine dûrxistin.

‘Divê Talîban bê darizandin’

Endamên vê tevgera protestoyî ya Dengê Jinên Efgan, duh dîmenek weşandin û daxwaz ji NY’ê û hikûmetên mafên mirovan kirin ku girîngî bidin rewşa jinan li Efganistanê û cîhekariya zayendî ya li welatî nas bikin. Jinên tevgera protestoyî yên Efganî ku piştî Talîbanê rêveberiya Efganistanê desteserkir xwe spartin Îranê, ji saziyên navneteweyî xwestin ku Talîban ji ber binpêkirinên berfireh ên mafên mirovan, bi taybetî mafên jinan ên li Efganîstanê bê darizandin. Her wiha jinan daxwaz kirin ku jinên çalakvan bên piştgirîkirin.